3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li hemberî turk-î nîzam, nîzam-î gelê demokratîk!

Di aliyê sosyolojk de jî dema mirov li meşên girseyî yên Kurdan dinêre, mirov dibêne ku tenê meşa fîzîkî nine, meşa hişmendî û têgihiştinê heye. Ev jî riyên azadî û demokrasiyê vedike.

Li Kurdistanê, hem mirov, hem hişmendî bi çek bûye û li dijî faşîzma sed salî tedikoşe. Hilbajirtinên 31’ê Adarê jî, yek ji wan serdemên ku ne komên xelkê, hişmandiya Kurd rabû serpiyan e. Bedena ku li çiyayê Agirî, di gora betonî de hate metfûnkirin, rabû ser piyan û hem bedenî, hem jî hişmandî têkoşiya.

Kurdan, vê carê jî da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd girêka Girêka Kor nine. Îspat kir ku Ocalan Girêka Kor vekiriye û heqiqet jî, bi aqilê mirovan mezin dibe. Aqilê têgihiştî ku heqîqata li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê mezin kir, sinorên xwe gerdûnî kirine. Vî aqilî da xuyakirin ku cîhan li dora Turk-î Turan, Turk-î Îslam nazîvîre. Lewma keyandina meşka jiyanê jî, di destê dewşîrmeyan de nine.
Eşkere bû ku dînamika guhertina li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê jî Kurd in.
Ev jî tiştekî tesadufî nine! Kurdan, hêz û dînamîka guhertinê jî paradigmeya Ocalan girt. Ev paradigme bû nefesa Kurdan. Ev zanistek e û li pey vê zanistê, dîroka 5 hezar salan heye.
Balkêş e, bavê dewşirmeyên Îttîhat û Terakî Enver Paşa ye. Netewparêz bû. Lê milletê wî û welatê wî nebû; dîse jî, li hemberî objekîtiya tarî, şer kire hêvî, îro jî, dewşirmeyên AKP MHP bi heman zihniyetê şer dikin. (serketina vê zihniyetê dibin lêpirsînê de ye) Wan dîroka fermî kiriye ol, li kursiyên zanîngehan, li mizgeftan weke xutbê didine xwendin. Zaningehên ku li ser navê mirovaniyê ne axivin, ji zanistê dûrdikevin. Mizgeftên ku nebin cihê xêrxwazî û wek ku her roj cejn e, aştî tifaqa navbera gelan nexwazin, ji olê dûrdikevin. 0Dîroka Ittihat û Terakî wek her serdemê, di vê serdemê de jî bêrûmetiyê dijî…
Abdullah Ocalan jî zilamê dewletî ye, lê dewleta wî nine. Li hemberî neçareseriyê, îrade pêşxist, bû pêşengê pêşketin û serketinê. Her fikrên wî weke riya bidestxistina nirxên paşerojên mirovaniyê û çareseriya pirsgirêkan tê dîtin.
Ev tê wateya xwedî derketina li mîrateya dîroka rast û pêşxistina teorîyek nû. Ocalan, manoste ye. Hem pêşengê rabûna ser piyan e, hem jî pêşengê gihiştina têkbirina Dehakan e.
Têkoşîna 50 salî û hilbijartinên 31’ê adarê, encama vê fikrê ye û pêwiste weke tez cûda cûda werin nirxandin.
Gelek nivîskar û rojnamevanên Tirkiyeyê, behsa “fotomanên bajarên Kurdan” dikin. Bêguman mebesta wan helwesta Kurdan a li Wanê bû. Lê di kûrahiya mêjiyê wan de, hem berxwedana Kobanê heye, hem berxwedana 8 bajarên li bakurê Kurdistanê heye. Eger fotoromanên bajarên Kurdan bi dîmenên di ajansan de cih girtine, werin tomarkirin, pêwiste kumpasa Doza Kobanê ne yê jibîrkirin.
Kumpasa Doza Kobanê, bêyî teşbîhê, kiryarek Nazîstî ye! Eger mikur neyên jî, ev synonîme lugatî ye û mikurhatin e. Otorîteya akademîk zorê li wan dike. Bi gotinên veşartî jî balê dikişînin ser dînamîka kurdan a guhertinê.
Xala duyemîn, êdî bikaranîna ola îslamî bandore li Kurdan nake. Desthilatdatdariyê, “ol” kiriye bingeha nakokiyên hurmet û muhabeta komên xelkê. Ol ji hêviya komên xelkê dêrxistine, kirine îdoelojiya desthilatdariya xwe. Dixwazin şaristaniya Kurdan, a gelên Anatola û gelek caran a cîhanê jî dikine malê xwe. Ev kuştina felsefe, îdolojî û baweriyan e.
Ne muxalefet û ne zaningeh li dijî vê yekê dernakevin. Komara(!) Tirkiyeyê li ser bingeha 6 tîran hate avakirin. Komar, gel, laîktî, netewperestî, dewletbûn û inkîlap! Balkêş e, sed sal in antî-komarî, antî-gel, ant-î laîktî, ant-î inkilap heye; tenê dimîne, dewletbûn û netewperestiya hişk.
Ji bo ku van “tîran” di mejiyê mirovan de, bi taybetî di mêjiyên ciwan û zarokan de bi cih bikin; 19’ê Gulanê weke ceja ciwanan, 23’ê Nîsanê jî weke cejna zarokan fermî kirin. Îdeolojiyek muphem, seyyal û mubalexe!
Piştî demekê bi pêşengiya Başbûg Alpaslan ku xwe kire bavê Tirkan û paşnavê “Turkeş” li xwe kir, li mefkurê-hişmendiya netewperestiya tirk; 9 tîrêjên ronahiyê avêtin hole. Li gel 6 tîrên Mustafa Kemal, nasyonalîzma Missolînî mînak girt û “ulkucû, ahlak, zanist, gundîtî, rizgarî, kesayet û karsazî ”jî zêde kirin. Ev bîrdoz teva, encama mêjiyê nexweş in û dixwazin ji bo Kurdan jî bikin “gora betonî”!
Encama vî mêjiyê nexweş, her dem bav, kalit, ecdadê tirkan derketine hole. Bi vî rengî dixwazin Turk-î mîzam bidin qebûlkirin. Lê cîhanî ev bîrdoz rast nedîtiye û Turk-î nîzam, nîzama dewşîrme qebûl kiriye. Mustafa Kemal xwe kire ATA, Ismet Înonu xwe kire ŞEF, Alpaslan xwe kire BAŞBUX, Erdogan jî xwe kiriye REÎS! Ev misyon teva ji bo temam kirina sîstemek dîroka meşrû ya cîvakî ye. Lê teva, berhemê Îstîbarata Tirk-Ergenekonê ne. Ji formatên laboratuarî ya parwedehiyê dûr in. Di dîroka sed salî de, ev zewatên bûne ecdadên dewşirmeyan, ji aliyê gelan ve hatine redkirin. (Dîroka hilbijartinên li Tirkiyê neynika vê rastiyê ye)
Balkêş e, mîratzadeyê Turkeş, Dewlet Bahçelî, ji ahlak û zanist û kesayeteke bi rûmet dûr, bûye gurê ku çêlîkên xwe dixwe. Edî hatiye fêhmkirin ku îdeolojiyek lanetkirî, nikare bi gotinên retorîk, bi gotinên wateya wan pîroz serketinê bidest bixe.
Erdoganê epîlepsîk, jî 4 teliyên xwe kirina ala Turk-î nîzam. Yek dewlet, yek ziman, yek al û yek millet!
Sed sal in ku Turk-î nîzam ne hatiye sazkirin û hemû rejîmên totalîter, ketine nava cehda lêgerînên nû; lê yekî jî pergala faşîzmê derbas nekiriye. Erdogan jî dixwaze helbesta vê doktrîna-bîrdoza lanetkirî binivîse.
Zaningeh, dibistan û brokrasiya ku heta doh bû, li cejna zarokan a 23’ê Nîsanê, li cejna ciwanan a 19’ê Gulanê xwedî derdiketin, îro, ketina nava cînnet-dînîtiyê û buhranê dijîn. Hem netewepestiya 6 tîran red dikin û hem diparêzin; hem nasyonalîzma Musollînî û Salazar a 9 tîrêjan red dikin, hem diparêzin. Bi taybetî 4 yekrêzên Erdogan diparêzin. Bi vî aqilê tevlîhev, di tifaqa egoîstî de cih girtine û weke di timarxaneyê de, li dora xwe bizîvîrin û xwe dubare bikin, bûne kevirê faşîzma serdemê.
Xala seyêmin, ku piştî hilbijartinên 31’ê adarê kirina benîşt-qajikê devê xwe; gotina”Kurdên AKP’yî” ye. Ev gotina fosîlî, ji aliyê fosîlên berê Kurd, ku îro bûne golikên paçxwar û di nava AKPê de cih girtine ve tê bikaranîn. Bi gotina pêşiyan; bi sunda bêfûtî, ji bilî Kurdên Kurdan, Kurdên tukesî nînin. Kurdên li derî Kurdên Kurd, hem AŞÎL in, hem Hespê Truva ne! Hem Qasim in, hem Reyber in, hem Beko Ewan in!
Gelê Kurd, 3 serdemên mirovaniyê; Serdema xwedawendan, serdema qehremanan, serdema mirovaniyê dijî. Hem lehengiyek xwedawendî nîşan didin, hem qehremaniyek destanî dijin û hem jî serdema mirovaniyê bi hemû nirxên wê dijîn. Sedema ku min behsa 3 serdamên mirovaniyê kir; operasyona dawî ya lehengên azadiyê ku li Başûrê Kurdistanê, li dijî dagirkeran kir e. Ez vê operasyonê bi navê “şerê mezin û encamê “ binav dikim. Bi gotina Marx;”kesê aşînayî dîrokê be, li hemberî vê serkeftinê şaş nabe.” (Marx. Pirsgirêka Rojhilat)

Gelo cûdatiya serdema AKP/MHPê ya “dewleta norm” ji serdema Hîtler çiye? Hîtler qanûn “mulga” kiribûn û fermanên wî qanûn bûn. Navê serdema xwe jî kiribû “nasyonal soyalîzm.” Erdogan navê sosyalîzmê bikar nayîne, lê gotina yekyekan kiriye kilîda faşîzmê.
Ev hîpotez-bîrdozek ku akademisyenên Tirkiyeyê, rejîna Hîtler û rejîma Erdogan ji her alî ve bikin bi lêpîrsînê ye. Dema ku akamdemisyen, bîrdozê bigirin dest, pêwiste anatomî û fîzyolojiya gelên li Tirkiyeyê, bi taybetî ya gelê Kurd li ber çavan bigirin.
Divê ev kes, helwesta Erdogan û Bahçelî, nivîskar, rojnamevan, siyastemedar û teorîsyênên Turk-î nîzam ku gelê Kurd ji her alî ve, bi “terorê” sucdar dikin, netewperestî û faşîzma ku sed sal in, bi gotinên retorîk û gotinên xwedî nirxên pîroz, bi pêşdixin, lê bingeh nagirin, li ber çavan bigirin û ji her alî ve bînin beramberî hev.
Kurd, li hemberî gotinên ku bûne faşîzma Turk-î nîzam, gotinên, azadî, demokrasî, wekhevî, edalet, aşîtî, jiyana bi rûmet bikartînin.
Nexweşiyên civakî, bi mêjiyê desthilatdaran dest pê dikin. Hilbijartinên 31’ê adarê, bu Hekîm Loqman! Turk-î nîzam “negative nasname ye”, sed sal in, navê “komarê” tê bikar anîn li komargerî nine. Ji bo vê jî divê ev hilbijartin weke “mîsyonek dîrokî” bên dîtin. Divê dogmatîzma yek zilamî ku faşîzm e, bi taybetî ji aliyê muxalafetê ve were fehm kirin.
Muxalafeta Tirkiyeyê, ji sedî 90, biqasî tifaqa AKP/MHP/Huda Par /Ergenekon metirsînî ye. Lê ev nijadperestî ne modên gelên li Tirkiyeyê ne. Mêjiyê nexweş ê Dogu Perînçek ku xwe wek sosyalîst û komunîst bi nav dike, lê ji faşîstekî bêhtir faşîzmê diparêze, gelo ji mêjiyê Musolînî û Salazar cûda ye? Grafîka partiya Dogu Perînçek, hemû baweriyên bi soyalîzmê baweriya bi dewleta sosyalîst tune kirine.
Gelê Kurd, hêzên demokratîk yên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê, eniyên stratejîk zeft kirine. Dive di çarçoveya gelê demokratîk û rêveberiya herêmî de, bi felsefeya li dijî Turk-î nîzam, bi felsefeya nîzam-î gel, û fesefeya komargeriya rasteqîn, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê serdest bikin.