3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk bi hevkariya PDK’ê 85 baragehên leşkerî ava kiriye

Artêşa tirk li herêma Başûrê Kurdistanê li aliyekî barageh û qereqolan ava dike, li aliyê din bi balafiran êrîşî welatiyên sivîl dike. Welatiyên herêmê destnîşan dikin ku dewleta tirk bi hevkarî û şirîkatiya PDK’ê bi hêsanî tev digere û van kiryaran pêş dixe.

Her roj dewleta tirk li seranserî Başûrê Kurdistanê ku di serweriya hikûmeta PDK’ê de ye, gelek deveran bombebaran dike û welatiyên sivîl hedef digre. Welatiyên sivîl qetil dike, daristan û jîngeha Kurdistanê wêran dike. Li gorî nûçeya Ajansa Rojnews’ê, dewleta tirk li sinorê parêzgeha Dihok û Hewlêrê 85 baregehên xwe yên leşkerî û îstixbaratî avakiriye. Bi kûrahiya 35-40 kîlometran derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê bûye. Dewleta tirk rê û cade biriye gir û çiyayên herî bilind ên deverê û baregehên xwe lê avakiriye. Leşkerên tirk çûnûhatina xelkê gundan li deverê qedexe kiriye û rê li welatiyan digre. Wesayîtên welatiyan kontrol dikin. Rojane bi balefirên bê mirov wesayîtên welatiyan  hedef digre. Herî dawî di çend rojên borî de li nêzî Amêdiyê du wesayîtên welatiyan bombebaran kir.

Di van hemû êriş û dagirkeriyan de PDK di aliyê leşkerî, îstixbaratî û madî de hevkariya dewleta tirk dike. Dema dewleta tirk baregehan ava dike, PDK rê jêre dibe, dema bombebaran dike PDK hedef jêre diyar dike. Dema azadîxwaz tên qetilkirin, PDK zanyariyan bi delweta tirk re parve dike.

Hefteya borî PDK’ê bi fermana dewleta tirk sê gundên li sinorê Amêdiyê da valekirin û gef li xelkê gundan kir ger ew vegerin ser gundê xwe dê cezayên tûnd li wan werin birîn. Du roj piştî valekirina wan sê gundan, dewleta tirk a dagirker gund topbaran kir û xaniyên welatiyan hilweşand daku nevegerin ser malên xwe.

Gelek eşkere û li ber çavên raya giştî ya gelê kurd, PDK rêya dagirkirin û çêkirina gelek baregehan ji bo dewleta tirk xweş dike. Ev hevkariya PDK bûye sedem ku dewleta tirk zûtir xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji ber van hevkariyên PDK’ê niha artêşa tirk nêzî bajar û navçeyên wek Amêdî, Akrê, Soran û heta devera Barzan jî bûye.

Di aliyê îstixbaratî de PDK’ê û dewleta tirk oedeya operasyonên hevbeş avakirine, karmendên MÎT’ê di nava saziyên ewlehiyê yên PDK’ê de cih digirin û kar dikin. Dema ku dewleta tirk cihek bombebaran dike, PDK di kêliyên destpêkê yên êrişê de bi rêya dezgehên xwe û torên medya dijîtal ên girêdayî Parastinê encamên bombebaranê parve dike. Ev jî belgeya wê çendêye ku PDK û dewleta tirk planên hevbeş ji bo êriş û dagirkeriyê danîne. Di 30 salên borî de dewleta tirk bi hemû rê û rêbazan li Herêma Kurdistanê li dijî gelê kurd sekiniye, welatiyan hedef digre, xak û daristanên Herêma Kurdistanê wêran dike û dişewitîne. PDK’ê carek tenê jî li dijî êriş û dagirkeriya dewleta tirk helwest nîşan nedaye. Berovajî tişta ji destê wê hatî ji bo hevkariya dewleta tirk kiriye.

Lê roja 15’ê Çile dema rejîma Îranê bi mûşekan êrişî ser Hewlêrê kir ku di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û çend kes jî birîndar bûn, malbata Barzanî dengê xwe bilind kir û ji civaka navdewletî xwest ku li dijî rejîma Îranê helwest nîşandin. Nayê wê wateyê ku êrişa rejîma Îranê rewa ye, berovajî êrişa Îranê jî wek yên dewleta tirk dagirkeriye û ji bo tinekir’na gelê kurde, ti behaneyek din ya wê nîne. Lê pirsyar li vêderê eve, çima malbata Barzanî û PDK  li dijî êrişa nerewa ya Îranê helwest  nîşanda, çima li dijî êrişên nerewa yên dewleta Tirk bêdenge, dost û hevkare?

Li gor amarên fermî ji sala 2015’an ve zêdetirî 160 welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê di encama êriş û bombebaranên dewleta tirk de şehîd bûne û nêzî 300 kes jî birîndar bûne. Ma gelo ev kesên şehîd û birîndar bûne, ne kurd û welatiyên Herêma Kurdistanê ne? Ger PDK û malbata Barzanî li ser rijandina xwîna 460 kesan dengê xwe dernexe, ma wê li ser çi tiştek din û kengê helwesta xwe nîşande?