5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lîstikvana îranî Suheyla Golestanî piştgirî da serhildana Rojhilat

Lîstikvana îranî Suheyla Golestanî ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilat  li ser hesabê xwe yê medya sanal dîmenek parve kir. Golestanî û hunermendên di dîmen de jibo berteka li dijî rejîmê serê xwe vekirin.

Serhildana rojhilatê Kurdistanê ya li dijî rejîma Îranê ku ji ber kuştina jina kurd Jîna Emînî  beriya du mehan dest pê kiribû berdewam dike. Her wiha piştgirî û piştevaniya ji bo vê serhildanê jî her ku diçe mezintir dibe. Di vê çarçoveyê de gelek rêxistinên navneteweyî û kesên navder bi awayên cûr be cûr bertekên xwe tînên ziman û piştgiriya xwe ya ji bo serhildanê radgihînin.

Lîstikvana îranî Suheyla Golestanî jî li ser hesabê xwe yê medya sanal dîmenek parve kir û piştgiriya xwe ya ji bo serhildana li dijî rejîmê ragihand. Di dîmena ku hatiye parvekirin de Golestanî û derhêner Hamît Purazerî jî di nav de gelek hunermend jin û zilam cih digirin û bi awayekî bêdeng piştgirî didin serhildanê. Hemû hunermendên jin di dîmen de serê xwe vekirine.