3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cîrana min

Cîraneke  (hevaleke) min heye, ez ji wê pir hez dikim, Navê wê Medîna ye, em jê re dibêjin Medê. Di dile wê de tu xerabiyek tune ye, her dem dev li ken, alîkar û wek xwişkek min e. Lê car caran li ser hesêw diçe, dixwaze bila hemû kes dilşad bibin, xemgîn nebin, bi tena sêre xwe jî nebin. Lewma ew li derdora xwe dinêre kê/kî bi tena serê xwe ye, heman deqê de ji wan re yan mêrekî, yan jî jinekê dibine û dibêje; Hûn herdu pir li hev tên, tenê carekê bi xêra xatirê min bi hevdu re xeber bidin, dibe ku hûn li hev bikin.

Ew çiqas jî bibêje; Na heyran, ez bi tena serê xwe razî me, ez ji vê jiyana xwe hez dikim, bila wisa bimîne jî heta çendekê hevala min bêdeng dimîne, ew bi xwe geroke jî, heval û nasê wê jî pir in. Careke din dîsa dixwaze hinekan bike hevjînên hev.

Çend caran ji bo min jî wisa kir, got: “Naaaa, tu bi tena serê xwe yî, bi şev tiştek bê serê te hayê kesekê/î ji te nabe. Bila ji te re bibe hevalbend, karê mala te bike û tu jî cilên wî bişo, xwarina wî çêke, nan û av ke, ez dibêjim tenêtî ne baş e.”

Hevjînê wê jî her gav jê re dibêje; Heyran dev ji van berde, sibê û du sibê ew bi hev nekin wê bên li ber deriyê me, îca tu yê çawa bersiva wan bidî? Ew bi van gotina herdu guhên xwe jî ker dike, bi ya xwe dike. Êdî hevjînê wê jî naxwaze alîkariya wê bike.

Wan rojên borî, keçeke cîrana me li dervayî bajêr dixebite û hat dîtina diya xwe. Em hemû cîran çûn çavroniya dê û keça wê. Vir de û wê de heta danê êvarê em li wir man. Dure hemû kes vekişiyan malên xwe. Piştî du roj derbas bûn, me dît ku wa ye Medê hat. Em hemû dawetî mala xwe kirin. Di vê navberê de ez xwe bi xwe fikirîm, wa ye vê carê Medê keçika cîrana me re kesek peyda ne kiriye, ez ji ku zanim ez şaş difikirim? Em hemû li mala Medê civiyan, xwarin û vexwarin, ezet û hurmet, dawiya dawî me dît wa ye xortekî çeleng ji dervea kete hundir, tu qêmîş nakî lê binêrî.

Medê got; “Pîîî malêm qurbana bejna te be, tu kengî hatî? Qet haya min ji hatina te ya li vir tunebû; Ev lawê kurê meta min e.” Qet yek ji me jî van gotinên Medê bawer nekir. Me dizanîbû ku ew dixwaze keçika cîran û lawê nizam çi yê meta xwe bi hev bide naskirin. Xeber da xeber da, ne dev disekine, ne jî ziman.

Dawiya dawî keça cîrana me sibetirê bi serê şewqa sibê rê ket û çû. Medê jî pir xemgîn bû, li ber xwe ket. Min jê re got; “Lê lê nemayê, tu di nava me de van tiştan çêdikî, em ji te naxeyidin, lê dema hinek mêvan tên qet nebe dev ji wan berde, bihêle bila hemû kes a bi dilê xwe bikin, ne bi ya dilê te.”

Got; “Hûn qenciyan jî nizanin, ez ji bona hemû kesan qenciyan dikim lê dîsa jî ya ne baş ez im. Demekê wisa xeyidî ma, piştî çend rojan Medê ya me dîsa dest bi karê qenciyê kir.