7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP alîkariyê digihîne destê mexdûran

Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê bi hevkariya hinek rêxistinên sivîl li Hewlêrê dest bi komkirina alîkariya ji bo mexdûrên erheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kir. Welatiyên Hewlêrê piştgiriya xwe anîn ziman

Di 6’ê Sibatê de 2 erdejên bi pileya 7.6 û 7.7 li Bazarcixa Mereşê ya ku navenda erdhejê bû pêkhat. Erdhejê bandora xwe li gelek bajarên Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Suriyeyê kir. bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest da û bi sed hezaran kes jî birîndarbûn. Her wiha kesên di bin kavilande mane jî gelek in.

Erhej li dû xwe gelek maxdûriyetên piralî hişt lê ya herî girîng ew bû ku mudaxaleya yekemin de Dewleta Tirk a AKP-MHP’ê pêywira xwe bi çih neanî û derî li ber mirinan vekir. Ji despêka erdhejê heta niha gel bixwe xebatên xwe yên alîkariyê dimeşîne.Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê li gel sazî û hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê dest bi kampanya komkirina alîkariyê kiriye û heta niha gelek kesan piştgirî dayînê.

Divê Başûrê Kurdistanê tevlî kampanyeya HDP’ê bibe

Welatiyên Hewlêrê piştgiriya xwe ya ji bo kampanya alîkariyê ya ji aliyê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê ve ji bo mexdûrên erdhejê re dayî destpêkirin anîn ziman û gotin: “Kampanya HDP’ê ya ji bo komkirina alîkariyê ji bo birayên me yên  li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye û divê hemû xelkê Başûrê alîkariya xwe pêşkêş bike. Ji ber ku armanca HDP’ê ewe ku alîkariyê bigihîne destê mexdûrane.”

Welatiyê Hewlêrê Remzî Cewher piştgiriya xwe ya ji bo kampanya HDP’ê ya ji bo mexdûrên erdhaja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê anî ziman û got: “Gelê Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê tûşî karasatek mezin bûne. Niha pêwîstiya wan bi alîkariya me heye. Lewma erka her ferdekî Kurde tevlî vê kampanyayê bike. Alîkariyê pêşkêşî kampanyayê bike.”

Remzî Cewher diyar kir ku divê hemû welatiyên Başûrê Kurdistanê tevlî kampanyeya ji aliyê HDP’ê ve hatiye destpêkirin bikin, ji ber ku wê bibawerî HDP alîkariyê bigihîne destê mexdûran erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê.

Welatiyê Hewlêrê Çeto Beranetî ku endamê KNK’ê ye wiha axivî: “Alîkarîkrina mexdûrên erdheja Ii Bakur û Rojavayê Kurdistanê erkek neteweyî, olî û mirovî ye. Ji ber ku Bakur û Rojavayê Kurdistanê xizmên me ne û niha bêmal û halin. Lewma erka me ye pêwîstiyên mirovî û madî pêşkêşî wan bikin.”