3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima PDK’ê rê nade nerazîbûnên gel ên li dijî dewleta tirk

Di demekê de ku dewleta tirk baregehên xwe li başûrê Kurdistanê zêdetir dike û raste rast gefên êrîşan li dijî Silêmaniyê dike, PDK’ê rê nade nerazîbûnên gel ên li dijî destwewredanên dewleta tirk

Endamê Reveberiya YNK’ê Arêz Abdullah der barê êrîşên dewleta tirk de got; “Ev demeke Tirkiye dijminatiya Herêma Kurdistanê dike û roj bi roj Artêşa tirk zêdetir dikeve nav herêmê. Bi vê re jî ranawestin, rayedarên Tirkiyeyê raste rast gefa êrîşan li Silêmanî dixwin. Niha PDK bi hemû hewla xwe nerazîbun nîşanî êrîşa Îranê de, gelo çima bi salane PDK nahêle li Hewlêr û Behdînanê kes dijî destdirêjiyên Tirkiyeyê derbikeve?”

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Arêz Abdullah di derbarê êrîşên dewleta tirk û Îranê de, li ser malpera xwe ya facebook’ê nivîsek belav kir.

Arêz Abdullah di destpêka nivîsa xwe de diyar kir ku demeke Tirkiye dijminatiya Herêma Kurdistanê dike, roj bi roj artêşa tirk zêdetir dikeve nav herêmê û wiha pêde çû; “Bi vê re jî ne rawestiyaye, li gorî serok û rayedarên dewleta tirk, wê êrîşên raste rast li Silêmanî û bi taybet jî li ser hizba me bikin.”

Arêz Abdullah got ku diyare pirsgirêka Tirkiye bi giştî gelê Kurdistanê re heye, lê bi taybet PKK’ê dike hincet û wiha dom dike; “Girtina ava vexwarinê, şewitandina dexil û dan, têkbirina pîşesaziya neft, bombebaran kirina nexweşxane, gundên Rojavayê Kurdistan û bombebarankirina balafirxaneya Erbet û Silêmanî, çi peywndiya xwe bi hêza leşkerî ya PKK’ê ve heye?

Ji ber bêdengiya civaka navnetewî, Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê ya li hemberî destdirêjiyên bê bingeh yên dewleta Tirk, Îran jî bi hinceta parastina berjewendiyên xwe raste rast dest li kar û barê Herêma Kurdistanê daye û bombebaran dike.

Dijî bombebaranên Îranê nerazîbûnên tund çêbûn, bi taybet jî PDK bi hemû hêza xwe hewl dide nerazîbûna xelkê Kurdistanê nîşan bide. Ev karek başe. Lê ji bo çi bi salane rê nade xelkê Behdînan û Hewlêrê dijî hemû destdirêjiyên Tirkiyeyê derkeve?

Diyare ev jî ne behane ye, ji bo xelkê Silêmanî û YNK jî li hemberî destdirêjiya her dewletek din bêdeng bin. Lê ya zelal û eşkere, dibe ku destdirêjiya Tirkiye û Îranê, nakokiya siyasî û civakî ya Kurdistanê kûrtir bike. Sedema vê jî, nebûna siyaset û stratejiyek yekgirtû ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku heya hikumet helwestek nîşan nede, wê ev destdirêjî zêdetir bibin.”

Di dawiya nivîsa xwe de Arêz Abdullah da zanîn ku divê bi agahiya hemû hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanê rêyek çareseriyê were dîtin, dibe ku niha ne Iraq û ne jî civaka navnetewî li şûna me, pirsgirêkan ji bo xwe çêbikin.