Li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê, pêşmergeyê bi navê Herîwan Hisên ku hefteyek berê winda bûbû û agahî jê nedihat girtin, li avahiyekê mirî hat dîtin û cenazeyê wî rakirin morga nexweşxaneya li bajar.
Li gorî nûçeya ku Rojnewsê der barê mijarê de daye, pêşmerger Hisên zewicandî bûye û sedema kuştina wî nayê zanîn. Der barê mijarê de tu daxuyaniyeke fermî ji aliyê rayedarên Herêma Kurdistanê ve nehat dayîn.