6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li Kobanê tundiya li ser jinê bi girseyî şermezar kir

Gelê herêma Kobanê di çarçoveya rêzaçalakiyên 25’ê Mijdarê de bi meşeke girseyî tundiya li dijî jinan şermezar kir.

HPC-Jin, di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de meşeke girseyî li dar xist. Bi hezaran kes ji xelkê Reqa, Minbic, Tebqa, Mesûra, Girê Spî û Kobanê beşdar bûn.

Girse ji Qada Jin a Azad dest bi meşê kir û heta Qada Şehîd Egîd meşiya. Girseyê di meşe de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hildan û diruşmên ′Jin, Jiyan, Azadî′ berzkirin.

Li Qada Şehîd Egîd meş vegerî mîtîngê. Li wir endama rêveber HPC-Jin a navçeya Eyn Îsayê Zehîde Elî axivî û got: “Bi boneya 25′ê Mijdarê; Roja Têkoşîna dijî Tundiya ser Jinan a Cîhanê em jinên di girtîgehan de û jinên li herêmên dagirkirî li hember zulmê li ber xwe didin silav dikin û tundiya li dijî wan şermezar dikin.”

Zehîde Elî Wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her desthilatdariyê xwestiye jinê bê hêz bihêle û di şexsê wê de jî civakê bi paş bixe. Lê em wek jin me xwe bi fikra Rêber Apo çavê xwe ronî kiriye. Mînaka wê Bêrîtan, Zîlan û Jîna Emînî ye ku ji nû ve nûbûnek dan jinê. Va ye jina Kurd di Kobanê de zihniyeta DAIŞ′ê û çeteyên wê têk birin.. Em ê heta dawiyê li ser pêyan bin û têkoşîna xwe bilind bikin.”

Meş bi diruşma ′Jin, Jiyan,Azadî′ bi dawî bû.