5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nesîmî Kalkan piştî 30 salî ji girtîgehê derket

Girtiyê nexweş Nesîmî Kalkan ku sala 1992’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê hatibû girtin, piştî 30 salî ji girtîgehê hate berdan.

Girtiyê nexweş Nesîmî Kalkan ê ku di sala 1992’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê bi hinceta “xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” hatibû girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket.

Nesîmî Kalkan, li ber deriyê Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hate pêşwazîkirin. Kalkan pişt re bi malbata xwe re ber bi navçeya Cizîr a Şirnexê re çû. Kalkan li gundê Bazift ê navçeya Cizîrê jî ji aliyê rêxistina HEDEP’a Cizîrê, endamên TUHAY-DER’ê û Meclîsa Dayikên Aşitiyê û malbata wî ve bi govend û tilîliyan hate pêşwazîkirin.

Kalkan ê nexweşê Çolyakê ye, di Girtîgehên Bûrsa, Edîrne, Tarsûs, Sîlîfke, Tekîrdag, Dîlok, Amed, Şirnex, Mêrdîn û Erziromê de maye. Kalkan herî dawî di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê de dihat ragirtin.