7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çiya Kurd: Di pêvajoya hilweşînê de ne

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, diyar kir ku dewleta tirk ketiye di pêvajoya hilweşînê de û heke hinekî din li ber xwe bidin wê faşîzm têk biçe.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd li ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.

Bedran Çiya Kurd, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dewleta tirk hewl dide van êrîşên xwe yên hovane yên li dijî her kesî dike, weke bersiva li êrîşa li Stenbolê nîşan bide û got: “Her kes dizane ku êrîşa li Taksîmê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye plankirin û piştre jî bi rengekî hovane êrîş li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin. Her kes dibîne ku dewleta tirk dixwaze van êrîşan berfireh bike û fitneyê bixe nava gelan, bi vî rengî jî gelê me îmha bike. Ji ber ku hebûn û destkeftiyên gelê me li dijî xwe weke gefekê dibînin.”

Dewleta tirk di pêvajoya hilweşînê de ye

Çiya Kurd, desnîşan kir ku hikumeta AKP-MHP’ê bi van êrîşên topyekûn rûyê xwe yê faşîst û terorîst careke din nîşan daye û got: “ Ji bo bikaribe li ser piyan bimîne û desthilatdariya xwe dewam bike, bi rengekî hovane êrîşê gelê me dike. Ev rejîma faşîst ku hewl dide desthilatdariya xwe li ser xwîna gelê me bimeşîne, divê baş bizanibe ku wê şensekî xwe yê bi vî rengî nebe. Ji bo şer neqewime gelekî hewl hat dayîn. Lê belê ji bilî berxwedanê rêyeke din nemaye. Ji bilî berxwedana li dijî faşîzmê çareyeke me ya din nîne. Dewleta tirk êdî ketiye pêvajoyeke hilweşînê. Heke em hinekî din li ber xwe bidin wê faşîzma tirk bi rengekî dîrokî têk biçe. Ji bo têkçûna xwe binixumîne serî li her rê û rêbazên qirêj didin. Bikaranîna komên mîna Cephet El Nûsra û DAIŞ’ê, êrîşên bi çekên kîmyewî û hwd. serî li her cûre rêbazên qirêj didin. Ev sûcê şer e. Heke rejîmek bi van rêyan êrîşan dike, divê bê zanîn ku ew rejîm têk çûye.”

Bêdengî hêzê dide dewleta tirk

Di berdewamiya axaftina xwe Çiya Kurd ev tişt anî ziman: “Êrîş ne tenê gefa li ser aramiya herêmê ye, di heman demê de gefa li ser aramiya tevahiya cîhanê ye. Faşîzma tirk bi salan e li pêş çavên cîhanê bi sedan carî sûcên li dijî mirovahiyê kir. Helwesta cîhanê ya li hemberî vê yekê lawaz e, di asta nebûnê de ye. Ev bêdengî hêz û wêrekiyê dide dewleta tirk. Ên ku li hemberî vê yekê helwesteke zelal nîşan nadin, xwedî berjewendiyên hevpar in. Hêzên mîna Rûsya û Amerîkayê ku di cotmeha 2019’an de ‘tifaqa agirbestê’ kirin, divê li ber van êrîşan rabin û pêşî lê bigirin. Heke êrîş bi vî rengî dewam bikin, wê herêm bi temamî bi êrîşên mezin re rû bi rû bimîne. Em ê jî li hemberî vê dest bi berxwedana giştî bikin. Berxwedana me jî wê ne tenê li hin herêman bimîne. Destpêkirina şer a li herêmê wê bi kêrî komên terorîst ên mîna DAIŞ û El Nûsra bê. Dewleta tirk ku hewl dide piştgiriyê bide komên terorîst ên mîna DAIŞ’ê, bi têkbirina hêza ku DAIŞ têk biriye dixwaze rê bide komên terorîst.”

Yekparebûna gelên Sûriyeyê naxwazin

Çiya Kurd, bi lêv kir ku êrîş li ser tevahiya Sûriyeyê ye û got: “Êrîş di heman demê de li dijî leşkerên hikumeta Şamê jî hatin kirin. Gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Ev jî nîşan dide ku ew ti carî yekparebûna Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê naxwazin. Tirkiye bi tunekirina jiyana gelê li vê derê wan neçarî koçberiyê dike. Bi vî rengî plan dike ku demografiyê biguherînin. Parastina xaka Sûriyeyê wezîfeya gelên Sûriyeyê bi temamî ye. Lewma li dijî faşîzm û dagirkeriyê divê gelên Sûriyeyê bi hev re tevbigerin. Gelên herêmê hemû divê li dijî faşîzmê helwestê nîşan bidin.”

Divê her kes rabe ser piyan

Di dawiya axaftina xwe de Çiya Kurd, diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna beriya niha, careke din helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê bi şênberî nîşan dan û wiha axivî: “Li dijî êrîşan gelê dest bi berxwedanê kirin. Em di wê baweriyê de ne ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê berxwedana li dijî dagirkeran dewam bikin. Gelên Sûriyeyê divê bi gelên li herêmên Rêveberiya Xweser re bibin yek û li ber êrîşan rabin. Hêza Parastinê divê tevî Rêveberiya Xweser beşdarî têkoşîna bi rûmet a li dijî faşîzmê bibe. Bi êrîşan dixwazin gel koçber bikin û welêt vala bikin. Dixwazin welatê me bikin qada şer û qadên jiyanê vala bikin. Her kes wê bi ruhê berxwedanê rabe ser piyan û faşîzma dewleta tirk ji ser dîrokê bibe.”