28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi milyonan xelkê Ukraynayê di tarîtiyê de mane

Hêjayî bibîrxistinê ye ku mirov bipirse gelo çima li Ukraynayê  êrîşên binesaziyê dibin wekî sûcên şer lê dema heman tişt li bakur û rojhilatê Sûriyeyê tê kirin nabe sûcê şer. 

Di van herdu rojên dawî de artêşa Rûsyayê dîsa êrîşên dijwar li dijî binesaziya Ukraynayê pêk anîn û di encamê de stasyonên enerjiyê zirareke mezin dîtin û bi milyonan gelê Ukraynayê di tarîtiyê de û bê ava vexwarinê man.

Li gelek deveran di nava wan de paytext Kiev jî ji ber wan êrîşên li ser binesaziya vî welatî di nava tarîtiyê mane.  Li kîevê ku barana dijwar dibare derdora ji sedî 70 bê elektrîk mane.

Ji aliyekî din ve serokê Ukraynayê Vlodomer Zelenskî da xuyakirin ku li derdora 15 herêman pirsgirêka av û ceyranê heye û wiha got: “Rewşa elektrîkê li gelek deveran zehmet û aloz e” Zelenskî di berdewama axaftina xwe de der barê rewşa Ukraynayê de wiha got: “Bû 9 meh ku em li dijî şerekî bi her awayî li ber xwe didin, Rûsyayê hemû rê ceribandin lê nikaribû bi ser riyekê vebe ku me pê têk bibe û nikaribe jî, divê em têkoşîna xwe berdewam bikin, em gelekî wiha ne ku nayê têkbirin û şikandin.”

Ev êrîşên li ser binesaziyê û stasyonên enerjiyê ji alî welatên Rojava ve wekî sûcên şer hatin binavkirin û di gelek daxuyaniyê xwe de ev yek anîn ziman.

Hêjayî gotinê ye ku li Rojavayê Kurdistanê û hemû herêma bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev sûcên wiha tên kirin û binesaziya wê devera ku 13 sal e di nava şer de ji alî artêşa tirk ve tê xerakirin lê welatên Rojava nerazîbûnan nîşan nade û wan kiryaran wekî sûcê şer nabîne.

Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku mirov bipirse gelo çima li Ukraynayê  êrîşên binesaziyê dibin wekî sûcên şer lê dema heman tişt li bakur û rojhilatê Sûriyeyê tê kirin nabe sûcê şer.