3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rishi Sunak der barê siyaseta derve de axaftina xwe ya destpêkê dike

Serokwezîrê Ingilîstanê Rishi Sunak dê îro axaftina xwe ya yekem der barê siyaseta derve ya welatê xwe de bike

Serokwezîrê Ingilîstanê Rishi Sunak dê îro axaftina xwe ya yekem der barê siyaseta derve ya welatê xwe de bike. Li gorî daxuyaniya ku doh ji nivîsgeha Sunak hate belavkirin, dê Sunak bi giranî li ser alîkariya welatê xwe ya ji bo Ukraynayê rawest e. Her wiha li gorî agahiyên di wê belavoka nivîsgehê de dê tiştek di wî warî de neyê guhertin û dê alîkariya bi Ukraynayê re berdewam bike. Çawa ku piştgiriya bi Ukraynayê re di dema Liz Terrace û Borin Johnson de nehate guhertin dê ew alîkarî di dema Sunak de jî berdewam bike.

Sunak dê di axaftina xwe ya îro li Londonê bike de der barê siyaseta welatê xwe ya derve de wiha bêje: “Di bin rêveberiya min de em ê rewşa heyî hilnebijêrin, em ê her tiştî bi rengekî cuda bikin.”  Her wiha lii gorî Sunak dê tiştên herî li pêş di siyaseta vî welatî de ev  bin: ‘Azadî, pêşketin û serweriya qanûnê’.

Wekî din jî der barê Ukraynayê de dibêje ku dê siyaseta wî ji ya Boris Johnson û Liz Terrace ne cuda be.  Li gorî wê belavoka nivîsgehê Sunak di vê der barê de wiha dibêje: “Em ê bi her awayî li kêleka Ukraynayê bin. Em ê alîkariyên xwe yên leşkerî berdewam bikin û di sala bê de zêde bikin. Em ê alîkariyeke nû bi hêzên Ukraynayê yên ezmanî re bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku Ingilîstanê di warê alîkariya bi Ukraynayê re piştî Amerîkayê di rêza duyemîn de ye û heta niha Ingilîstanê 2.3 milyar sterlîn dane Ukraynayê.  Her wiha Amerîkayê jî 2.8 milyar dolar alîkarî daye Ukraynayê.