27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima û çawa çiya hat hezkirin?

Çima, çawa û kê ev çiya da hezkirin ku ji bonê bimirin, xwe fîda bikin, bibin canfîda, li vî welatî, li Kurdistana bêqeder û bêsiûd? Li binê van deviyan, li ber kevir-berqef û di şikeftan de, bi mehan tî û birçî, bê kinc û sol çawa îdarekirin, derdê spî û kêçan çima kişandin?

Li Kurdistanê dema ku her kes ji çiya direviya û digotin: “Ev der ciyê gumgumoka ye. Encex gumgumok lê bijîn.” Dîsa digotin, “gumgumok jî ji vira direvin, em ê li vira çi bikin?”

Çima, çawa û kê ev çiya da hezkirin ku ji bonê bimirin, xwe fîda bikin, bibin canfîda, li vî welatî, li Kurdistana bêqeder û bêsiûd? Li binê van deviyan, li ber kevir-berqef û di şikeftan de, bi mehan tî û birçî, bê kinc û sol çawa îdarekirin, derdê spî û kêçan çima kişandin, dev ji ser doşekan berdan?  Ev sebir ji ku? Ev çi hezkirin e? Çawa derket holê? Sêhra-sira vê çi ye? Çawa, çima, jin, mêr, zarok, canciwan, rêncber, karker, şivan, cotkar, xwendekar, mamoste, bijîşk, general, prof’an. Xewn li xwe, jiyan li xwe herimandin, terka doşeka pembû û hirî kirin, kevir û lat kirin nivîn.

Ev hezkirin ji ku tê? Çawa hat afirîn? Gelo em li ser qet fikirî ne?

Dibe ku bersivên me tevan ne yek be. Dizanim bersiv cur be cur in. Lê ya dilê xwe bibêjim. Her çiqas sedem tev di yekê de; di mêtingeriyê de bi cî dibe jî; ji bo ravekirin û analîzê rewş motaci rohnayîkirinê ye. Dîsa rewşa serdestî û bindestiyê jî rehek jêneger e. Yanî mirov dikare li ser du rehên bingehîn rewşê rave bike; neteweyîtî û çinayetî.

Lê bivê nevê çîroka “pisîk û mişkan” tê bîra mere. Dibê li gundekî pisîkek pir jîr hebû, nedihişt mişk çavên xwe vekin. Rabû mişkan civînek li dar xistin ku çareyekê bibînin, rewş wiha rave dikirin: “Bêhna me zû diçiyê, em li ku bin, em hew dinerin ku pisîk hat, li ba me amade ye, yanî pir jîr û lezgîn e!” Piştî guftegot û nîqaşan yekî pêşniyazek kir: “Em zengilekî di stûyê pisîkê xin, her wisa em ê her tim ji ciyê wê agahdar bin û tevdîra xwe bigirin!” Ev di cî de hat pejirandin, lê her kesî bi şaşwazî li nava çavên hev nerîn: “Baş e, ew ê kî zengilê di stûyê pisîkê xe!” Rewşa me hebikî wisa bû. Lê Rêber, pêşîkêş, şerker derketin, rêxistin ava bû û Egîdan zengil xistin stûyê pisîkê/mêtingeriyê.

Rewşa bindestiyê: Fêhmkirin, hişmendî û zanîna bindestiyê, rewşa mêtingeriyê mirovên kurd xistin nava lêgerînê. Divê lêgerînê de rewşenbîr, zana, nivîskar û xwendekarên zanîngehê pêşîkêş bûn. Xwendekar bi navê xwe yê dilê gel “telebe” bûn rêber. Deriyê azadiyê vekirin û evîna razayî ya dilê ciwan, extiyar, jin, zarokan û kurdan vekirin, ew şiyar kirin, rakirin ser lingan.

Lêgerîna azadiyê: Ev jî girêdayî jiyana bindestiyê ye. Jiyan tev nakokî bûn. Newekhevî, biçûkdîtin, tundî, qedexeya li ser ziman û nasnameyê, înkar û kedxwarî mirovên kurd xistin rewşa lêgerînê û rêxistin wisa bûn motacî, çare, derman û alavên têkoşînê.

Hezkirina ax, welat û gel: Zordestiyê jiyan pir asê dikir. Hinekan rev wek çare dîtin, lê hezkirin û girêdana ax û welêt dilê welatparêziyê xurt kir. Dema ku Rêberê gel li Kurdistanê kete lêgerînê, rewş weke “nexweşê mirî” ku ranabe dixuya. Du mînak bêçaretiya demê radixin ber çavan, axaftin li derdora vê ramanê ye, “em nabin tiştekî, tiştek ji me dernayê”. Mêtingeriyê wisa kiribû ku “bixwebawerî” tunebû: Li gundekî yextiyarek dibêje; “Lawo xêr di me, di civaka me de nemaye. Xwe bêheq aciz nekin, nebetilînin, çi dîrok, çi Kurdistan… Em mirî ne, ranabin.” A dudoyan, dîsa navsereyek dipeyive, darek hişk î riziyayî şanî dide; “Evdile dest jê berde, rewşa me mîna vî darê hanê ye. Îhtîmala ji nûve şînbûna darê hanê çi be, îhtîmala rizgariya me jî ew qas e.”

Rewşa kesayetiyê: Kurdbûn biçûkdîtin, netiştbûn, nehejabûn bû, rewşek malkambax bû. Divê mirov ji kurdbûnê bireve, yan na tu nabî mirov. Heyraniya serdestan a ereb û tirkan a rojavayiyan li pêş bû. Ji bo ku tu bibî mirov, divê tu ne kurdbûna yî! Paşdemayîn bû, divê bihata guhertin, terbiye bibûna ku tevayê dinyayê jî ev qebûl kiribû. Kurd di lêgerînekê de bûn; ev çi hal e, ev çi hat serê me, Xwedê û civak, mirov çi ji me dixwazin! Xaka me, dewlemendiya sererd û binerd a me, çand a me, çima em bêwar û bêkes in. Çima, cî û warên me ewqasî fireh, lê em bêstar in. Li ser erda ewqasî bêserî û bêdawî, di bin ev ezmanê bêsînor de çima ciyekî me nîne! Deriyê mizgeft û daîreyên dewletê ji me re girtî û em bêziman û bêzeman, zimanê me, hebûna me qedexe û rewşa xerab, jiyana xerab a bêdawî. Pirs zêde ye, lê encam nîne, bersiv bê encam. Em di esargê, em di feqê de ne. Lêgerîna bersiva van rewş û pirsgirêkan berê me kurdan da rohnayiya ku Rêber û hevalên wî bi ked, xwêdan, xwîn û peyva xwe rê şanî me dan. Ev rêya nasnameyê ye, çiya nasnamaye me ya ku hatiye înkarkirin, qedexekirin e. Jixwe bi çend zimanên biyanî û cîranan kurd tê wateya çiya, çiya jî tê wateya hebûn, evîn û azadiyê. Lewra me zû deng li dengê lehengên xwe veda. Ê wele çiya li me, em li çiya tên. Û em ê çiya weke hebûn û azadiya xwe bibînin û jê hez bikin.

Tevayê rêyan berê xwe dabûn çiyayan. Çiya, warê qedîm ê bêxwedî û bêxwedî. Çiya hêlîna hebûn û azadiyê êdî rohnî, her tişt zelal!  Çiya bangî me dikir, azadiyê, rohnayiyê, hebûn û zanînê bangî me dikir. Evînê bangî me dikir. Ma mirov, ma kurd, ma însan karibûn li hember vî dengî  bêhelwest, guhpênedan bimînin. Lal peyivîn, kor biçav bûn, guhê keran vebû. Bi derziyê taht û lat hatin kolan, dilê tazî riya azadiyê neqişand, nexşa mirovahiyê rengîn bû.

Me ji çiyê hez kir, çiya ji me. Jixwe ji destpêka hebûnê ve ev wisa bû, bi derengî be jî me yara xwe dît; çi karker, çi gundî, çi jin, çi mêr, çi ciwan çi xwende, rewşenbîr, bijîşk, parêzer, akademisyen, berê xwe dan yara qedîm. Wexta ku General Ezîz Eqrawî ligel emrê xwe yê pêşketî çiya kir armanc, dîroka welêt rave kir û bi ber re jî fêkî, tar û tûr, nexasim bamya ji şervana re çandin, welat azad bûbû, ev nişana hebûnek pîroz bû ku dil disot ligel gelek lehengên emirdirêjî nenas. Bila her şad bin; kê rê vekir; Rêber, Serok, heval, rêxistin, hezkirina dil, ked û xebat, ked afirîna abadîn, xwîn xwîna zelal û em meşiyan.

Ev meş hê didome, dê bidome; heta evîn û abadînê. Navê jiyanê ye berxwedan, azadî û Kurdistan.

Xebat û berxwedana me rewşek wîsa mirovîn û demokratîk avakiriye ku jî cîhanê re bûye mînak. Mîrov dîzane ku li ser vê axê şoreş pêkhatiye, şoreşa têgihîştînê, ya zîhnîyetê; mînak civînên gel ên li nav civaka me ne ku rehmetê li demokrasiya dêrîn a Agora dixwîne. Her kes qala demokrasiya yewnan û Agora dike. De bila kerem bikin werin Kurdistanê, li nav kurdan demokrasiya hemdem û pêşketî bibînin; li gel girtin, talan, gazên kîmyewî û mirinê.

Bila ev ristê ji dilê girtiyekî diyarî welatê ku çiya ye, be; em ji te hez dikin, wele, bi sed Qur’anî…

Welato                  

Min bêriya te kir

Min bêriya qesela te kir

Min bêriya bêhna qesela te kir

Qesela payîzî

Gihayê hişk ku nezar û newalan

Dike Bihuşta Zehra

Dewar û pez / di tavheyvê

Di hênekahiya sibehê de tê de diçêrin

Tew ku baraneke payîzî lê bê

Ez qilçixkî wê bimêjim

Ku em li ber deviyekê yan jî mêwekê rûnên

Bi qaça

Goşik tirî yan jî qemçik hejîr bixwin

Destên me tev mezeloqî

Rahêjin nanekî ceh

Herin ser çem

Gepik nan û qulpik av

Gepik nan û qulpik av

Pez hatibe ser ava esirî

Û bêrî be jî

“Mere şivan bi çi nas dike..?”

Tasek şîr

Ku ji guhanê bizinê nûh hatibe dotin

Werê germ

Weke şîrê diyê..!

Weke ava heyatê..!

Ava nemirinê..!

Welato..!

Min çiqas bêriya te kir

Weke zarokê bêriya şîrê diya xwe kiribe..!