17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana gelên Îranê berfireh dibe û piştgirî zêde dibe

Hêjayî gotinê ye tevî ku bi dehên dîmenên li ser medyaya dîjîtal belav dibin aşkera nîşan didin ku raste rast gule li xwepêşandêran dibarînin lê hê jî rayedarên Îranê dibêjin ku hêzên ewlekariyê yên ku destwerdana xwepêşandanan dikin bê çek in.

Parlamenterê kurd Celal Mahmûd Zade ku nûnerê parlamentoya Îranê yê bajarê Mehabadê ye daxwaz kir ku divê hesab ji Wezîrê Karên Hundir were xwestin û divê were naskirin ku kê xwepêşandêr bi guleyan kuştine.

Celal Mahmûd Zade di rûniştina meclisê ya doh ango ya di 27’ê mijdarê de wiha pê de çû û got: “Li gorî daneyên fermî 13 xwepêşandêr hatine kuştin her wiha li gorî daneyên ne fermî jî tê gotin ku 105 di xwepêşandanên li bajarê Mehdabadê û bajarên din ên kurdan hatine kuştin.”

Li şûna lêkolîn bikin parlamenter sûcdar dikin

Mahmûd Zade di berdewamiya axaftina xwe de der barê helwesta darazê de jî wiha got:” Li şûna ku dadgerî mijara kuştina xwepêşandêran  lêkolîn bike, dadgeriyê doz li dijî min vekiriye û gelek caran ji bo îfadeyê şandine pey min.”

Palamenter Mehmûd Zade bi sûcê ku agahiyên derew belav dike û raya giştî dixapîne tê tewanbarkirin.

Mehmûd Zade di danişîna parlamentoyê ya roja 27’ê mijdarê de wiha gotibû: “şandina artêşê li Mehabad û bajrên din ên kurdan, binçavkirina welatiyan, serdagirtina malan, wêrankirina malan û kiryarên din  tê çi wateyê?.”

Wekî tê zanîn bajarê Mehabadê yek ji bajarên ku herî zêde xwepêşandan lê rûdan û di van rojên dawî de hêzên dewletê giraniya xwe dane ser vî bajarî û ji bo destwerdana serhildana gel gelek hêzên taybet şandine vî bajarî.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê heta roja îna borî 105 xwepêşandêr li bajarên kurdan hatine kuştin.

Li Bûkanê merasîma leşkerî

Ji aliyekî din ve Hêzên ewlekarî yên Îranê li kolanên Bûkanê merasîmeke leşkerî organîze kirin û ‘Muhafizên Şoreşê’ jî welatên Rojava bi gurkirina alozîyan li welat tawanbar dikin.

Doh rejîma Îranê du rêberên reformxwaz, parlementerên berê Mehmûd Sadiqî û Perwane Selah Hûrî, bi tometa tehrîkkirina li dijî rejîmê ji bo îfadeyê gazî wan kirin. Di vê çarçoveyê de, Mehmûd Sadiqî, rêberê tevgera reformxwaz li ser hesabê xwe yê mediya dijîtal belav kiriye.

Hefteya borî Navenda Ragihandina Dadwerî ragihandibû ku hin kesayet ji ber “weşandina naverokên bêbelge an jî heqaretkar” bo Serdozgeriya Komarê hatine vexwendin.

Ferîde Murad Xanî keça xuşka Elî Xamineyî, beriya ku were girtin bi rojekê  bangeke balkêş kiribû û ji hemû cîhanê xwestibû ku rejîmê boykot bikin û piştevaniya gelê Îranê bikin.

Hêjayî gotinê ye tevî ku bi dehên dîmenên li ser medyaya dîjîtal belav dibin aşkera nîşan didin ku raste rast gule li xwepêşandêran dibarînin lê hê jî rayedarên Îranê dibêjin ku hêzên ewlekariyê yên ku destwerdana xwepêşandanan dikin bê çek in. Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku her ku diçe serhildana gelê Îranê berfireh dibe û derdorên reformxwaz û hin rayedarên berê jî tev li vê serhildanê dibin.