spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Qamişloyê bi meşeke mezin êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir

Bi hezaran gelê ku ji gund, navçe û navenda Qamişlo li hev kom bûn, li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşeke mezin li dar xistin û êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê û parastina destkeftiyên gelan û şoreşê, hemwextî salvegera 10`an a damezirandina Rêveberiya Xweser, bi dirûşma “Bi giyanê şerê gel ê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa xwe biparêzin” meşeke mezin li dar xist. Şêniyên bajar, navçe û bajarokên cuda yên kantona Cizîrê; Dêrik, Koçerat, Til Koçer, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs, Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak û Şedadê tev li meşê bûn ku ji Çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir û li Stada Şehîdên 12`ê Adarê rawestiya. Girse piştî gihişt stadê, li stadê mîtîng li dar xistin. Pêkhateyên kurd, ereb, suryan, wêneyên şehîdan, alên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wêneyên sûcên dewleta tirk li dijî herêmê, welatiyan û saziyên hatine topbarankirin, hildan.

Li stadê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Şêro Şero axivî û got: “Projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve rû bi rûyî êrişên hundirîn û derve bû. Armanca wan êrişan, têkbirina vîna gel e. Lê belê hevgirtina pêkhateyan li hember êrişan, bersiva herî guncew bû.”

Şero destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê dê li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan bin.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb yekitiya gelan silav kir û got: “Bi saya yekitiya pêkhateyan û fedakariyên wan, û baweriya wan bi projeya demokratîk, me destkeftiyên xwe parastin û rêveberiya xwe ava kir.”

Hebîb diyar kir ku têkoşîna wan heta dîtina çareseriyeke siyasî ku mafên pêkhateyan dabîn dike û Sûriyeya demokratîk a navendî ava bike, berdewam e.

Hebîb bi slogana “her ne pêş kurd, ereb û suryan her ne pêş” axaftina xwe bi dawî kir.

Li gel berzkirina “Jin, jiyan, azadî” endama Komîteya Jinan a Meclisa Qamişloyê Henîfe Mihemed axivî û got: “Destkeftî û serkeftinên jinan, civakê û şoreşê, ji ber siyasetên netewdewletê û dijminên demokrasiyê di xetereyê de ne.”

Henîfe di dawiyê de got: “Parastina destkefiyan, erka tevahî jinan e ji bo ku mîrasa şehîdan biparêzin.”