19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cindirêsê bûye Helebçeya duyemîn

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdûlah Ocalan a Sûriyeyê Bedran Hemo diyar kir ji bo ku dewleta tirk naxwaze sûcên wê aşkere bibin, nahêle ku alîkarî û rêxistinên navdewletî derbasî navçeya Cindiresê bibin.

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdûlah Ocalan a Sûriyeyê Bedran Hemo  di destpêka axaftina xwe de ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî û ji birîndaran re şifa xwest.

Hemo destnîşan kir ku yek ji herêmên ku herî zêde ji erdhejê zirar dîtiye Efrîn û bi taybet navçeya Cindiresê ye û wiha got: “Navçeya Cindiresê bi dîroka xwe ya kevnar tê naskirin. Lê niha li navçeya Cindiresê bi hezaran birîndar, qurbaniyên erdhejê û bi sedan kes jî hîn di bin kavilan de ne. Heta niha tu saziyên navneteweyî alîkarî nedane Cindiresê. Em niha dikarin bibêjin ku navçeya Cindiresê bûye Helepçeya duyemîn. Tiştên ku Erdogan dike, ne kêmî yên Sedam Huseyîn e.”

Bedran Hemo di dewama axaftina xwe de diyar kir ku sedemên bêdengiya hêzên navneteweyî û nedayîna alîkariyê hene û wiha domand: “Şerm e ku hêzên navneteweyî alîkariyê nadin navçeya Cindiresê. Her wiha dewleta tirk nahêle ku alîkarî derbas bibin. Sedema vê yekê jî heye. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze kiryarên wê yên ku li navçeya Cindiresê pêk tîne, veşartî bimîne. Ji ber ku dema rêxistinên navneteweyî bikevin Efrînê wê sûcên dewleta tirk bi hemû rastiya xwe re aşkere bibe. Dewleta tirk dixwaze demografiya Cindiresê biguherîne. “

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdûlah Ocalan a Sûriyeyê Bedran Hemo di dawiya axaftina xwe de bang li pêkhateyên Ereb ên ku berê li Efrîn û bi dagirkeriyê re hatine Efrînê kir ku nekevin bin bandora lîstokên dewleta Tirk û got: “Dewleta Tirk dixwaze dijminatiyê di navbera Kurd û Ereban de çêbike. Ji ber ku gelê Kurd û Ereb ji berê ve di vê herêmê de bi hev re dijiyan, divê dijminatî di navbera Kurd û Ereban de çênebe.”