30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Kurd û Kurdistanî daketin qadan

15’ê Sibatê sala 1999… Di encama lîstîk û planên hêzên komploger a ku ji 4 mehan zêdetir berdewam kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hat kirin.

Hêzên Gladyoya-NATO’yê bêguman wisa ne ji nişka ve 15’ê Sibatê hildibijartin. Wek tê zanîn ku yek ji serhildana dîroka Kurdistanê ya bi herî nav û deng jî Berxwedana Şêx Seîd û rêhevalên wî ye. Destpêka serhildana Şêx Seîd 15’Sibata 1925’an e. Jixwe wisa xuya dike ku hişmendiya hêzên komploger dîroka destpêka berxwedana Şêx Seîd de hewl dan peyamê bidin gelê kurd.

Bêguman her çiqas ku feraseta desthilatdar a hêzên hegemonîk ketibe nav hesabên bi vî rengî jî di kêliyên ku Rêberê Gelê Kurd ji Naîrobiyê hat revandin de, hema bêjin li her bajarekî kurd li ser lingan bûn.

Şeva ku 15’ê Sibatê bi 16’ê sibatê ve girê dida; li ser ekranên MED TV’yê xebera ku demeke dirêje ji Rêberê Gelê Kurd agahî nayê girtin, derbas dibû. Di wê kêliyê ku ev xeber hat belavkirinê de, li tevahiya Kurdistanê û cîhanê belav dibû û agir dikete mal û dilê bi milyonan kurdan.

Jixwe ji serê meha sibatê ku Rêberê Gelê Kurd ji Rûsyayê revandin Naîrobiyê, gel jî li her paytexteke welatên Ewropa û Rojhilata Navîn çalakî li ser çalakiyan dikir. Lê bi roja 16’ê sibatê re êdî her cih bajarekî Kurdistanê û li her paytextên mîna Atîna, Moskovayê û gelek welatên Ewropayê kurd û dostên xwe li ser lingan bûn.

Şeva 15’ê Sibatê ku bi alîkarî û planên dewletên hegemonîk dewleta tirk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji balafirgeha Kenyayê revand û piştî 6 saet û nîvan di nîvê şevê de balafir gihaşt Stenbolê.

Ev rêwitiya Rêberê Gelê Kurd ku 129 rojan berdewam kir di encama berjewendî û lihevkirina dewletên komploger re bi dawî dibû. Jixwe hê Grava Îmraliyê di 4’ê Sibata ku Rêberê Gelê Kurd li Îmraliyê bû hatibû valakirin û girtiyên di wir de şandinbûn hin girtîgehên din.

Dema ku Ocalan ji balafirê dadixistin û dibirin Îmraliyê, 16’ê Sibatê di saetên nîvro de serokwezîrê tirk Ecevît ê ku wê piştre bi gotina “Ez fêm nakim çima Ocalan radestî me kirin” tê bibîranîn, derket li hemberî qamerayan û got “Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê ye.”

Piştî vê gotina Bulent Ecevît hemû metropolên li Kurdistan, Tirkiye û her cihên ku kurd lê dijîn rabûn ser pêyan û êdî serhildaneke nû li ber derî bû.

Li aliyekî di rojnameya Ozgur Polîtîkayê de manşeta ‘êdî gotin qediya, dora çalakiyê ye’ hatibû nivîsîn û li aliyên din jî li dehan welatên cîhanê li sedan bajarên wê çalakî pêk dihatin. Bi yek dengî navê Rêberê Gelê Kurd dihat qîrkirin. Ji Afganistanê heta welatên Kafkasyayê, ji Qanada heta Avûstrûlyayê û ji Ewropa heta Rojhilata Navîn bi deh hezaran kes, hesap ji hêzên komploger dipirsiyan.

Kesên ku heta wê rojê navê kurdan ne bihîstî bi çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd, kurd û dîroka wan nas dikirin û ji wan haydar dibûn.

Li gel dewleta tirk hêrsa gel li hemberî dewletên komploger ên wek Amerîka, Rûsya, Kenya, Yewnenistan, Israîl û dewletên Ewropayê jî zêde bû.

Li gelek bajarên Almanyayê yên wek Frankfurt, Dûsseldorf, Stuttgartê meş çalakî û protesto hatin kirin.

Di van rojên ku dê mîna ‘Serhildanên 15’ê Sibatê’ bihatana bi navkirinê, çalakiya ku hevkariya Israîlê têxiste hedefa xwe li paytexta Almanya ya Berlînê pêk hat.

Di vê çalakiya bêîteatiya Sivîl a ji aliyê komek ciwanên kurdistanî ve di 17’ê sibata sala 1999’an de li dijî konsolosxaneya Israîlê pêk hat, bi kuştina 4 welatparêzan bi encam bû.

Peywirdarên li ber deriyê konsolosxaneyê gule berdan ser welatparêzan û li heman cihî welatparêzên bi navê Sema Alp, Mustafa Kurt, Ahmed Acar û Îsmaîl Yurtsever li cihê çalakiyê, Sînan Karakuşê 20 salî jî 10 roj şûn de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Di heman bûyerê de 18 kes jî birîndar bûn.

Agirê serhildanê ji Efrîn, Mahabad, Amed, Hewlêr, Qamişlo heta Serhedê tavahiyê Kurdistanê dabû ber xwe.

Di dîroka Kurdistanê de kêlî û rojên herî krîtîk dihat jiyîn. Dema mirov bala xwe dida van çalakiyên gav bi gav li gelek welatên cur bi cur pêk hatî de ev serhildana dîrokî ya gelê kurd jî baştir were ber çavan.

Tirkiye û bakurê Kurdistan

Bi agahiya axaftina serokwezîrê tirk Bulent Ecevît re tevahiya bajarên Bakur bûne yek ji qadên çalakî û serhildanê. Li hemû kolan, tax û navçeyên Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Wan, Dêrsim û tevahiya bajarên Kurdistanê leşker û polîsan bi çekan êrîş dikir;  jin, ciwan û gelê kurd ji bo Serokê xwe li ber xwe didan.

Li metropolên Tİrkiyeyê yên wek Stenbol û Îzmîrê polîsan bi sedan ciwanên kurd binçavkirin, îşkence dikirin û xistin girtîgehê. Li tevahiya Tirkiyeyê tenê di çend rojên hefteya 15’Sibatê de bi hezaran kes hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Ligel van kiryarên wek girtin, îşkence û kuştinê gelê kurd paş ve gav neavit.

Îran û rojhilatê Kurdistan

Li gelek bajarên Îranê û bi taybetî li bajarê Senendica rojhilatê Kurdistanê gel rabû ser pêyan û serî hildan. Serokwezîrê Rejîma Îranê Muhammed Hatemî her çiqas ku hewl dabe pêşiyê li vê serhidanê bigre jî, nikaribû. Çalakiyên 15’ê Sibatê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd bi mehan li Îran û Rojhilat  berdewam kirin.

Ermenistan: Li Ermenistanê jî kesên ku radestkirina Rêberê Gelê Kurd protesto kirin çalakî pêş xistin û li paytexta Êrîvanê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî serhildana xwe berdawam kirin.

Avustralya: Li Sîdneya Avustralyayê ji 50 kesî zêdetir çalakvan berê xwe dan konsoloxaneya Yewnenistanê û ev der bi dest xistin. Di vir de polîsan ji 9 saetan zêdetir hewldan têkevin konsolosxaneyê û êrîş birin ser çalakvanan.

Avusturya: Li Viyanayê çalakvanan, berê çalakiya xwe dan balyozxaneyên Yewnenistan û Kenyayê û bi rojan di avahiya balyozxaneyê de li ber xwe dan.

Qanada: Di roja 15’ê Sibatê de bi sedan çalakvan li ber avahiya konsolosxaneya Yewnenistan ya li Vancouverê li ser pêyan bûn û her wiha gelek çalakiyên cur bi cur li Qanadayê kirin.

Danîmarka: Li Kopenhagê bi dehan çalakvan li ber avahiya Komisyona Ewropayê kom bûn û ketin hundir.

Fransa: Li Parîsê bi sedan çalakvan berê xwe dan ber konsolosxaneyên Kenya û Yewnenistanê. Her wiha li bajarê Strazburg û Marsîlyayê gelek çalakvan li ber konsolosxaneyên Yewnenistanê kom bûn û çalakî pêk anîn.

Yewnenistan:

Jixwe li her welatên ku çalakî lê dihatin kirin bi gelemperî gel berê xwe didan ber konsoloxaneyên Yewnenistanê û çalakî û protestoyên xwe li hember hevkariya dewletê pêk dianîn. Li Atînayê bixwe jî bi hezaran kurd kom bûbûn hesabên radestîkirina Rêberê Gelê Kurd ji dewleta Yewnan dipirsîn. Ji deh hezaran zêdetir gelê yewnan ji ber radestkirina Rêberê Gelê kurd derketin kolanan û hesab ji dewleta xwe dipirsîn. Li ser van protesto û çalakiyan jî serokwezîrê Karê Dervce Theodoros Pangalos û serokwezîrê karê hundir Alekos Papadopoulos îstîfa kirin.

Îtalya: Li Mîlanoyê çalakvanan berê xwe dan ber konsolosxaneya Yewnenistanê û di vir de bi cîh bûn.

Rûsya: Li Moskovayê bi sedan çalakvanan li ber avahiya balyozxaneya Yewnenistanê kom bûn. Bi hefteyan çalakiyên li hin bajarên Rûsyayê jî berdewam kirin.

Amerîka: Ji New Yorkê heta gelek eyaletên din çalakî, protesto û xwepêşandan pêk hatin.

Ji çar aliyên Kurdistanê heta gelek welatên wek Japonya yên cîhanê çalakî, xwepêşandan, protesto pêk hatin kurd û dostên kurdan li hemberî radestkirina Rêberê wan ji dewletên komploger hesap pirsîn.

Yek ji kesên ku bi helbestên xwe banga serhildanê li gelê kurd kir, helbestvanê kurd Şêrko Bêkes e ku di sala 2013’an de jiyana xwe ji dest dayî bû.

Di wan rojên reş ên 15’ê Sibatê de li  ser ekranên MED TV’yê Şêrko Bêkes bi van rêzikan banga serhildanê dikir:

“ Ev der Silêmanî ye,

Ev çend roj in xemgîniyeke mezin xwe li vî bajarî pêça ye.

Li ber çavê cîhanê Ocalan birin,

lê dê nikarîbin ruhê kurdan teslîm bigrin.

Wê nikarîbin Amedê ji Silêmaniyê veqetînin.

Newroz bê agir dibe?

Dikarin Gola Wanê zuha bikin?

Ev der Silêmanî ye û hemû dilên li vî bajarî wek sêvên darê dilerizin,

Ji tenêtiya miletekî xemgîn dibin.

Ev xemgîniyeke neteweyî ye.

Min xewna perperokekî dît.

Ez nagirîm û çavê min li Amedê ye.”

Hewceye bêgotin ku her yek ji van çalakî, protesto û serhildanên kurd û dostên kurdan ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat; rê li ber encamên wek a Şex Seîd û Mihemed Qazî girt.

Hêzên Komploger di çerçovaya plan û projeyên xwe yên li ser Rojhilata Navîn de gav bi gav operesyonên xwe pêk dianîn û di vê çerçoveyê de amadekariya destpêka ku êrîşî Rojhilata Navîn bikin, dikirin. Bi teslîmkirina Rêberê Gelê Kurd re her wiha hewldan ku senaryoyên xwe yên li ser Iraqê jî têxin meriyete.

Rêberê Gelê Kurd di parêznameyên xwe de bala dikşîne ser sedemên radestkirina xwe ya Tirkiyeyê vê pêvajoyê jî weke destpêka ‘Şerê Cîhanê yê sêyemîn’ pênase dike. “Di navbera senaryoya dagirkirina Iraqê û radestkirina min de têkiliyeke xurt heye. Ya rastî, bi operasyona li dijî min tevgera dagirkirinê dest pê kir. Heman xusûs ji bo dagirkirina Afganistanê jî bi vî rengî ye. Ya rastî, ji bo bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin gaveke girîng û pêşî operasyona li dijî min e. Ecevît badilhewa negot “Min bi tu awayî fêm nekir ka çima Ocalan radestî me kirin.” Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi kuştina Prensê Awusturyayê ji aliyê milletperestekî sirp ve dest pê kir, bi awayekî ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ jî bi operasyona li dijî min dan destpêkirin.

Di berdewama axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd balê dikşîne ser planên hêzên hegemonîk ên di çerçoveya Şerê Cîhanê yê sêyemîn de û vê tiştê dibêje:

“ Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ rastiyek e û bi giranî navenda lê diqewime cografya Rojhilata Navîn û atmosfera wê ya çandî ye. Em bi tenê li bûyerên li Iraqê diqewimin binêrin û navenda ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ lê gur bûye temaşe bikin, em ê bibînin ku bûyerên li vir diqewimin têkiliya xwe bi welatekî re nîne. Ji ber ku bûyerên li vir pir aşkere nîşan didin ku têkiliya wan bi hebûn û berjewendiyên hêzên hegemonîk re heye. Kengî Îran bi temamî bêtesîrkirin, li Iraq û Afganistanê aramî wê pêk bê, Çîn û Amerîka Latîn êdî nebin tehlûke, belkî ev şer bi dawî bibe. Ango ev şer hê li nîvî ye. Dibe ku ev şer bi kêmanî hê deh salên din (li gorî pîlanên dawî û stratejîk ên NATO’yê) dewam bike. Di çarçoveya zanistên civakî de rast nîne ku mirov bibêje, bi awayekî vebirî wê wisa bibe, lê bi îhtîmaleke xurt wê wisa bibe. Carinan dîplomasî û carinan jî wê şîdet zêde bibe. Bi krîzên ekonomîk ên bi kontrol û dijwar wê destwerdin rojevê. Carinan wê pêşektiya qadan biguhere, lê bi vî awayî yan jî bi awayekî din şer bi giştî wê li gelek qadan pêk bê. Eger ev xwezaya bingehîn a şer li ber çavan were girtin, hingê baştir wê bê fêmkirin ka çima operasyona 1998’an a li dijî min di çarçoveyeke navneteweyî de hatiye meşandin û çima operasyona herî mezin a Gladîo’ya NATO’yê ye. Bêguman di şerên mezin de timî hêzên hegemonîk bi ser nakevin, gel jî dikarin gelek tiştan bi dest bixin. Heta hêzên hegemonîk ji aliyê sîstemîk ve dikarin têk biçin, gel jî dikarin ji aliyê sîstemîk ve bi ser bikevin.”

Di 15’ê Sibatê sala 1999’an de Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî hat girtin û di Grava Îmraliyê de hewldan heps bikin. Hezên komploger jixwe re digotin ku vayê êdî me serokê kurdan têxista zîndanê û em ji PKK’ê jî xelas bûn. Êdî em dikarin plana xwe ya li ser Rojhilata Navîn têxin meriyetê!

Lê li gel tecrîda girankirî û pergala Zîndana Îmraliyê ya bi salan jî, Rêberê Gelê Kurd dê bi rê û rêbaza xwe ya berxwedanê û bi felsefeya xwe ji tevahiya gelê kurd û gelê Rojhilata Navîn re bibe ronahî…