12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel ji bo Meşa Azadiyê amade ye

Di civînên gel ên têkildarî Meşa Gemlîkê de ku wê sibe li Amedê dest pê bike, ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyam werin dayîn.

Li navçeyên Amedê ji bo Meşa Azadiyê ku dê sibe bê lidarxistin bi gel re civîn hatin kirin. HEDEP, TJA, DBP û MED TUHAD-FED’ê têkildarî Meşa Azadiyê ku dê ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve were lidarxistin, li avahiya HEDEP’ê ya Peyasê bi gel re civîn lidarxistin.

Hevserokê HEDEP’ê ya Amedê Abbas Şahîn, Parlamentera HEDEP’ê ya Amedê Ceylan Akça û gelek welatî tev li civînê bûn. Li eywana civînê pankarta “Ji birêz Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatibû daliqandin.

Hevserokê HEDEP’a Amedê Abbas Şahîn di civînê de got ku Abdullah Ocalan paradîgmaya “Konfederalîzma Demokratîk” pêş xistiye û wiha got: “Dîrokê careke din piştrast kir ku birêz Ocalan mafdar e. Di nava mercên herî baş de jî ji bo pêşeroja gelê xwe afirand lê me tişta tê xwestin nekir. Pêwîste ev gel piştgiriyê bide Ocalan. Tecrîd, êdî gihiştiye asteke wisa ku bandorê li hemû gelên Rojhilata Navîn dike. Em weke gel dikarin bi parastina nirxên xwe wî rizgar bikin.”

Parlamenter Ceylan Akça jî destnîşan kir ku tenê kurd dikarin pêşiya vê erdnigariyê vekin û ev tişt anî ziman: “Ji bo vê çirûskek bes e. Divê em peywira xwe ya ji bo Ocalan pêk bînin. Şerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê tenê bi paradîgmaya Ocalan dikare bi dawî bibe.”

Di civînê de welatiyekî jî got ku ew dev ji têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bernadin û wiha dom kir: “Weke kesên can û malên xwe feda kirin û gundên wan hatine şewitandin, Rêbertiya me dest ji vê dozê berde jî em dev jê bernadin. Ez bi tenê bim jî ez dev ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernadim. Em weke 40 milyon kurd mafên xwe dixwazin û dest ji azadiya Rêbertiyê xwe jî bernadin.”

Piştre jî nameya Ocalan a 21’ê kanûna 2010’an hate xwendin û civîn bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Navçeya Rezan

Bi heman awayî li eywaneke dawetê ya navçeya Rezanê jî bi gel re civîn hat lidarxistin. Hevseroka DBP’a Amedê Şîrîn Gurbuz, parlamentera HEDEP’ê ya Amedê Halîde Turkoglû û rêveberên partiyê jî tevlî civînê bûn. Li eywana civînê pankarta “Ji birêz Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatibû daliqandin.

Hevseroka DBP’a Amedê Şîrîn Gurbuz bal kişand ser Meşa Azadiyê û wiha got: “Divê Rezan jî rola xwe ya di vê meşê de bilîze û her kolanê veguherîne qada berxwedanê. Em sibe saet di 14.00’an de li Koşuyoluyê kom bibin û ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Rakirina tecrîdê bes nake, divê ji hêla fîzîkî ve jî birêz Ocalan azad bikin. Bila bi rola xwe ya dîrokî rabe û ber bi Gemlîkê ve bimeşe.”

Parlamentera HEDEP’ê ya Amedê Halîde Turkoglû jî bal kişand ser girîngiya meşê. Turkoglû, got ku Abdullah Ocalan 25 sal in li ber xwe dide û wiha pê de çû: “Em dixwazin tecrîdê bi dawî bikin û birêz Ocalan azad bibe. Divê em tevek ji bo vê bi rola xwe rabin. Tevî hemû zextan jî em ê meşa xwe li dar bixin. Heta ku tecrîd ranebe, dê azadî neyê vî welatî. Bêhiqûqtî ji ewil li ku dest pê kiribe divê mirov ji wir dest pê bike. Lewma divê em tecrîdê bi dawî bikin. Divê em li her derê qala tecrîdê bikin. Heta ku tecrîd ranebe tu kes ji me azad nabe. Ev meseleye meseleya gel e. Tekane rajeva me, têkbirina tecrîdê ye.”

Bismil

Li avahiya HEDEP’a Bismilê jî bi gel re civîn hate lidarxistin. Tevî Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray û hevşaredarên Bismilê yên qeyûm li şûna wan hatine tayînkirin, gelek welatî tevlî civînê bûn. Li eywana civînê pankarta “Ji birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” hate daliqandin.

Yaray, di civînê de got ku gelê kurd dixwaze Rêberê xwe di nav xwe de bibîne û ev tişt anî ziman: “Çavê cîhanê dê li meşa Gemlîkê ya sibe be. Mafê tu kesî nîne vê meşê asteng bike. Çi dibe bila bibe em ê vê meşê li dar bixin.”

Hevserokê DBP’a Amedê yê berê Hayrattîn Altun jî di axaftina xwe de bang li her kesî kir ku sibe tevlî Meşa Azadiyê bibin.

Welatiyên tev li civînê bûn jî destnîşan kirin ku bêdengiya li hemberî tecrîdê tê wateya erêkirina tecrîdê.