3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Stenbol, Mêrdîn, Mêrsîn û Edeneyê Nobeda Edaletê girtin

Malbatên girtiyan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî Nobeda Edaletê li Mêrdîn, Mêrsîn, Edene û Stenbolê berdewan kirin.

Çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatine destpêkirin, li Mêrdîn, Mêrsîn, Edene û Stenbolê berdewam kir.

Stenbol

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, di roja 40’emîn de li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Malbatên girtiyan û gelek beşdarvanên nobetê yên jin pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên Navçeya Çekmekoyê û gelek welatî hatin serdana nobetê. Di çalakiya nobetê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn. Beşdaran di çalakiyê de stranên kurdî gotin.

Mêrdîn

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê li avahiya DBP’ê hatiye destpêkirin didome. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek kesên pê re hatin serdana nonbetê. Dayikên di çalakiya nobetê de di tevahiya rojê de stranên kurdî gotin.

Edene

Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 49’an de berdewam dike. endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin serdana nobetê. Di çarçoveya pîrozbahiya Serê Salê de li stranan hate guhdarîkirin. Her wiha Dayikên Aştiyê skeça “Dadger-girtî” ku henekên xwe bi pergala darazê ya dewleta tirk dike lîstin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

Mêrsîn

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çûkûrova TUAY-DER’ê û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 49’an de li avahiya komeleyê didome. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê di çalakiyê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.