18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serîlêdan kirin

Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Her wiha birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinên serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di 2 salan de 10 cezayên ‘displînê’

Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan ê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 5 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin.

Tevî hemû serlêdan û îtîrazan jî sedema cezayên disiplînê û hejmarên dosyayan bi parêzeran re nayên parvekirin.

Di encama serlêdanên parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê yên ji bo Dadgeriya Înfazê ya Bursayê de, dadgeriyê diyar kir ku di 18’ê tebaxa 2021’ê de ji bo 3 mehan, di 3’yê sibata 2022’yan de ji bo 3 mehan, di 31’ê gulana 2022’yan de ji bo sê mehan û di 9’ê îlona 2022’yan de jî ji bo 3 mehan cezayên disiplînê hatine birîn.

Parêzeran di 10’ê tîrmeha 2023’yan de serlêdan kiribû û dadgeriyê di 19’ê tîrmeha 2023’yan de bersiv da. Dadgerî bêyî ku dîroka wê diyar bike, da zanîn ku cezayekî disiplînê yê ji bo 3 mehan hatiye birîn. Parêzeran herî dawî jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de ji bo hevdîtina bi malbatan re serlêdan kir. Dadgeriyê di 13’ê cotmehê de bersiva serlêdanê da û diyar kir ku li Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê disiplînê hatiye birîn.

Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyayê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da.