4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameya me hêjayî xelata Şerzan Kûrt hat dîtin

Di 12’emîn Pêşbirka Xelata Çîrokan a Şerzan Kûrt de rojnameya me Xwebûn hêjayî xelata “Kedê” hat dîtin.

Encamên 12’emîn Pêşbirka Xelata Çîrokan a Şerzan Kûrt ku ji aliyê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) ya Êlihê ve tê lidarxistin aşkera bûn. Ji bo pêşbirka ku bi armanca balkişandina ser binpêkirinên mafên mirovan û qezenckirina berhemên xweser ên wêjeyî tê lidarxistin 50 serlêdanên kurdî û tirkî hatibûn kirin. Lijneya hilbijêr ku serlêdanan nirxand serlêdanên hêjayî xelatê diyar kir.

Xelata Xwebûnê

Ji ber keda wê ya ji bo zimanê kurdî rojnameya me Xwebûn hêjayî xelata “Kedê” hat dîtin.

Xelatên kurdî

Di beşa kurdî ya pêşbirkê de ji aliyê jûriya ku ji Rengîn Kardelen, Bûrhan Tek, Mûrat Dildar, Ferhadê Mihemed, Şêxo Fîlîk û Omer Kûrt (Bavê Şerzan Kûrt. Deng bi kar neaniye) pek tê ve çîroka  bi navê “Qahwexane” ya Kenan Ormek û çîroka bi navê “Wesîqeyên Salih” a Mem Artemêt hêjayî xelatê hatin dîtin.

Xelatên tirkî

Di beşa tirkî ya pêşbirkê de ji aliyê jûriya ku ji Bîrgul Sevînçlî, Bûket Arbatli, Sûzan Bîlgen Ozgun, Merve Yakût, Şengul Canve û Nejla Kûrt (Dayika Şerzan Kûrt. Deng bi kar neaniye) pek tê ve çîroka  bi navê “Karadenîz” a Serdar Komurcu û çîroka bi navê “Cango” ya Eyyup Epekîncî hêjayî xelatê hatin dîtin.

Şerzan Kûrt

Şerzan Kûrt di sala 2010’an de dema ku li Zanîngeha Mûglayê dixwend ji aliyê polisan ve hat kuştin. Salek piştî kuştina Kûrt ji sala 2011’an ve ji aliyê Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Êlihê ve bi armanca balkişandina ser binpêkirinên mafên mirovan û qezenckirina berhemên xweser ên wêjeyî Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kûrt bênavber tê lidarxistin.