27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi êrîşan dixwaze DAIŞ’ê bi rêxistin bikin

Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid têkildarî armanca êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku bi van êrîşan dixwaze rê li pêş rêxistinkirina DAIŞ’ê veke.

Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên dawî nirxandin kir. Bêrîvan Xalid diyar kir ku dewleta tirk bi salan e êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeya Demokratîk dike û wiha got: “Ji destpêka Şoreşa Rojava û ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta îro êrîşên dewleta tirk a li ser herêmê berdewam dikin. Dewleta tirk di van êrîşan de gelek herêmên me dagir kirin. Mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê. Bi van êrîşan derî ji çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên din re vekirin. Xwestin DAIŞ herêmên me degir bikin. Lê bi têkoşîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) herêm ji van çeteyan hat parastin û rizgarkirin. Lê mixabin Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hêj di kontrola dewleta tirk de ye.”

Êrîşî qutên sivîlan dikin

Bêrîvan Xalid, da zanîn ku îro dewleta tirk şerekî taybet li ser herêma wan dimeşîne û wiha axivî: “Bi rêbazên din êrîşan li dijî herêmê pêş dixin. Dewleta tirk bi taybetî ji cotmeha 2023’yan heta niha çar car in êrîşî herêmê dike. Bi rengekî pir hovane û pir berfireh êrîşî binesaziyên herêmê û êrîşî saziyên xizmetê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Êrîşî malên sivîlan, kargeriyên sivîlan û êrîşî sivîlan dikin. Êrîşî qutê sivîlan dikin. Êrîşî çavkaniyên jiyanê dikin. Êrîşî bendavên elektrîkê, bendavê petrolê, êrîşî aş û firinên nan kirin. Dewleta tirk bi van êrîşan peyamekê dide. Dixwaze êş û aloziya vî gelî kûrtir bike. Gel bi salan e di aliyê aborî de rewşek pir zor û zahmet derbas kir. Her tim li ser vê herêmê siyasetek hat kirin. Rewşa gel a aborî û jiyanî her di zahmetiyê de bû. Piştî van êrîşan alozî bêtir kûrtir dibe.”

Cîhan li hemberî sûcê şer bêdeng e

Xalid, destnîşan kir ku ev êrîş dikevin nava pîvanên sûcên şer ên navneteweyî û wiha lê zêde kir: “Lê mixabin îro tu dewlet, hêz û alîyî li dijî van êrîşan bertekên xwe nîşan nedane. Dewleta tirk her diçe zagon û pîvanên navdewletî binpê dike û êrîş dike. Dewleta tirk li herêmê sûcên şer dike. Sûcê mirovahiyê dikin. Lê îro raya cîhanê bêdeng e.”

Îstasyonên enerjiyê rûxandin

Bêrîvan Xalid, bi lêv kir ku ji xeynî zerarên aborî, tenduristî û perwerdehiyê gel ji xizmeta avê qut bûn û wiha berdewam kir: “Gelek gund, navçe û bajarên me ji xizmeta enerjî û elektrîkê qut bûne. Îstasyonên petrolê hatin rûxandin. Gel di aliyê pêdiviyên jiyanî yên rojane de gelek zor û zahmetiyan dijîn. Gelek bajarên me ketine tariyê. Van êrîş gelek zirar bi xwe re anî. Gelek windahî çêdibin. Îro bi taybetî sivîlan dikin hedef. Saziyên çavkaniya jiyanê ne dikin hedef. Di mehên dawî de 4 êrîşên pir giran pêk tînin. Zirarek madî ya gelek giran bi xwe re ava kiriye.”

Tu hêz nikare vîna gel bişkîne 

Bêrîvan Xalid, anî ziman ku dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze tirs û xofekê di nava gel de ava bike û wiha dirêj kir: “Lê baweriya me bi hêz û vîna gel heye. Gel îspat kir ku tu hêz û tu kes nikare vîna wan bişkîne. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi her awayî li ser milan e. Her dem li dijî van êrîşan li qadan bertekên xwe tînin ziman û li dora rêveberiya xweser dibin xelek. Her tim destkeftiyên şoreşê û destkeftiyên herêmê parastiye. Em bawer dikin ku tu hêz nikare vîna gel bişkîne. Em ê bi hêza gelê xwe herêmên xwe biparêzin û yên dagirkirî rizgar bikin.”

Dibistan navber dan perwerdeyê

Xalid bibîr xist ku van êrîşan di aliyê aborî de zirarek pir mezin bi xwe re tîne û got: “Di aliyê tenduristî, aborî, jiyanî gelek zirar çêbû. Aş hedef hatin girtin. Îro ji ber van êrîşan dibistan hatin girtin û perwerde hat rawestandin. Nêzî 800 hezar xwendekar ji mafê perwerdehiyê bêpar man. Dixwaze bi van êrîşan hêza ewlekariyê bilerizîne û xofekê têxe nava gel. Bi van êrîşan hemû pîvan û zagonên navdewletî binpê kirin. Li vir qeyranek mirovahiyê heye. Lê dîsa jî ji aliyê cîhanê ve bêdengiyek li dijî van êrîşan heye.  Em her tim bang li saziyên mafên mirovan û saziyên hiqûqê dikin. Em bang li hêz û civakên navneteweyî dikin. Lê mixabin heta îro ev hemû bangên me bêbersiv hatine hiştin.  Sazî, rêxistinên civakî û navneteweyî yên hiqûqî û mafên mirovan helwestek nîşanî van êrîşan nedane. Em carake din banga xwe dubare dikin ku li dijî van êrîşan helwestek ciddî nîşan bidin. Eger bêdengî bidome, rewşa herêmê û bi giştî ya ewlehiyê dikeve xeteriyê.”

DAIŞ’ê zindî dikin

Bêrîvan Xalîd herî dawî bal kişand ser zindîkirina DAIŞ’ê û wiha got: “Ev êrîş xizmeta DAIŞ’ê dike. Rê li pêş belavbûna DAIŞ’ê vedike. Derfetek din dide DAIŞ’ê. Gelek girtiyên DAIŞ’ê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Gelek şanê razayî yên DAIŞ’ê li herêmê hene. Me di milê hiqûqî de gelek belge û peyam ji rêxistin û saziyên hiqûqî re şandine. Lê van rêxistinan helwestek nîşan nedaye û bersiv nedaye banga me. Li gorî baweriya me dewleta tirk dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne. Ji ber ku gelê herêmê bi hemû hêz û pêkhatiyên xwe DAIŞ têk bir. Îro pir aşkera ye ku dewleta tirk dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne. Ji ber vê yekê êrîşî herêmê û êrîşî gel dike. Êrîşî benden ewlekariyê dike û dixwaze DAIŞ ji nû ve xwe bi rêxistin bike. Dewleta tirk îro pergalek demokratîk qebûl nake. Ji ber ku gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala Neteweya Demokratîk esas girt û yekitiya gelan esas girt, dewleta tirk êrîşî vê pergalê dike. Ew çi jî bikin bila bikin wê nikarin pêşiya azadiya gelan bisekinin.”