6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

JKŞ: Hûn nikarin meşa jinan a azadiyê rawestînin!

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ), tekildarî qetilkirina jina siyasetmedar û aktîvîst Firyal Silêman Xalid daxuyanî da û got “Yên ku gulebaran kirin ajanên MÎT’ê bûn. Yê ku ew kuştin jî Erdogan e.”

Jinên Komînîst ên Şoreşger (JKŞ) têkildarî siyasetmedara kurd Firyal Silêman Xalid ku li Kerkûkê bi 8 guleyan hat kuştin daxuyanî da. Daxuyaniya JKŞ wiha ye:  

Çalakvana jin Firyal Silêman Xalid (Zelal Zagros) di 18’ê Çile de li Kerkûkê di encama sûîqesteke çekdarî de li ber dibistanekê hat qetilkirin. Firyal Silêman Xalid li nav kolana de bi 8 guleyan hat qetil kirin. Yên ku gulebaran kirin ajanên MÎT’ê bûn û yê ku ew kuştin jî serokê faşîst Erdogan e.

Siyaseta plana hilweşînê ya ku ji sala 2015’an û vir ve li dijî gelê Kurd û şoreşgerên faşîst Erdogan xistiye meriyetê, didome. Jin her roj bi komkujiyeke û êrîşên nû re, rû bi rû dimînin. Lê ji sala 2015’an û vir ve tişta ku hilweşiyaye tene siyaset a faşîst Erdogan û cûntaya qesra wî ye. Wê hesabê van komkujiyan bê pirsîn.

Qadên parastinê medyayê, destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mejiyeke xurt a jinan tê avakirin û bi îradeyeke xurt a jinê tên parastin. Desthilatdariya AKP’ê ku nikare vê îradeyê bişkîne, çawa li welatê xwe qetlîamên jinan normal dibîne, dixwaze qetilkirina jinên pêşeng ên gelê Kurd jî normal bike. Asta ku têkoşîna azadiya jinê gihîştiye ewqas xurt e ku serokê faşîst Erdogan û welatên din ên Kapîtalîst-Emperyalîst bi hev re di nava hevkariyeke li dij-şoreşê de ne, ji ber ku ji têkoşîna azadiya jinê ditirsin ku li hemberî hebûna wan ya serdest a mêr rawestin. Ev welatên ku bi dewleta Tirk a faşîst a metinger re tifaq çêkirine, di serî de Fransa ye, niha jî rêveberiya Başûrê Kurdistanê ye ku xiyanet li gelê xwe dike û hikûmeta Iraqê.

Werin, em bi biryardarî têkoşîna yekbûyî ya jinan mezin bikin ta ku hesabê ji van qetlîamên siyasî were pirsîn. Firyal Silêman Xalid (Zelal Zagros) nûnertiya xet û têkoşîna rizgariya ji Rojava heta çiyayên azad û Başûrê Kurdistanê dike. Weke Rosa Luxemburg, Clara Zetkîn, Sara, Evîn, Yeliz, Şîrîn û Nagihan, ne tenê sînorên dewletên burjuvaziyê xêz kir derbas kirine di heman demê de, derbaskirina sînorên zihniyeta serdest a mêr jî derbas kirin. Em rêwî û şopdarê meşa xwişkên xwe ne. Bi armanca şoreşa jinê û sosyalîzmê em ê têkoşîna xwe ji bo şoreşa Sûriyeyê ya demokratîk her tim mezin bikin. Û em ê bi serkeftinên nû hesabê van qetlîaman bipirsin.

Bimre Faşîzm û Dewleta Tirk a Dagirker!

Bijî Şoreşa me ya Jinê Rojava!

Şehîd Firyal Nemir e!

Jinên Komînîst ên Şoreşger (JKŞ)”