12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP: Koalîsyona nebaşiya ya Elçî kuşt hebûna xwe didomîne

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 7’emîn salvegera kuştîna wî de parêzvanê mafên mirovan Tahîr Elçî bi bîr anî û ev tişt got, "Hêzên ku Tahîr Elçî kuştin îro jî li dijî gelê Tirkiyeyê mîna koalîsyoneke nebaşiyê hebûna xwe didomînin.”

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî beriya 7 salan di 28’ê mijdara 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Minareya Çarling ji aliyê polisên  tirk ve hat kuştin. Hevberdevkên Koalîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdeogan û Serhat Eren daxuyaniyekê Tahîr Elçî bi bîr anîn û bertek nîşanî kuştina wî dan.

Hevberdevkan di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, piştî ku nêrînên xwe anî ziman ji aliyê medya desthilatdariyê ve hedef hate nîşandan û di 28’ê Mijdara 2015’an de di dema daxuyaniya çapemeniyê de ku bal dikişand ser texrîbata li cihên çandî û dîrokî û şer, hate qetilkirin. Di ser qetilkirina Elçî re 7 sal derbas bûn.”

Di berdewama daxuyaniya xwe de hevbervkan, bi bîr xist ku heyeta dadgehê ya doza Elçî bi rê ve dibe daxwazên ji bo ronîkirina sûîqestê red kiriye û ev nirxandin kirin: “Helwesteke wisa nîşan da ku li pêşiya aşkerabûna rastiyan û berpirsyarên êrîşê bû asteng. Pêvajoya ku Tahîr Elçî hate qetilkirin bû pêvajoya destpêkirina dema kaotîk û tarî ya Tirkiye ber bi wê ve hate dehfdan. Hêzên ku Tahîr Elçî kuştin, îradeya siyasî û mekanîzmaya dadgeriyê ya li pişt disekine, îro jî mîna koalîsyoneke nebaşiyê li dijî gelê Tirkiyeyê hebûna xwe didomîne.”