7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tundiya li ser keda jinan

Jin, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ango têkoşîna li dijî tujiya mêr-dewletê biryara mezinkirina têkoşînê ya li kolanan dan. Rêxistin, komele û platformên jinan îsal ji her salê zûtir dest bi çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a navneteweyî bi rêxistin kirin. Daketina qadên têkoşînê ya ji girseyên jinan, wateyek xwe ya girîng a berxwedana jinan îfade dike.

Her jineke bi çîroka xwe tê nasîn, ji bo wê nivîsandina her çîrokekê  vegotina serpêhatiya jinan dibêje. Ma jinek maye ku çîroka wê rastî tundî, bêedaletî û malwêraniyê nehatibe? Ji wê çîroka her jinekê, bi tundî û tûjiyê destpê dike. Her ji kîjan civakê û baweriyê dibe bila bibe, jina ku rastî cihêkarî, tundiya fizîkî, derûnî û giyanî nehetibe tune ye. Ji bo wê têkoşîna jinan a li hember neheqî, kirêtî û zordestiyê mezin dibe.

Di vê demê de ku em şahîdiya serhildan û berxwedanên jinan dikin ên ku bi taybet di pêşengiya jinên kurd ên rojavayê Kurdistanê de, hilberîneriya şoreşgerî bi pêş dikeve. Li gel têkoşîn û berxwedana jinan jî, mêtingeriya tirk jî bênavber êrîşî şoreşa jinan dike. Di vî warî de gelê kurd, jinên kurd, gel û pêkhateyên deverê, di bin êrîşên giran ên qirkirinê de dijîn. Êrîşên herî mezin ên li ser jinan, êrîşên bîrdozî, fizîkî û leşkerî ne.

Her wiha ji bo rawestandina êrîşên li dijî Rojavayê welêt ku rejîma tirk di nava destwerdana dagirkeriyê de ye; Kongara Star ku yekemîn rêxistina jinan a civakî ya bakurê Sûriyeyê, ji jinên cîhanê daxwaza ‘bi rêya avakirina dîwareke xwedî li Şoreşa Rojava derkevin’ kir.

Tundî, yek ji şêwazên ferzkirina mêtingehkirina exlaq, çand û bedena jinan e. Yek ji cureyên tundiyê, daneqabûlkirina exlaqê serdestiya mêr-dewletê ye. Zilam ne ferza li ser jinan e, ew jineke di bin gotina xwe de dixwaze. Mêr, jinek li gorî pîvan, rêgez û feraseta xwe ya şexsî dixwaz e. Yek ji hewldanên zilam kedîkirina jinan e. Yanê jina kedîkirî ji bo zilam jina herî baş e jina lewaz jina herî pêşketî ye. Kedîkirina jinan ji bo wî marîfet e. Jin berxa bermalê ye…

Hêrsa jinan ji eleqeya wan a têkoşîna azadiyê tê. Jin di ferq û zanebûna tundiya baviksalarî ya ku bi hezarên salan li ser nirxên jinan tê kirin de ne ji ber wî li dijî vê zihniyeta serdest têkoşîna xwe berbelavî kolanan dikin. Rojek tuneye ku jinek bi destê zilam, ji civata jinan kêm nebe.

Fedayîtiya Sara û Rûkenan li dijî vê zilmê, bû gulokek ji agirê têkoşîna jinên berxwedêr; Nagîhan Akarsel, tevî lêgerînên xwe yên teorîk-felsefîk hemû jiyana xwe ji bo ku jin zana û azad bibe, ji têkoşîna jinan re pêşengî kir.

Gotina ku, ‘binkeftina her zilamêke, bi kuştina jineke bi encam dibe’ rastiya zilamê hesûd vegotiye. Zilamê di jiyana xwe de binkeftî be tola vê binkeftina xwe ji jinan hiltîne. Rêjeya tundî û tujiyê, kuştinên jinan, tevî qeyranên siyasî-aborî, ne kêmî qirkirina navîn a zilma Dêreye ku jin bi ‘Giyotîne’ ceza dikir.

Pergala kapîtalîst bi qasî ku ji keda destê jinan dixwe, li gor ku keda jinan heq dike mafê heqdestiya jinan nayê raberkirin. Mêtingeriya nûjen a herî kûr li ser keda jinan e. Tevî ku herî zêde jin li qada tenduristî-cemawerî, fabrîqe, malê karker e jî lê mafê jinan ji hêla patron-mêr ve rastî kedxwariyê tê. Jinên karker ên demsalî, bi heqdestek biçûk, di şert û mercên bêewle yên gelekî giran de tên xebitandin. Karkerên jin ên fabrîqeyan rojane rastî hemû cureyên tundî û kedxweriya şefên fabrîqeyan tên; tundiya herî mezin li ser keda jinan e.

Herî zêde jin ji xizaniya civakê bandor dibin û bi bêkariyê re rû bi rû dimînin. Lê tevî wê jî, debara malbat û zarokan li ser milên jinan e. Mêr xwe ji mezinkirina zarokên ku hilberîna malbatekî ne berpirsiyar nabîne. Ji ber vê yekê têkiliya serdestî û bêedaletiyê dendika malbatê ye.

Ji bo ku ji kujerên jinan hesab nayê xwestin, nayê girtin û ceza kirin, li Tikiyeyê jin-kujî erzan e. Her wiha hincetên kuştina jinan, zêdebûn e. Lê jin dizanin ku li pişt her jineke ku tê kuştin hişmendiya zilam/dewletê heye. Angaştên ku dibêjin, ‘jin, xwe dikujê’ dûrî rastiyê ne.

Jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê, doza vegera li Peymana Stenbolê dikin. Yek ji daxwazên tevger, sazî, komele û platformên jinan ew e ku Peymana Stenbolê ku ji hêla desthilatdariya AKP’ê ve hatibû feshkirin, pêkanîna şertên vê peymanê ye. Peymana Stenbolê, ku dîwarên hiqûqa netewe-dewletê radike, mafê hiqûqî, civakî û ewlehiyê yên jin û zarokan piştrast dike. Israra jinan a vegera Peymana Stenbolê, mohra xwe li çalakiyên îsal ên 25’ê Mijdarê da.

Jinên kurd, ji hêla rêxistinkirina çalakiyên mal-kuçe û kolanan ve xwedî ezmûnek têkoşînê ya dîrokî ne. Her wiha jin tenê ne li kolanan, ev çalakî, veguherîn, atolya, semîner, perwerde û meşên mêran ên li dijî tundiya li ser jinan. Encama têkoşîna salan a jinên kurd, êdî mêr jî li hember tundiyê bi daketina qadan helwest nîşan didin. Meşên mêran ên li dijî şîdeta li ser jinan, yekem car li rojavayê welêt pêk hat. Sala borî li bajarê berxwedanê yê Kobanê, mêr li dijî tundiyê meşiyabûn, îsal jî meşên mêran li gelek navendên bajarên bakurê Sûriyayê, pêk hatin.

Ev pêşdeçûna civakê bandora têkoşîna jinan e; berhema xebatên şoreşa Rojava ya deh salên boriye. Vê hêza rêxistinkirî, bi mêran re guhertinên fikrî, zihnî û civakî çêkir. Ev jî tê wê wateye ku dema jinek rastî tundiya zilam bê, wê mêr jî li dijî tundî û kuştinê xwedî helwest bin.

Ji bo veguherîna hişmendiya civakî, pêdivî bi perwerdeyê heye. Ji bo ku di vî karî de emcam bê zeftkirin, pêwîstî bi eleqe, lêhûrbûn û asta ronakbiriyê heye. Jin dizane ku azadî bêtêkoşîn, bêparastin û bêzanebûn û jiyan bê jinan ne pêkan e.