2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima civîna li ser êrîşên dagirkeriyê hat paşxistin?

Wê di nav hefteyê de Parlamentoya Iraqê li ser êrîşên Tirkiyeyê û Îranê yên li dijî başûrê Kurdistanê biciviya lê piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî ya Bexdayê ev civîn betal bû. 

Dewleta tirk, bi hinceta hebûna PKK’ê ya li herêmê ji salên 1980’yî ve li dijî başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî pêk tîne. Her sal van êrîşên xwe didomîne. Rayedarên tirk her cara ku ev êrîş pêk tên dertên pêşberî qamerayan û ji bo ku gelên Tirkiyeyê bixapînin gotina xwe ya klasîk “Wê têkoşîna me ya li dijî terorê heta yek ‘teorîst’ bimîne bidome” dubare dikin. Lê ji ber ku doza gelê kurd tevî hemû êrîş û dijwariya wan jî li dar e, çi dikin nakin nikarin dawî li vê gotina xwe bînin!

Di demên dawîn de Îranê jî daye ser şopa Tirkiyeyê ya li başûrê Kurdistanê; bi hinceta hebûna partiyên kurd ên rojhilatê Kurdistanê êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Îran di van êrîşan de navend û baregehên partiyan dike hedef û gef li desthilata Başûr dixwe ku van partiyan bêbandor bike. Herdu welat jî hincetên wan heman hincet in û derd û kula wan kurd û hêzên kurd ên li herêmê ne. Herdu jî dixwazin ku “derd”ê xwe bi hêzeke din a kurd derman bikin.

Roja bihata kirin hat paşdexistin

Mixabin hêza kurd a vê daxwazê jê tê kirin jî bi herdu dewlatan re dixebite û dixwaze derdê wan derman bike. Lê ji her kesî bêtir pêwistiya kurdan bi dermankirinê heye. Lewre herdu dewletên dagirker li ser xaka Kurdistanê li hêzên kurd didin û wan dikujin û birîndar dikin. Dermanê kurdan xwedîderketina li rûmeta kurdan û astengkirina êrîşên dagirkeran e. Berovajiyê vê dermanê dewletên dagirker jî rijandina xwîna kurdan a li ser xaka Kurdistanê ye.

Li dijî vê rewşê tişta ku diviyabû hikûmeta Herêma Kurdistanê bikira ji aliyê Hikûmeta Navendî ya Iraqê ku beriya çend hefteyan hat avakirin ve hewldana wê hat dayîn. Belê hikûmeta Iraqê beriya du hefteyan biryar da ku li dijî êrîşên Tirkiye û Îranê li hev bicive û hin biryaran bide. Lê civîna ku roja wê jî hatibû diyarkirin di nav hefteyê de hat paşxistin. Ofîsa ragihandinê ya Parlementoya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand civîn ji bo demek nediyar hatiye paşxistin.

Serdana Barzanî ya Bexdayê

Balkeş e piştî ku biryara vê civînê hatibû dayîn Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kiribû û bi Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Sûdanî re civînek li dar xist. Gelo dibe ku ji aliyê Barzanî ve daxwaza paşdexistina civînê hatibe kirin. Dema ku mirov li rewşa herêmê dinêre ev fikar ji mirov re çêdibe. Lewre heta niha ji aliyê Barzaniyan ve der barê êrîşa Tirkiyeyê ya li ser rojavayê Kurdistanê ku bûye sedema kuştina gelek kurdan tu daxuyanî nehatiye dayîn.

Ji ber vê yekê jî ne dûrî aqilan e ku Barzanî vê daxwazê ji Sûdanî kiribe û bi hinceta zelalbûna rewşa li herêmê civînê dabe paşdexistin. Di van rojên ku pêwistiya kurdan bi hevkarî û hevgirtinê heye, hin aliyên kurd dikarin bikevin nav bazarên bi vî rengî. Lewre derdê van aliyan berjewendiyên wan ên malbatî û herêmî ne. Ji wan re pir ne xem e ku kurd ji aliyê dagirkeran ve tên kuştin. Heke kuştina kurdan di berjewandiya wan de be dikarin civînên bi vî rengî asteng bikin.