13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Modernîteya Demokratîk ji bo çareseriyê konferansa li dar xist

Akademiya Modernîteya Demokratîk bi dirûşma "Hunera Azadiyê-Rêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedana Kolektîf" li Baselê konferans li dar xist. Konferans dê 3 rojan bidome.

Konferansa “Hunera Azadiyê-Rêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedana Kolektîf” a Akademiya Modernîteya Demokratîk li bajarê Basel ê Swîsreyê destpê kir. Konferans dê heta 19’ê Mijdarê dewam bike. Konferans li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Baselê pêk tê û ji Ewropa, Efrîka, Latîn Emerîka û Asyayê nûnerên gelek rêxistinan tevlî dibin. Di konferansê de wê krîza modernîteya kapîtalîst, rêyên çareseriya krîzê û perspektîfên çareseriyê bêne nîqaşkirin. Bi konferansê tê xwestin ku valahiya navbera tevgerên civakî yên li parzemînên cuda bê dagirtin, perspektîfên hevpar bêne berfirehkirin û xetên berxwedanê yên stratejîk bêne avakirin. Di konferansê de wê paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê nîqaşkirin.

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dan destpê kir û bi navê Akademiya Modernîteya Demokratîk Bêrîvan Yîgît destpêkê axivî.

Bêrîvan Yîgît bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku paradîgmaya Abdullah Ocalan îro li nava gelên cîhanê deng vedaye. Bêrîvan Yîgît got, “Hêzên ku îro ji çar aliyên cîhanê hatine vê derê, wê tecrûbeyên xwe yên herêmî, girîngiya têkoşîna hevpar û avakirina cîhaneke nû nîqaş bikin. Bêguman di navenda vê nîqaşê de wê paradîgmaya Rêber Apo hebe.”

Ji Akademiya Modernîteya Demokratîk Alî Çîçek jî ragihand ku yek ji armancên bingehîn ên konferansê mezinkirina têkoşîna enternasyonalîst e. Konferans bi panela bi sernavê “Perspektîfên tayînkirina çarenûsa xwe ya neteweyan û di sedsala 21’ê de xweserî” dewam dike.

Bernameya roja 2 û 3’yemîn ên konferansê bi vî rengî ye:

18’ê Mijdarê roja Şemiyê

09:30 – 13:00 Karên atolyeyê

– Dîrok û berxwedan: Kulîlkên veşartî yên modernîteya demokratîk

-Ji perspektîfa jineolojiyê azadiya jinê û sosyalîzma demokratîk – Di sedsala 21’ê de têkoşîna çînî ya di ser neteweyan re

– Konfederalîzma Ciwanan a Demokratîk: Li dijî modernîteya kapîtalîst di têkoşînê de ciwan

–  Demokrasiya Xwecihî û Ekolojî

16:15 – 18:30 Panel:

Li bakur avakirina xweseriya demokratîk – tecrûbe û fikir

19:00 – 21:30 Çalakiya çandî

19’ê Mijdarê roja Yekşemê

09:30 – 11:00 Panel: Fikrê sosyalîzmê – ber bi nûbûnekê ve

– Sedsala 21’ê: Serdema Şoreşa Jinê

– Israra li ser sosyalîzmê israra li ser mirovahiyê ye

11:30 – 15:30 Rêxistinî û enternasyonalîzm

– Tecrûbeyên altenatîf

– Li Kolombiyayê avakirina hêza gel

– Li Fîlîpînan perspektîfên rêxistinbûna şoreşgerî

– Ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê destketî, zehmetî û perspektîf