4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Darizandina li ser kaxizê, yek faîl jî nehate cezakirin

Parêzer Kahraman Ozçagin diyar kir ku doza Komkujiya Dîgorê li ser kaxizê tê meşandin û bal kişand ser helwesta darazê û anî ziman ku faîl tên xelatkirin

Di salên 1993’yan de leşkeran li navçeya Dîgora Qersê ji welatiyan xwestin bibin cerdevan û ambargoya xurekê danî ser gund. Bi ser gelek malan de girtin û îşkence li welatiyan kirin. Di 14’ê tebaxa 1993’yan de li navçeya Dîgorê, welatiyên li dijî van zextan meşiyan û xwestin çalakiyê li dar bixin, lê leşker û hêzên polîsan ên taybet li ser welatiyan gule reşandin. Di êrişê de zarok, jin-ciwan, kal û pîr jî di navde 17 kes hatin qetilkirin û 63 kes jî birîndar bûn. Tevî ku derbarê 8 polîsên tîmên taybet ên bûn sedemê komkujiyê bi sûcên “kuştina bi zanebûn” û “hewldana kuştinê ya bi zanebûn” doz hat vekirin jî polîsekî tenê jî ceza negirt. Di biryara sala 2006’an hat dayîn de derbarê polîsan de bi hinceta “xweparastina rewa” biryara beraetê hate dayîn.

Malbatên 7 kesên hatin kuştin, ji ber “binpêkirina mafê jiyanê”, “Nerêvebirina lêpirsîneke bi bandor” û “darizandina dirêj” doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Piştre jî Tirkiyeyê diyar kir ku polîsan hêzeke zêde bi kar aniye û bi giştî 350 hezar euro tazmînat da malbatên 7 kesan.

Parêzerê Doza Komkujiya Dîgorê Kahraman Ozçagin, li ser darizandinên têkildarî komkujiyê û polîtîkayên necezakirinê axivî.  Ozçagin, diyar kir ku lêpirsîna piştî komkujiyê bi guhertina belgeyan di navbera saziyan de bi danûstandina evraqan 3 salan dewam kir û wiha got: “Destûra lêpirsîna derbarê tîmên taybet de encax 3 salan hate wergirtin. Piştî ku destûra darizandinê hate wergirtin, doz dest pê kir. Dema ez di sala 2003’yan de mudaxilî dozê bûm, kesê nedizanî ku ev doz tê lidarxistin. Di wê demê de 163 kesên ku hat diyarkirin beşdarî meşê bûne bi sûcê ‘qanûna xwepêşandan û meşan binpê kirine’ dihatin darizandin, mirov weke bersûc dihatin darizandin, tîmên taybet jî bi sûcê ‘kuştina bi zanebûn’ dihatin darizandin. Ji ber darizandina ewil, mirov ditirsiyan ku demeke dirêj şahidiyê jî bikin. Dema ez bi dozê re eleqedar bûm, min ferq kir ku dadgeh di salekê de 2-3 danişînan li dar dixe. Min ferq kir ku tenê belgeyên ku tên nîqaş dikin û darizandineke li ser kaxizê tê kirin. Min dît ku darizandin encam nagire û bir saziyên navnetewî.”

 ‘Otopsî jî rast nekirin’

Ozçagin, da zanîn ku serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku serî li DMME’yê dan hiqûqnas Kerîm Yildiz ê ji Ingilistanê hat, li herêmê 15 rojan bi malbatan re axivî û lêkolîn kirin. Me ferq kir ku otopsî jî hatine paşguhkirin. Hema bêje di otopsiyê de ew mirov ji bo çi hatine kuştin jî ne diyar e. Di darizandinê de encama ku me dixwest bi dest nexist, sedemê vê yekê helwesta darazê ya di komkujiyên kurdan de. Tu delîl rast û dirûst nehatin kom kirin, ev di evraqan de jî derket. Me xwest ku rojnamevan û amirên mulkî yên şahidên demê bên guhdarkirin û cihê bûyerê bê kefşkirin. Lê yek jî nehate qebûlkirin. Berovajî îfadeyên hêzên taybet me xwest li wir komkujiyeke çawa were kirin îspat bikin û dadgehê jî ji ber ku nexwest bûyer bê ronîkirin red kir. Derketibû holê ku polîsan di dema bûyerê de dîmen kişandine, dadgeh ji bo vê jî lêkolîn neke daxwaza me bi derengî xist. Pişt re di encama israrên me de hate lêkolînkirin.”

Axaftinên di qeydên kamerayan de

Ozçagin, anî ziman ku polîsên tevgera taybet di vîdeoyên mijara gotinê de heqaret li welatiyan kirine û wiha berdewam kir: “Tîmên taybet bêteredût ji kamerayên xwe re bêjin ku ji qadeke şer xenîmetê kom dikin. Hat îdiakirin ku li cihê bûyerê çek hene û qeydên wan hene, lê xwediyê tu ji wan çekan derneket. We kî kuşt û çek girt? Her kesên beşdarî meşê bûn gotin, mirovên bêçek in. Derket holê ku ew çek di demên din de hatine desteserkirin û weke ku ji wir hatibin girtin nîşan didin. Ji ber ku tê zanîn bûyer ji aliyê wezîfedarên cemaweriyê ve hatiye kirin,  destûr nedan xebatên me yên îspatê yên di vê mijarê de.”

‘Hem kuştin hem cezakirin’

Ozçagin, da xuyakirin ku di DMME’yê de doz bi lihevkirinê bi dawî bû û wiha pê de çû: “Dewletê lêborîn xwest û tazmînat da. Li DMME’yê bûyer bi tazmînatê encam girt. Li Dadgeha Ceza ya Giran a Qersê jî derbarê tîmên taybet de biryara beraetê da. Piştre bi sûcdariya ‘hewldana kuştina bi zanebûn’ a birîndaran hatibû sûcdarkirin, lê belê ji ber ku bi demboriyê re rûbirû ma, darizandin bi dawî bû. Tu faîlan ceza negirt. Zarok û keçên ciwan ên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hebûn. Gelek ji malbatan ji ber êşên zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan. Mirovan ji bo baweriya xwe bi darazê naînin neçar man koç bikin.”

Ozçagın, anî ziman ku di bûyerê de birîndarên ku di girtekê de cih nedigirtin jî hebûn û wiha got: “Welatiyekî beriya 3 rojan li gundê xwe dît, anî ziman ku guleya di dema bûyeran de bi destê wî ket jinûve derxistin. Dema min jê pirsî ku çima gilî nekiriye got ‘ez tirsiyam, min gilî nekir’. Bi rastî jî di nava dosyaya dozê de navê gundî cih nedigirt. Gelek bûyerên bi vî şiklî hene. Ji ber zextan mirovan birînên xwe li malên xwe dermankirine û gilî nekirine, serî li nexweşxaneyan nedane.”