21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana Rojhilat partiyên kurd digihîne hev

Li rojhilatê Kurdistanê bandora serhildanê ya li ser partiyên siyasî didome. Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistan û Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşan a Kurdistan a Îranê bi fermî yekitiya xwe ragihandin.

Serhildana ku zedetirî 2 mehan e li rojhilatê Kurdistanê didome bandoreke erênî li ser partiyên kurd ên li herêmê dike. Partiyên siyasî yên Rojhilat dubendîtiya ku bi salan de di navbera wan de didome didine aliyekî û yekitiye xwe radigihînin. Di vê çarçoveyê de duh êvarê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistan û Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşan a Kurdistan a Îranê piştî 15 salan bi awayekî fermî yekitiya xwe ragihandin.

Partiyan bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku piştî hevdîtinên xwe yên sal û nîvekê di 19’ê adara 2022’yan de bûne û ev agahî parve kirin: “Ji îro û pêve weke hizbek, dibin navê berê û dîroka komele ‘Komeleya Şoreşgerî Zehmetkêşan ya Kurdistan a Îranê’ da kar û çalakiyên xwe bikin. Veqetînê me êşand û em ziyanên wê dizanin. Bêguman cûdahî û nêrînên siyasî ne sedema sereke ya veqetînê bûn, ji ber wê yekbûna her du partiyan weke erka me ya herî girîng û daxwaza tevgera berfireh a Komele û evîndarên azadî û rizgariyê hertim zindî maye.”

Baregeha sereke ya her du hizban li herêma Zirgiwêz a Silêmaniyê ye û her du partî zêdetirî 15 salan bûn ji hev cûda bûbûn.

Hêjayî gotinê ye beriya niha di 21’ê tebaxa 2022’yan de Hizba Demokrat a Kurdistan û Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê jî piştî 16 salan ji hev cûdabûna xwe bûbûn yek û bi awayekî fermî yekîtiya xwe ragihandibûn.