spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşan daket kolanan

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê gelên herêmê bi hêrseke mezin daketin kolanan û êrîş şermezar kirin.

Doh li seranserê bajarên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û heta bi Helebê xwepêşandanên mezin hebûn. Gel ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û bêdengiya navdewletî bi hêrseke mezin daketin kolanan û bang li Rûsya û Amerîkayê kirin ku li dijî van êrîşan bêdeng nemînin.

Li gundewarên Helebê jî gel bi dirûşmeya ‘Dewleta tirk karên terorîstî dike û piştgiriyê dide terorîstan’ meşiyan û êrîşên dewleta tirk û bêdengiya civata navdewletî şermezar kirin.

Xelkên Baxos yê gundewarên Dêrazorê bi dirûşmeyên li dijî êrîşên dewleta tirk xwepêşandanek lidar xistin û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Her wiha li herêma Sûr ya Dêrazorê jî gel ji bo şermezarkirinê dalketin kolanan.

Li bajarê Reqayê jî gel bi hêrs daket kolanan û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Li navenda bajarê Hesekê jî gel daket kolanan û bang li civata navdewletî kir ku dagirkeriya dewleta tirk ya li dijî axa Sûriyeyê rawestînin.

Li bajarê Dêrbêsiyê û Amûdê jî gel daket kolanan û bêdengiya Rûsyayê şermezar kirin ku bang lê kirin ku bi erkên xwe yên li herêmê rabe an jî herêmê terk bike. Her wiha li Minbic, Şedadê û Holê jî xwepêşandên girseyî hebûn.