28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Putîn: DYA dixwaze me bikişîne nava şer

Serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn da xuyakirin ku armanca DYA’yê ew e ku nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de bike behane û ji bo zêdekirina ambargoyên li ser Rûsyayê bikar bîne.

Piştî hevdîtina bi serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban re, Putîn bersiv da pirsên rojnamevanan ên der barê Ukraynayê û helwesta DYA’yê. Putîn got ku DYA’yê metirsiyên Rûsyayê ên der barê hêzên NATO’yê li ber çavan nagire.

Rûsyayê idîayên  der barê pêkanîna destwerdaneke leşkerî li dijî Ukraynayê red dike û dibêje ku tu niyeteke wê ya destwerdanê tune ye.

Wekî tê zanîn çekdarên alîgirên Rûsyayê desthilatiyê li ser gelek deverên Ukraynayê dikin û bi alîkarikariya Rûsyayê bi salane ku li dijî hikûmeta Ukraynayê şer dikin. Di van şer û pevçûnan derdora 14 hezar mirov hatine kuştin.

Putîn di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Derdê Amerîkayê ne ewlekarî û aramiya Ukraynayê ye, lê mebesta wê ya sereke ew e ku rê li ber pêşketina Rûsyayê bigire, lewre DYA’yê Ukrayna jî wekî alavekê bikar tîne ji bo bigihê wê arêmanca xwe.”

Ji aliyekî din ve Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken ji Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavruv re gotiye ku dem hatiye ew leşkerên xwe ji sînorê Ukraynayê vekişînin.