spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

QSD’ê  bîlançoya êrîşên artêşa tirk ragihand

QSD’ê diyar kir ku êrîşên roja 6’an de 77 gund û bajarok hatine bombebarankirin. QSD’ê da zanîn ku çeteyan hewl dane êrîşî Zirganê bikin û di encama bersivdana hêzên wan de 6 çete hatine kuştin.

Bîlanço wiha ye: “Şikestina dewleta tirk ji encamên binkeftî yên êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere bûye. Ji ber vê yekê jî êrişên xwe bi awayekî hovane û derveyî pîvanan li ser deverên sivîl û jêrxaneya xizmetguzariyê berdewam dike, di demekê de ku gelê me li hember vê destdirêjiyê berxwedana xwe mezintir dike û em şanaziyê bi helwesta wêrek û birûmet a gelê xwe di heyama êrişên berdewam de nû dikin û em mafê xwe yê parastina gel bi hemû rêyên leşkerî yên rewa tekez dikin.

Di roja şeşemîn a êrişan de, dagirkeriyê zêdetirî 77 gund, bajarok û navendên sivîlan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin û komeke çeteyan di bin gera balafirên keşfê de hewl da êrişî herêma Zirganê bikin. Hêzên me li hember wan rû bi rû bûn û 6 çete ji wan kuştin.

Encama êrîşên dagirkeriyê yên saetên dawîn ên roja pêncşemê 24’ê Mijdarê û her wiha encamên roja înê 25’ê Mijdarê ev in:

24’ê Mijdarê

Eniya Zirgan bi 8 obus û 6 hewanan hat topbarankirin. Li gundê Bobê hewldana êrişa çeteyan hat têkbirin. Di pêvçûnê de 2 çete hatin kuştin. Piştî pêvçûnê çalakiyeke bi çekên giran li hember çeteyan hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 4 çete hatin kuştin. Bi giştî 6 çete hatin kuştin.

Qamişlo

Gundên Zorava, Xiwêtla, Mele Ebas, Şelûmiyê bi 7 obusan hatin topbarankirin.

Til Temir

Gundên Tewîla û Gozeliyê bi 14 obusan hatin topbarankirin.

Herêma Firatê:

Kobanê

Gundên Cîşan, Goran, Xirbîsan, Zorava, Til Ehmed Mûnîr bi 11 hewan, 2 guleyên tankan hatin topbarankirin.

Girê Spî:

Gundên Tepê Xan, Xalidiyê û gaziya Terad bi obus û tankan hatin topbarankirin.

Eyn Îsa – Tirwaziye

Bajarokên Um El Beramîl bi 3 obusan hat topbarankirin.

Minbic:

Gundên Elyanlî, Korheyuk, Ewn Dadat, Hoşeriye, Boxaz û Seyada bi 18 hewan û 5 obusan hatin topbarankirin.

25’ê Mijdarê

Herêma Efrînê: Gundên Samûqa, Til Ziwan, Til Madiq, Til Cîcan, Im Hûş, Minnix, Eyn Deqnê, Nêrebiye, Bêluniye, Dêrcimel, Şêx Îsa, Girê Meyasê, Merenaz, Şewerqa, Malikiye, Soxaneke, Qinêtirê, Girê Bênê, Tatmaraş, Tinnib, Elqemiyê, Îrşadiyê û bajarokê Til Rifat bi 406 obus, 39 hewan, 350 bombeyên bombeavêjan hatin topbarankirin.

Herêma Cizîrê: Til Temir

Gundên Dirdara, Til Tewîl û Tewîla bi obusan hatin topbarankirin.

Hol

Li Kampa Holê hemwextî gera balafirên keşfê yên Tirk, komek çete reviyan û piştî demek kurt ji aliyê hêzên me ve hatin girtin.

Herêma Firatê:

Kobanê

Gundên Zormexar, Cîşan, Goran, Xirbîsan, Ziyaret, Qeremox, Til Şeyîr, Siftek, Kor Elî, Çarixlî, Xerab Eto  Girê Miştenur û bajaroka Şiyux Foqanî bi obus û hewanan hatin topbarankirin.

Girê Spî

Gundên Huşan, Seyda, Ebdokê, Ebû Kurdo, Dibis, Koberlik, Îbrahîm Kurdî û rêya M4 a navneteweyî bi obus û hewanan hatin topbarankirin.

Eyn îsa

Gundê Siwêdiya bi 5 obusan hat topbarankirin.

Minbic

Çiyayê Hemam, gundên Hoşeriye, El Cat, Korheyuk, Seyda, Ewn Dadat, El Yanelî bi 15 hewan û 12 obusan hatin topbarankirin.”