5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Devrîm Demîr û Ahmet Turk bûn namzetên Şaredariya Mêrdînê

Devrîm Demîr û Ahmet Turk dê bibin namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Mêrdînê DEM Partiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk weke namzet nîşan bidin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku dê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk weke namzet nîşan bidin. DEM Partiye têkildarî mijarê li eywaneke dawetan a li bajar daxuyanî dan. Gelek kes beşdarî civîna çapemeniyê bûm. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir xwend.
Ewil ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku li nêzî 90 navenda bi tevlibûna dehhezaran kesan pêşhilbijartin li dar xistine û ev yek weke şahiya demokrasiyê nirxand. Keskîn wiha domand: “Di pêşhilbijartina 13’ê çileyê ya li Mêrdînê tevlibûneke xurt çêbû. Di tura ewil a hilbijartinê de Ahmet Turk û Devrîm Demîr bi piraniya dengan weke namzet hatin hilbijartin.”
Di berdewamê de Keskîn ev tişt anî ziman: “Her wiha hevalê me birêz Azad Yildirim ku di hilbijartinê de bûbû duyemîn, li ser banga delege û gel, bi berpirsyartiyeke mezin bernamzetiya xwe vekişand. Em spasiya Yildirim, Gulîzar Îpek û hemû bernamzetên din dikin. Li gorî vê yekê Ahmet Turk û Devrîm Demîr dê di hilbiajartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2024’an de bibin namzetên me yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Em ê ezmûna xwe ya hilbijartinê di hilbijartinên 31’ê adarê de bi serkeftinê tacîdar bikin.”
Ji namzetan Devrîm Demîr jî di axaftina xwe de spasiya gel kir û got ku dê di hilbijartinê de bi ser kevin.
Ahmet Turk jî di axaftina xwe de diyar kir ku hilbijartinên pêş ji bo pêşeroja gelê kurd girîng in û ev tişt anî ziman: “Dê gelek kurd biryara xwe bide bê ka dê xwedî li pêşeroja xwe derkeve yan na. Berpirsyartiya hevalên me yên li qadan û zindanan di greva birçîbûnê de li ser milê me heye. Berpirsyartiya gelê me li ser milê me ye. Heke li dijî hewldana tunekirina gelê kurd em gavekî xurt neavêjin, heke em yekitiya xwe ava nekin dê bi zilmê re rû bi rû bimînin. Ez spasiya bernamzetê me Azad Yildirim dikim. Bûbû duyemîn û ji hilbijartinê ferexat kir. Em ê teqez bi ser kevin.”