4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sê gund di bin avê de man

Li Wanê ji ber barana zêde li ser sê noqteyên rê herî şemitî û rê li trafîkê girt. Ji ber baranê sê gund jî di bin avê de man.

Li Wanê baran du roj in dibare. Ji ber barana zêde li sê noqteyên cuda herî herikî ser rê. Axa ku bû herî û şemitî ser rê, rêya Wan-Colemêrgê li trafîkê girt. Li aliyê din ji ber berfa di saetên şevê de bariyayî, ajokar û bi zor û zehmet li bihurekên Kurubaş û Guzeldereyê derbas bûn. Ji ber barana zêde, li hinek gundan jî av rabû. Komên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser îxbarê çûn herêmê av lê rabûne. Hat zanîn ku gund di bin avê de mane.