3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ewil çûn ser gorên zarokên xwe

Li gelek bajaran bi hezaran malbat ewil çûn ser gorên zarokên xwe û cejna wan pîroz kirin.

Bi hezaran malbat bi minasebeta Cejna Remezanê li Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûn li goristana gorên xizmên xwe yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Malbatan ewil çûn ser gorên zarokên xwe û cejna wan pîroz kir.
Mexmûr
Şêniyên Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piştî nimêja cejnê çûn ser goristanê û ji wir jî derbazî Saziya Malbatên Şehîdan bûn. Şêniyên Mexmûrê yên ku piştî serdana goristanê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûyîn cejna hev pîroz kirin û banga wekheviya xwişk û biratiya gelan kir.
Piştî ku xelkê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan kombûn, li wêderê ser navê xelkê wargehê Mela Elî Sipêrtî axivî.
Rojava
Li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Cejna Remezanê bi serdanên Pakrewangehan destpê kir. Di berbanga sibehê de li bajarên Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Til Birak, Tirbesipiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê, Şedadê, Hol, Dêrazor, Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê, Efrîn-Şehba, taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên Helebê serdana Pakrewangehan hat kirin. Malbatên pakrewanan, gaziyên şoreşê, rêveberên partî, sazî û dezgehan û bi hezaran kesan gorên şehîdan ziyaret kirin, gul danîn ber wan û dua kirin. Li pêşiya pakrewangehan jî şekir hatin belavkirin.