4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çiqas xweş e berxwedan

Ew gav yek bi yek mezin bûn û veguherîn serkeftinê. Gelê kurd bi berxwedanê careke din helwesta xwe nîşan da. Bi govend, şahî, dirûşm û stranên xwe, bi meş û çalakiyên xwe heqîqeta berxwedanê careke din nîşanî tevahiya gelê cîhanê da.

Li bakurê Kurdistanê gelê kurd hilbijartineke dîrokî li pişt xwe hişt.  Beriya hilbijartinê bi meşa azadiyê bayê berxwedanê bilind bû. Di 8’ê adarê roja jinên kedkar ên cîhanê de felsefeya jin jiyan azadî veguherî ala berxwedana jinan. Ji gerîlayên azadiyê mizgîniya serkeftinê hat. Di Newrozê de pîrozbahiyên bi heybet pêk hatin û agirê Newrozê atmosfera giran belav kir. Di hilbijartinan de jî gelê kurd serkeftineke mezin bi dest xistin. Bêguman tu serkeftin jixweber çênabin. Di riya serkeftinê de her çalakî dibe tuxlayek û her gotin dibe heqîqet. Çend dîmen hebûn ku hem rihê berxwedanê didan der û hem jî ev serkeftin çawa pêk hat nîşan dida.

Di çalakiyên Wanê de xortek di navbera du polîsan de bi serbilindî û şanazî dikenî. Polîsan li gorî xwe serkeftinek bi dest xistibûn û ew dixistin binçav. Lê tiştek ji bîr dikirin. Ew kenê di rûyê wî xortî de di hişê hezaran xortên din de vediguherî serhildanê. Ew ken dibû bayê serhildanê û li kolanan dizîvirî. Û ew ken dibû peyama mizgîniya azadiyê. Ew ken dibû remza serfiraziyê. Wan polîsan nizanibûn ku ken çalakiyeke şoreşgerî ye û ew şoreş bi keziyên hezaran jinan, bi keda milyonanan hatiye ristin.

Roja hilbijartinê welatparêzek wekî dîwarekî pola li hemberî artêşa dagirker diçikiya, li nav rûyê leşkeran dinêrî û dipirsî “Biaxive! Tu ji ku derê yî?” Leşkeran ji şerma nekarîn serê xwe rakin. Nekarîn bersiv bidin. Wî welatparêzî li hemberî leşkerên ku hêza dewletê hemû li pişt wan e tenê bi mafdariya xwe pirsek dikir. Pirseke hêsan lê ewqasî biwate. Baweriya welatparêzekî şirnexî bi ser hemû çekên leşkerekî tirsonek re dihat. Hêza welatparêzî di mêzîna gelan de ji hêza hemû artêşan girantir dihat. Pirseke ji rêzê di nav lêvên welatparêzekî de vediguherî heqîqeta welat û gelekî. Welat û gelekî serbilind… Welatek û gelekî hezkiriyê berxwedanê.

Li kolanên Agirî, di nava eywanên dibistanên Agirî de rêveber û namzetên DEM Partiyê li nava çavên leşkerên riya Agirî nizanin dinêrtin û digotin “Diz heye!” Diz li ser sûc hatibûn girtin. Dizan bi sûcdariya xwe dizanibûn lewma rûyê wan nedigirt serê xwe bilind bikin. Herî baş diz bi xwe dizane çiqas dizî kiriye, herî baş kujer dizane çend mirov kuştine, herî baş sextekar dizane çend caran mirov xapandine. Herî baş wan leşkeran dizanibûn çiqas sûc kirine.

Bi qasî kujer, qurban jî dizane çiqas êş kişandiye, bi qasî sextekar mirovên hatine xapandin jî dizanin çiqas zerar kirine, bi qasî diz, mirovên hatine şelandin jî dizanin çi ji wan hatiye dizîn. Ya herî baş jî dizane gelê kurd e. Gelê kurd dizan jî, sextekar û kujeran jî baş nas dike û di heman demê de berxwedanê jî baş dizane.

Yek ji mîmarê tevgera azadiyê Mazlûm Dogan di zindanên dagirkeriyê de dirûşma TESLÎMIYET DIBE ÎXANETÊ, BERXWEDAN DIBE SERKEFTINÊ berz dikir. Îro ev dirûşm bûye hîmê têkoşîna azadiya gelê kurd. Di vê hilbijartinê de jî rihê berxwedêr xwe da der û bi ser ket. Ne dek û dolabên wan fêde kirin ne jî artêşa dagirker a ku deng bi kar anîn. Dema berxwedan hebe tu hêz nikarin li hemberî rastî û heqîqeta têkoşînekê bisekine. Jixwe heke ew berxwedan bi kenê xortekî, bi tilîliyên dayikekê, bi gotinên welatparêzekî, bi eşqa keçeke ku bi kelecan dibeze pêşiya erebeya anonsê were xemilandin û ristin êdî kes nikare li hember bisekine.

Meşa azadiyê gav bi gav berxwedan rist. Meşvanan yek bi yek di ser dewsên dîrokê re derbas bûn. Ew dewsên ku bi zanîn û berxwedana hemberî zordaran hatibûn neqişandin. Ew dewsên ku di di nava xwe de hezar çîrok û bîranîn diveşartin. Ew dewsên ku di nava xwe de hîmên berxwedana gelekî vedişart.

Ew gav yek bi yek mezin bûn û veguherî serkeftinê. Gelê kurd bi berxwedanê careke din helwesta xwe nîşan da. Bi govend û şahiyên xwe, bi dirûşm û stranên xwe, bi meş û çalakiyên xwe heqîqeta berxwedanê careke din li Wanê nîşanî tevahiya gelê cîhanê da.

Dewletê xwest dest deyne ser îradeya gelê kurd. Lê gel daket kolanan û li vîna xwe xwedî derket. Li bajar û navçeyan gel li kolanan bertek nîşan da. Li dijî xespkirina vîna xwe serî hilda. Bi sedan kes hatin binçavkirin, dîsa jî yek gav paş ve neavêt. Bi têkoşînê bi berxwedanê biryara şaş da betalkirin. Piştî betalkirina şaş gel daket kolanan û serkeftina xwe pîroz kir. Ciwanên ku berî saatekekê panzer û toma didan ber keviran, li pêşiya heman toma û panzeran govend gerandin.

Tomaya ku bi ser çalakgeran de av direşand di cihê xwe de disekinî. Ew polîsên ku erîşî çalakgeran dikirin û gule ber didan, ji temaşekirina coşa gel pê ve nekarîn tiştek bikin. Û bi sedhezaran kesan govend digerandin û kêfa berxwedanê dijiyan. Ez bawerim hemûyan di dilê xwe de digot, ÇIQAS XWEŞ E BERXWEDAN!

Herî dawî jî dîmenên ciwanên ku kolan paqij dikirin man. Gotinên ciwanan dibû nexşeriya heqîqeta berxwedan û şêwaza jiyanê: “Şaredarî ya me ye! Me xera kir em ê ava jî bikin.”