30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wateya cejna vejînê -I

Adil Qazî

Romaneke ku hê dawî lê nehatiye ye!” (Abdullah Ocalan)

Bi awayeke fermî çil û çar salê xwe qedand û dikeve çil û pênc saliya xwe de PKK.  Ji bilî vê mêjûya nivîskî, ango berî 27’ê Mijdara 1978’an jî pêvajoyeke heye ku esas bizirê vê tevgerê ji wan rojan ve hatiye avêtin. Ku em ji wir bihesibînin jî tam dibe pêncî sal ev Tevger derketiye rê.

Heta em hinek din jî lê bihizirin hê wê dirustir û rasteqîntir be. Lewra pênaseyek heye ku; her tevger bi rêberekê dest pê dike. Îcar ew rêber ku jidayîkbûna xwe ango ji zayîna ewilî ve di nav hizr û ramanên azadiyê de be! Yanê bi awayekî jî mêjûya vê Tevgerê digîhije heftê û sê salan. (bi gotina Serokatiyê) Nefes bi nefes heta vê rojê hatiye ev Tevger. Qet navber nedaye û em li ser vê esasî dikarin bibêjin nêzîkî qirneke tekoşîn bênavber didome. Loma ku Serok Apo dibêje: “Romaneke dawî lênehatî, helbestek e… berî nivîsê peyv hat gotin…” Di vir de jî ez dikarim bibêjim mêjûya Tevgerê vedibêje Serokatî. Yanê 27’ê Mijdara 1978’an de avabûna partiyê tenê îlankirina ew sê tîpên efsûn û zêrîne PKK. Lê belê heta digîhije vê merheleyê jî serdemek derbas dibe. Dîsa bi peyvên afirînerê vê Tevgerê Abdullah Ocalan; “weke di nava kevirê mermer de gul biçînî” aha bi vî awayî PKK vejiya û bû xwedî nav û nasname.

Dîsa divê ez bibîr bixim ku berî vê Tevgerê jî bi navên cûr bi cûr û li gelêk herêm û deverên Kurdistanê liv û lebat hebû. Tevger hebû. Serhildan hebûn, tekoşînên bêhempa hebûn. Loma ku rejîma dagirker her dem wek benîştê deva “bîst û heşt serhildan çêbûn tev têk çûn. Ev jî ya bîst û nehan e…” dibêje. Ango tenê bi avabûna komara tirk re heta sala hezar û nehsed û heftêyan 28 caran kurdan hewl daye xwe û xwestine dawî li wê jiyana kambax bînin. Lê sed mixabin her yek ji wan serhildan û raperînan herî zêde salek-du sal ajotibû. Piştî dîlgirtin an qetilkirina serokê serhildanê ew serhildan bi giştî têk çûn. Dîsa di her raperîn û serhildanê de herî kêm bi sedhezaran kurd hatin qetilkirin. Bi hezaran gund wêran bûn. Bi hezaran mirov ji warê xwe koç bûn. Êdî wisa bû ku komara xwînmij bi xwe jî bawer kiribû ku di çiyayê Agiriyê de tirbeke temsîlî çêdike û li ser wê tirba betonî de wiha dinivsîne: ‘Muhayel Kürdistan Burada Meftundur!’ Ango; “Kurdistana ku hûn xeyal dikin li vira binerd e!” Ser wê hatiye betonkirin û ew xeyal jî qediya-tune bû, dibêje.

Ji wê rojê û vir de navê kurdan bû “şaqî, minafiq, wehşî, kesên bi dûvik, zîndewarên li şikeftan dijîn” û hwd. Ji xwe Kurdistan bi sînorên sûnî, wekî; rêya hesinî, yanê xeta trêna ji Almanya heta bi Iraqê hat kişandin û di nîvê Kurdistanê de ev xet derbas dibe. Êdî navê wir bû binê xetê û yê vî alî jî bûn serê xetê. Li derên din jî weke deriyê Bacê ya nav welatan hat sazkirin û aliyekî bû Iraq, aliyek bû Îran. Binê xetê jî ango Sûrî. Yê bakur jî bû Tirkiye. Yanê bi navekî din; çawa ku Kurdistan hat parçekirin û her parçeyek radestî dagirkerekî heremê hat kirin, pê re navê kurd jî ji holê hat rakirin. Qedexe bû û ji bo ku vê peyvê bikar bîne ew diviyabû ji serê xwe jî derbas bibûna. Çiqasî xeternak bû ev peyva kurd û Kurdistan! Tenê di zagon û makezagonan de na! Di jiyana rojane de jî wan zagonên bi navê “Şark Islahat Kanunu” dest bi tehcîr û telkînê kirin. Pê re yê mayî jî qişle û qaşo dibistanên leylî ava kirin ku kurdan di van sazî û dezgeyan de bihelînin. Bişavtin bikin. Tenê bi helandin û bişavtinê jî bimana dîsa baş bû! Ew kirin tekane heskiriyê welatê Tirkiyeyê. Wisa ku hebûn û bextewariya xwe di tirkbûniyê de dibîne. Ji bo wê tirkbûnê jî bûn fedaî. Ango êdî kujerê kurdên serhildêr dê tenê unîformayên tirk nebe. Ligel wan û heta di pêşiya wan de ev kesên ji xweza û nifşa xwe hatine dûrxistin, ango xayînê kurd wê bera kurdên serhildêr bidin û bi vî awayî ew polîtîkaya wan a ‘sa bi sayî xeniqandin’ dan destpêkirin. Di dîroka me de du xet ligel hevdû têdikoşin. Lê belê heta vê qirna dawî derketina Tevgera Azadiyê her tim ji ber xeta xiyanetê bi ser neketiye. Ji ber vê bêkesayetiyê ye ku xayînên wek Qaso û Reyberan, Yezdanşêr û hwd. derketin û xeta berxwedanê têk çû. Belasebeb nehatiye gotin,  “Ji destiyê bivir nebe bivir nikare dasiyek jî bişkêne!” Ango “ji kurmê darê nebe dar narize.”

Di çaryeka dawî ya qirna bîstan de êdî wisa bûbû ku kurdan ji xwe nefret dikirin. Hema her roj mirina xwe dixwest. Poşman bûbû ku wekî kurdekî ku xwedê ew daye bijî. Yan jî ji bo xwe bişibîne serdestê xwe diket her qalibî. Li ser yek lingekî çil teqle didan. Bes bila bikeve çav wî serdestê xwe. Loma ku felsefeyek welê afirandine û xistine dev û dilê me (bav-kal) ku dibêjin “li jor xwedê li jêr jî dewlet” ango dewlet çi bêje rast e. Çi bike mafdar e. Dewlet dikare keroşkê bi erebê bigire, dewlet xwedî artêş, tang û topan e û hwd. Dîsa wisa kirine ku êdî naxwazin bibin şêrê azad, berdayî lê dixwazin bibin pisîk an jî tûleyê girêdayî ber derê dewletê. Ji ber vê jî dewletê tu cara kotek-ço li ser vî gelî kêm nekir. Her ku çû zilma xwe hê dijwartir kir. Welê bûbû ku êdî ji xwe bawer nedikir. Ango ew tu tiştekî jî nîne. Tenê amûreke ku dewlet ew bikar bîne ye. Hêviya wî ya jiyanê êdî nemaye. Naxwaze qet vêya bihizire jî. Lewra her ku hêvî kiribû ew hêvî di gewriya wê de mabû. Di xwîna xwe de hatibû fetisandin.

Ligel vê zilm û zextên dijwar, bayeke şoreşgerî ya ji şoreşên Amerîkaya Latîn teyisîne dihejiya. Li Kurdistanê weke xweliya mirinê were reşandin, hewayeke kambax hebû. Bêyî destûra dewletê-leşkeriya dewletê pel ji darê nayê xwarê. Çawa ku di warê olî de tê gotin “bêyî emrê xwedê pel ji darê naweşe” îro jî di roja me de dewlet ketiye dewsa xwedê. Ew çend ku zilm kûrtir bûye. Rastiyek jî heye cihê ku zilm, zext û wehşet pêşbikeve, kûrtir û dijwartir bibe li wan dera bertek jî çêdibe. Di encamê de ew zext, çewisandin û hovîtiya dewletê kevirê sebrê jî teqand. Loma ku li Tirkiyeyê û li Kurdistanê roj bi roj hêz derketin, rêxistin çêbûn û fraksiyonên cûr bi cûr derketin. Welê tê gotin ku 93 fraksiyonên rêxistinên çep û rast derketin holê. Piştî darbeya 1960’î ew çend rewşenbîrên kurd, şoreşgerên tirk kêmek serê xwe bilind kirin lê ew teva pir zû tepisandin. Vê carê hê xurtir bertek derketin. Deh sal şûn de dîsa hewce bû ku darbeyek din pêk bînin. Di sala 1971’an de dîsa sîxurme çêbû. Gel di bin postalên leşkerên rejîmê de hat pelçixandin. Her roj, her şev di berbangê de bi dehan maşîneyên leşkerî tije leşker konvoy didan dû hev û berê xwe didan gund û mezreyê Kurdistanê. Wisa ku weke Kurdistan ji nû ve dihat dagirkirin. Ew çend wehşetên dirindehî pêk hatine. Ji xwe mirov dikare bibêje ku dîroka komara tirk komara darbeyan e. Her deh salan carekê darbeyek pêk hatiye. Nehiştiye ku civak ber xwe bibîne.

Di nava Tirkiye-Kurdistanê de bi navê şoreşgerî çepên tirk-kurd gelêk rêxistin derketin. Wekî mînak; THKO, DHKP-C, DDKD, Rizgarî, KUK û hwd. Di pêşengiya Mahîr Çayan Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyin Înan de bi tevgerên çepên tirk pêngaveke dest pê kirin. Bêguman çepên kurdan jî her roj xwe bi rêxistin kirin. Her ku çû gur û geştir bû. Li her derê karkeran xwe bi rêxistin kirin. Tenê dirûşmeyek çepê tirkan hebû û digotin: “Her tişt ji bo Tirkiyeke Serbixwe ye.” Ango wan jî ferq kiribû ku Tirkiye her çendê ji xwe re serbixwe be jî lê rastî ne wisa ye. Girêdayiyê mêtingeriya Amerîkayê ye. Li ser vê xwe bi rêxistin kirin û tenê antî-Emperyalîzm ji xwe re kirin şiyar.

Çepê kurdan, ango ew rêxistin û fraksiyonên kurd çi dixwestin? Wan çi dikir divê hinek qala wan jî bê kirin. Berî ku ez qala rewşa wan rêxistin, fraksiyonan bikim ku bi dehan rêxistinên kurd û kurdîstanî hebû. Di nav wan de komek ji pênc-şeş kes an jî ji tiliyê destekê derbas nedibû jî hebû. Wan jî hê nav li xwe nekiribû lê di nav gel de “Apoger-Apocî” dihat zanîn (ji ber ku sazûmankar û pêşengê wê komê Abdullah Ocalan bû jê re Apo digotin). Di nava gel de Apocî dihatin binavkirin.

Ji bilî Apogeran, ew rêxistin û fraksiyonên Kurd jî daxwaza wan “Doguya Yol Su Elektrik” ango navê Kurdistanê jî nikarin û newêrin bi lêv bikin ku wekî zimanê dewletê dibêjin, ‘Dogu’ ji Doguyê re av, rê û kareba dixwazin. Bila rêyên gundê me çêbibe. Bila av û elektrîk were gundê me jî em di tariyê de ne. Bila dibistan were û hwd. Li ser vê daxwaz û stratejiya wan di nava gel de ji wan hizban re ‘reformîst’ an jî ‘tirşikçî’ dihat gotin. (Dê bidome…)