8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîskarên kurd bang li parlamenterên Îranê kirin ku istîfa bikin

Nivîskarên kurd bang li endamên parlamentoya Îranê kirin ku tev bi hev re istîfaya xwe bikin ji bo piştgiriya daxwazên gelên Îranê yên rewa.

ji 16’ê meha îlonê de piştî kuştina ciwana kurd a bi navê Jîna Emînî li seranserê Îranê bi çalakiyên cur bi cur û xwepêşandanan rejîma Îranê hate protestokirin. Ji xwepêşandanên gel heta bi ya xwedekarên zanîngeha, ji çalakiyên firandina şaşikan heta bi belavkirina wêneyên bê sernixumandin bi gelek rengan gelên Îranê nerazîbûna xwe li hemberî rejîma Îranê anî ziman.

Doh komeke nivîskaran li parêzgeha Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li parlamenterên Îranê kirin ku bi giştî xwe ji parlamentoyê istîfa bikin û piştgiriya xwe bi gel re nîşan bidin.

Kesên ku imzeya xwe avêtine bin vê daxuyaniya dan xuyakirin ku ew piştgiriya daxwazên rewa ên gel dikin ji bo azadî, edalet û aramiyê û kuştina xwepêşandêran şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku gelên Îranê xwestine bi meş û xwepêşandanan daxwazên xwe yên rewa bînin ziman lê rejîmê bi guleyan bersiv daye gel û ew yek destnîşan dike ku rejîm ne amade ye ji bo tu gavan bavêjin, berevajî vê yekê bi kuştin û girtinê bersivê dide daxwazên gel.

Navê hin nivîskarên ku ev daxuyanî dane wiha ye: Azad Rehîmî, Ibrahîm Muradî, Ehmed Şebanî, Îrec Abadî, Cîhangîr Muhemedî, Sead Qadî, Seyid Nûr Esedî, Seyid Rida Huseynî, Şîlan Ceylanî, Kelsûm Osman, Leyla Merwetî, Macid Merdox Ruhanî, Nahid Ercûnî û Nesrîn Huseynî.