17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 30 salan êdî bedena Manaz jî azad e

Girtî Alî Manaz ê 30 sal in girtî bû û berdana wî 6 mehan hatibû dirêjkirin. Alî Manazê ku 30 sal û 6 mehan girtî ma, serbest hat berdan û êdî bedena wî jîazad e

Alî Manaz, ê di sala 1993’yan de li navçeya Çelîkhan a Semsûrê hate binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “Yekîtî û yekparebûna dewletê xera kiriye” cezayê hefsê yê muebbedê lê hatibû birîn, ji Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê hate berdan. Manaz ê beriya 6 mehan berdana wî hatibû taloqkirin, li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe, Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Mehmet Şafî Erol û rêveberên komeleyê ve hate pêşwazîkirin. Manaz ê di 30 salan de li gelek girtîgehan ma, li ber girtîgehê axaftineke kurt kir. Manaz, diyar kir ku moralê wan gelek baş e û wiha got: “Bi taybetî moralê hevalên me yên girtî li gorî pêvajoyê gelek baş e. Gelek silavên hevalên me hebûn, xwestin ez ragihînim. Hêvîya me ew e ku hemû heval derkevin.”