4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Çima NATO hesab ji Tirkiyeyê naxwaze?’

Tirkiye duh êvarê bi balafiran bêmirov gundekî Dêrikê, Şengal û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kir. Ev êriş hemwextî ragihandina binkeftina êrişên çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê ji aliyê HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve pêk hat.

Têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Mexmûrê, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku ev êriş bi binkeftina çeteyên DAIŞ’ê li girtîgeha Sînaa ve girêdayî ye û wiha got: “Ev êrişên ku artêşa tirk a dagirker daye destpêkirin ji ber binkeftina wê ya bi rêya êrişên çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê ye. Serkeftina ku HSD`ê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de pêk anîye, ji bo dewleta tirk a dagirker derbeyeke xurt bû.”

Hiso diyar kir ku binkeftina DAIŞ’ê dik û dolabên Tirkiye û hevkarên wê derxistine holê û wiha domand: “Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka ku hin herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine ve, êrişên xwe yên bejahî û hewayî li ser herêmê zêde kirine. Ev yek dide xuyakirin ku hewl dide tola binkeftina DAIŞ’ê hilîne û vê binkeftinê qebûl nake.”

Xerîb Hiso destnîşan kir ku Tirkiye tehemûlî vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî jî a pêkhatiyên Hesekê nekir û ji ber vê yekê jî bi awayekî hovane êrîşî herêmê dike. Tirkiye hewl dide ku gelê kurd ji berk u DAIŞ têk biriye, qir bike.

Hiso di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku Tirkiye endamekî NATO’yê ye û wiha pê de çû: “Lê mixabin em dibînin ku dewleteke NATO’yê destekê dide çeteyên DAIŞ’ê da ku êrişî girtîgeha Sînaa bikin. Emîrên DAIŞ’ê ji girtîgehê derxin û bi rêya wê êrişên xwe yên li dijî herêmê fireh bikin. Serokên Koalîsyona Navnetgeweyî û yên NATO’yê rojekê jî ji ber sûcên ku dewleta tirk pêk tîne, hesab jê nexwestine. Divê bi taybet piştî êrîşên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê divê Dewleta tirk bê darizandin.”

Hevserokê TEV-DEM’ê Hiso da zanîn ku dewleta tirk a dagirker bi rêya êrişan dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne û projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe û got: “Bêdengiya civata navneteweyî bi taybet a Koalîsyona Navneteweyî derfetê li pêş berfirehkirina êrişên dewleta tirk vedike.”

Xerîb Hiso bang li gel kir û wiha domand: “Em weke TEV-DEM’ê bang li gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku em li hember êrişan bibin xwedî helwest, mîna çawa me piştevaniya HSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa DAIŞ’ê têk birin. Bi rihê vê serkeftinê û bi rihê 121 şehîdan em ê li hember van êrişan bisekinin da ku destkeftiyên xwe diparêzin. Berxwedan û têkoşîn para me ye, têkçûn para faşîst, terorîsta DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk e.”