3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelkê Rojava xwedî li hebûna xwe derdikeve

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Bi van êrîşan re me careke din dît ku hêzên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê li hemberî qirkirina gelê kurd di çarçoveya konseptekê de tevdigerin. Hêzên ku li hemberî êrîşên li ser Xezayê jiyan tevizandin, dema mijar dibe kurd bêdeng dimînin.

Dewleta tirk a dagirker ku di van demên dawî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê derbên giran ji gerîlayên azadiyê xwer dîsa berê xwe da sivîlan. Ji şeva 13’ê çîleyê ve li dijî rojavayê Kurdistanê, herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşên qirkirinê kir. Di van êrîşan de zêderî 80 navendên çavkaniyên jiyanê bi balafirên şer û balafirên bêmirov û biçek hatin hedef girtin. Li gel van êrîşan bi hevkariya komên çete jî gundên li herêmê bênavber hatin bombebarankirin. Encam, dîsa mîna her carê li hemberî van êrişên qirkirinê cîhan bêdeng, ker û lal ma.

Bi van êrîşan re me careke din dît ku hêzên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê li hemberî qirkirina gelê kurd di çarçoveya konseptekê de tevdigerin. Hêzên ku li hemberî êrîşên li ser Xezayê jiyan tevizandin, dema mijar dibe kurd bêdeng dimînin. Bi taybet dewleta tirk a dagirker û deshilata wê ya faşîst û qirker ku di her kêliyê de behsa zilma Îsraîlê ya li ser xelkê Xezayê dike, dema mijar dibe kurd ji rêvebiriya Tel Avîvê xirabtir êrîş dike, qir dike û talan dike. Ev durûtiya ku êdî bûye karekterê vê deshilatê hemû nirxên mirovahiyê binpê dike. Di êrîşên li ser herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê de me careke din ev rastî dît.

Dewleta tirk a mêtinger û qirker êdî van êrîşên xwe yên hovane bêyî ku veşêre bi awayekî vekirî pêk tîne û di her platformên cûda de pêsnê xwe dide. Di rastiyê de ger hiqûqa navneteweyî heba, ji ber van êrîşên li ser sivîlan pêk tên û li herêmê sûcê şer dike, diviyabû ew jî mîna Îsraîlê li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (UAD) ku navenda wê li Laheyê ye bihata darizandin. Lê ji ber mijar kurd e û dijminatiya li dijî vî gelê qedîm e, hemû sûcên ku îro nirxên mirovahiyê dixe bin piyan jî rewa tên dîtin û ji aliyekî ve tên parastin. Ev sûcên li pêş çavê cîhanê pêk tên bi awayekî aşkera diyare ku sûcên şer e. Li gorî qanûnên navneteweyî bombekirina depoyên zad, stasyonên elektrîk, av û enerjiyê, civak bêceryan, bêav, bênan, bêsotemenî hiştin û maxdûrkirin sûcê herî giran ê şer e. Îro dewleta tirk a dagirker û qirker li herêmê ji van girantir jî sûcan li dijî gelê kurd pêk tîne. Lê hêzên navnetweyî ji bo parastina berjewendiyên xwe li hemberî van sûcan bêdeng dimîne û êşên civakê ji nedîtinê ve tê. Bêdengiya li hemberî van êrîşan û sûcên şer bi awayekî eşkere tê wateya şirîkatiya bi dewleta tirk a qirker re.

Di çend rojên borî de deshilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê dîsa gef li Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî xwarin. Bombardûmana li ser herêmê ne bes e di van gefan de sînyalên êrişên dagirkeriyê jî hatin dayîn. Jixwe hin deverên herêmê mîna Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs û El-Bab ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Beriya niha bi şeş salan ango 20’ê çileya 2018’an dewleta tirk a dagirker bi erêkirina hêzên navneteweyî êrîşî Efrînê kir. Îro heman hêz li hemberî sûcên şer ên dewleta tirk bêdeng dimînin. Bêguman dewleta tirk ji vê bêdengiyê hêzek mezin digire û êrîşên xwe berbelav dike.

Divê bê zanîn ku di van êîşan de armanca sereke ya dewleta tirk valakirina herêmê ye. Ji bo vê jî di êrîşên xwe de bi taybet saziyên xizmetguzariyê dike hedef. Li gorî wê civaka ku êdî nikare pêdîviyên xwe yên rojane pêk bîne wê ji neçarî koç bike. Li şûna kesên koç bikin jî dixwaze komên çete bi cih bike û demografiya herêmê bide guhertin. Yanî tişta ku nekarî bi destê çeteyên DAIŞ’ê bike îro dixwaze bi xwe bike. Bi vî rengî dixwaze li ser kurdan siyaseta qirkirinê bimeşîne û nehêle li herêmê kurd bibin xwedî nasname, îrade û statuyê. Vê yekê jî di çarçoveya planeke berfireh de pêk tîne. Wisa diyare ku haya gelek welatên navneteweyî û herêmî jî ji vê plana qirêj heye. Dewletên ku piştgiriyê didin vê plana qirkirinê li ser navê kurdan PDK’ê derdixin pêş û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin. Di vir de jî armanc ew e ku pêşî li kurdên azad bigirin û kurdên xwe ava bikin. Ji bo vê jî PDK û bi taybet jî malbata Barzanî derdixin pêş. Lewma li hemberî van êrîşên li ser civaka kurd pêş dikeve û qirkirin li ser tê ferzkirin ji PDK a ku bûye xulamê nayare gelê kurd ne deng derdikeve û ne jî helwestek heye. Berovajî vê ji bo kurdan entegreyî vê plana qirêj bike çi ji dest tê dike.

Êdî aşkera ye ku deshilata AKP-MHP’ê tifaqa li dijî gelê kurd e. Ev tifaq xwe li ser dijberiya kurd mezin dike û di vê oxirê de çi ji dest tê dike. Ji bo parastina berjewendiyên xwe yên deshilatdariyê hemû nirxên civakî û mirovî dane milekî û bi çavsoriyek mezin êrîş dikin. Bi taybet piştî dîtin ku di siyaseta şer û tecrîdê de nikarin bi ser bikevin berê xwe dan nirxên civakê. Lê divê bê zanîn ku sînorekî tehamula civakê jî heye. Civak heya radeyekê dikare li hemberî vê zilmê bêdeng bimîne. Jê û şûn de wê weke volkenekê biteqe. Jixwe him bi van kiryarên xwe yên dermirovî û him bihabûna jiyanê li nava Tirkiyê jî êdî nerehetiyek mezin li hemberî vê deshilata faşîst û qirker çêbûye. Ji bo vê hêrsa li hemberî xwe bêbandor bike dîsa mîna her carê dest davêje hêstên nijadperstiyê yê civak tirk. Ji milekî ve bi devê qelemşorê xwe 24 saetan li ser ekranên televîzyonên medya hawuz propagandeyek reş dimeşîne û behsa kuştiyên xwe dike, ji milê din ve jî ji bo di çavê civaka xwe de van êrîşên xwe mafdar û rewşa nîşan bide bênavber kar dike. Lê di rastiyê de ew jî dizane ji derveyî vê propaganda reş û derew êdî tiştekî ku bike nemaye. Lewma wisa mîna gurê har bi çavsoriyek mezin êrîşî her derê dike. Nahêle kes li dijî van kiryarên wê yên dermirovî bixive. Her kesê ku rexne lê digre dibe hedefa nijadperestiyê.

Ev deshilata ku êdî bi her awayî aşkera bûye ku dijminê civak û gel ne mimkun e ku ji vê saetê û şûn ve bikaribe nirxên hevpar ên civakê biparêze. Lewma di serî de pêkhatiyên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn divê li dijî vê deshilata qirêj ku li ser xwînê xwe dide avakirin xwedî helwest be. Ji vî aliyî ve sekin û têkoşîna xelkê bakur û rohilatê Sûriyeyê li hemberî vê deshilata dîktator û faşîst dide meşandin gelek bi nirx û hêja ye. Divê ne tenê li rojavayê Kurdistanê li her derê li dijî vê deshilata ku xwe li ser şer ava kiriye, li ser nirxên hevpar ên civakê têkoşînek xurt bê meşandin.