9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polisan nehişt xizmên windayan aqûbeta Tahîr Elçî bipirsin

Polisan bi hinceta qedexeya Walîtiya Amedê destûr neda ku xizmên windayan di hefteya 720’an de aqûbeta serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bipirsin

Xizmên windayan, di heftyeya 720’emîn  de di çarçoveya çalakiya xwe ya “Bila winda ben dîtin û kuıjerên wan bên darizandin” de xwestin aqûbeta serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di sala 28’ê mijdara 2015’an de li ber Minara Çarlîng a li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû kuştin bipirsin. Dema ku xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê hatin ber Birdariya Mafê Mirovan a li Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezan polisan bi hinceta qedexeya çalakiyan a Walîtiya Amedê wan asteng kir û destûr neda ku çalakiya xwe ya vê heftê li dar bixin.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn, bertek nîşanî astengkirina polisan a çalakiya wan da û ev tişt gotin: “Îro em ji bo ku winda bêne dîtin û faîlên wan bêne darizandin di hefteya 720’emîn de wekî her hefte li vê derê ne. Mixabin ji ber qedexeya waliyê Amedê  ya dijhiqûqî  em nikarin çalakiya xwe pêk bînin. Wekî ku tê dîtin hêzên ewlehiyê yên bêhejmar qada çalakiyê xistine bin dorpêça xwe û ji çalakiyê re dibin asteng. Xizmên windayan bi daxwaza edaletê li vir bi salan e ev têkoşîna xwe bênavber didomînin. Dixwazin ku daxwaza wan asteng bikin. Me li dijî vê rewşê weke Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Amedê me doz vekiriye. Em ê pêvajoya xwe ya hiqûqî bidomînin.”

Di dawiya axaftina xwe de Abdullah Zeytûn, diyar kir ku wê heta dawiyê bi malbatên ku li windayên xwe digerin re bin û ev tişt got: “Em ê weke parastvanên mafên mirovan her dem li cem wan cih bigirin. Ev kiryarên ku kêfî têne kirin ne adilane ne.”