22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka Revandina Binefşê

Seîdê Hondov (Bavê Hotê)

Kemal kurê apê bavê min bû. Mirovekî feqîr bû û hinekî guhên wî giran bûn. Xalê hecî Mihemed jî mervê me bû. Hecî Mihemed soz dabû Kemal ku keça xwe Binefşê bide wî.

Diya min digot zemanê berê hemû malbata wê biribû leşkeriyê û hema bêje kesek zilam ji malbatê li malê nemabû.

Diya min wê demê bi 4 gayan cot dikir. Hecî Mihemed jî mirovekî me bû û keçeke wî ya bi navê Binefşê hebû.

Hecî soz dabû Kemal ku dê Binefşê bide wî. Yanî Binefşê wekî nîşaniya wî dihate hesabê.

Carekê xalê hecî Mihemed û mirovekî din li ber dîwar rûniştine, diya min guhên xwe dide ser wan û dibîne ku mêrik dixwaze hecî Mihemed qayil bike ku keça xwe Binefşê bide kurê wî. Mêrik ji xalê Mihemed re dibêje ji xwe perê Kemal tune ye, ez ê ewqas qelen bidim te û keça xwe nede Kemal bide kurê min.

Dema diya min wan gotinan dibihîze gelekî hêrs dibe û di cih de vedigere malê. Diya min li malê bi birayê xwe hecî Ihsan re diaxive û jêre behsa hal û meseleya hecî Mihemed û keça wî Binefşê dike.

Dawî diya min Meyase ji birayê xwe Ihsan re dibêje; planeke min heye, divê tu jî alîkariya min bikî.

Ji birayê xwe Ihsan re dibêje tu dê biçî li filan şikeftê li hêviya me bisekinî ez ê biçim Binefşê birevînim û bînim wir.

Paşê diya min xwe digihîne Binefşê û jêre dibêje hal û meseleya bavê te wiha wiha ye.

Piştre ji Binefşê re got îşev xwe hazir bike ez te ji Kemal re direvînim. Pêşî Binefşê qebûl nekir xwe da wî alî vî alî lê diya min gef lê xwarin û ew qayil kir.

Êvarê em li malê ne, min dît diya min rahişt damançeya xwe xiste ber xwe û xwe ji derketinê re amade dike. Ez jî rabûm ku pêre herim, heta ji diya min hat sîleyek li nava çavên min da û got di ciyê xwe de rûne.

Paşê got bextereş di cihê xwe de rûnê, tuyê xelkê bi me bihesinî. Diya min derket û bû derengî şevê lê xewa min nayê ez li hêviya wê sekinî me. Berdestê sibê min dît diya min vegeriya malê.

Piştre me fêm kir ku çûye Binefş revandiye û biriye şikeftê teslîmî birayê xwe kiriye û paşê jî çûye Kemal ji xew rakiriye û ew biriye şikeftê ba Binefşê.

Kemal di xaniyekî biçûk de dijiya xaniyekî ku ji yek odeyê pêk tê, wekî kulubeyekê bû. Diya min bi şev diçe li derî dide lê Kemal ji xew ranabe, hem di xew de ye û hem jî guhê wî giran e.

Diya min dibîne ku Kemal ranabe hema radihêje kevirekî û li cama pencereya wî dide, kevir û camên şikestî dipekin li nava livînê Kemal dikevin.

Kemal bi tirs û bêhnefişk radibe ser xwe û dibêje çi bû, çi qewimî.

Diya min dibêje rabe ser xwe min xwestiya te revandiye. Kemal dibêje; Amojin çima û çi bûye ku te xwestiya min revandiye.

Diya min jêre dibêje; hadê zû biçe waye min Binefş revandiye û biriye şikeftê li wir teslîmî birayê xwe Ihsan kiriye.

Kemal diçe şikeftê û wan dibîne.

Paşê Ihsan, Kemal û Binefşê ji şikeftê derdixe û wan dibe gundê Gomê li wir teslîmî mala apê min Seîd dike.

Wiha jî êdî gel dikeve nava wan û wan li hev tîne. Diya min jineke wiha bihêz û wêrek bû û tucaran neheqî qebûl nedikir. Wê tucaran neheqî li xerîban qebûl nedikir îca nexasim ku Kemal û Binefş mervên wê bûn.

Bi saya serê dayika min Binefş bi kesê ku jê hez dikir re zewicî û nebû qurbana bazarên bavê xwe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê