10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên girtiyan çûn ber deriyê zindana Evîn

Malbatên girtiyan bi armanc û hêviya ku bikaribin hin agahiyan li ser xizmên xwe girtî de bidest bixin kom bi kom berê xwe didin ber deriyê zindana Evîn.

Li gorî agahiyên saziya Mafê Mirovan a Îranê îro bi sedan malbatên girtiyan li ber derê zindana Evîn a paytexta Îran Tehranê li hev kom bûn da ku li aqûbeta xizmên xwe bipirsin.  Malbat bi armanc û hêviya ku bikaribin hin agahiyan li ser xizmên xwe girtî de bidest bixin kom bi kom berê xwe didin ber deriyê zindana Evîn.

Hêjayî gotinê ye ku di vê zindanê derdora 15 hezar girtî yên ku di xwepêşandanan de hatine binçavkirin hene. Ev zindana ku wekî yek ji zindanên herî xirab ên Îranê tê dîtin piranî girtiyên siyasî lê dimînin. Meha derbasbûyî agir bi beşekî vê zindanê ketibû û bûbû sedema mirina 6 girtiyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Konseya Mafê Mirovan  ya Neteweyên Yekbûyî doh dabû xuyakirin ku hejmara kesên hatine binçavkirin ji 16’ê îlonê, roja kuştina Jîna Emînî de û heta van rojên dawî gihaye 14 hezaran û di serhildanan de di nav wan de 40 zarok û 20 jin 300 kes hatine kuştin. Her wiha Konseyê doh biryar dabû ku lêpisîn û lêkolîneke serbixwe der barê kuştin, girtin û bi giştî tundiya hêzên Îranê a li dijî xwepêşandêran were destpêkirin.

Di van herdu mehên dawî de herî zêde xwepêşandanên li dijî rejîmê li bajarên kurdan li rojhilatê Kurdistanê pêk hatin her wiha tundiya hêzên rejîmê ya herî tund jî li wan bajaran rû dan.