2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk di 24 saetan de 545 top li Şehbayê barand

Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di 24 saetan de 545 top li Şehbayê barandin.

Artêşa tirk êrîşên xwe yên ku şeva 19’ê tîrmehê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin didomîne. Di vê çarçoveyê de artêşa tirk di 24 saetên dawîn de 19 gund û deverên li navçeyên Şera û Şêrawa û kantona Şehbayê bi 545 topan topbaran kir.

Di topbarana li ser gundekî Şera de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan. Bi topbaranê re balafirên şer û keşfê yên biçek ên dewleta tirk li ser herêmê geriyan. Topbaranê bê navber berdewam kir û bi qasî 545 guleyên tank, obîs û hawanan hatine bikaranîn.

Deverên ku hatine topbarankirin ev in;

Şera: Keleha Şewarxa, depoyên Şewarxa, Merenaz, Elqemiyê, Tatmaraş, Malikiyê, Tinib.

Şêrawa: Meyasê, Bênê, Soxanekê, Aqîbê û Ziyaretê heta seatên sibehê hatine topbarankirin.

Şehba: Zîwan, Xirbet El Şealê, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Werdiyê, Til Madîq.