4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanc dorpêçkirin û xistina Kobanê ye

Rojnameger Amed Dîcle, ji bo êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got ku armanca Tirkiyeyê ew e ku Kobanê dorpêç bike, ji mirovan vala bike û bi vî awayî bajar bike bin kontrola xwe.

Di 13’ê mijdarê de li navçeya Beyoglû ya Stenbolê ji aliyê êrîşkara bi navê Ehlam El Beşir ve teqîneke bombeyî pêk hat. Di teqînê de 6 welatiyan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 80 kesî birîndar bûn. Tevî ku piştre derket holê Ehlam El Beşir bi 3 DAIŞ’iyan re zewiciye, 3 birayên wê di nav DAIŞ’ê de hatine kuştin û birayek wê di nav Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de ye jî AKP-MHP’ê hêzên kurd bi êrîşê sûcdar kirin û bi vê hincetê di 19’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê êrîşeke mezin a hewayî da destpêkirin.

Tirkiye êrîşa xwe didomîne û bi armanca valakirina herêmê ya ji mirovan kesên sivîl û çavkaniyên wan ên debarê dike hedef. Her wiha Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan gefa destpêkirina êrîşa ji bejahiyê ve jî li herêmê dixwe. Rojnameger Amed Dîcle ku teqîna Stenbolê û êrîşa bi hinceta teqînê dest pê kir ji nêz ve dişopîne ji rojnameya me re axivî û pirsên me yên der barê mijarê de bersivand. Pirsên me û bersivên Dîcle yên der barê mijarê de li jêr in:

Em bi teqîna Stenbolê dest pê bikin. Gelek nîqaş û nirxandin li ser hatin kirin. Lê ji bilî desthilatê tu kesî ji daxuyaniyên ku der barê teqînê de hatin dayîn bawer nekir. Li gorî we di 13’ê mijdarê de çi bû, li Stenbolê çi qewimî?

Li gorî min ew bi xwe jî bawer nakin û herî zêde ew bawer nakin. Beriya teqînê û piştî teqînê jî dizanin ku ew kes kî ne. Her wiha me dît ku Ehlam El Beşîr di îfadeyên xwe de dibêje birayek wê endamên OSO’yê ye û malbat û birayên wê endamên çeteyên DAIŞ’ê ne û ji hêla YPG’ê ve hatine kuştin. Lewre bi tu awayî têkiliya van kesan bi YPG’ê û tu hêzeke kurdan re re tuneye. Dûrî aqil e ku mirovek birayê wê ji hêla YPG’ê ve hatibe kuştin biçe li ser navê YPG’ê çalakiyeke wiha bike. Li aliyê din tu carî kurdan li dijî sivîlan planeke wiha nekiriye. Dema mirov weke kesekî serbixwe bi aqilane li vê bûyerê binêre wê bibîne ku tu feydeyê nade kurdan tenê zirarê dide kurdan. Ji ber vê jî wê çima rêxistinên kurd tiştekî ku zirarê bide wan û rewabûna wan a di nava gel û raya giştî ya navnetewî de bikin.

Heke ev teqîn rast e rast ji aliyê hikûmetê ve nehatibe birêxistinkirin jî ji aliyê hin komên cîhadist ve hatiye kirin. Di demên dawî de ji ber ku dewleta tirk nêzî rejîma Sûriyeyê dibe gelek pirsgirêkên van rêxistinan bi dewleta tirk re hene. Dema ku rayedarên tirk dan xuyakirin ew dixwazin bi rejîma Sûriyeyê re diyaloxê bikin me dît ku çawa li Cerablûs, Ezaz, Bab û deverên din li dijî dewleta tirk xwepêşandan û çalakiyên protestoyî li dar xistin. Ew komên çekdar ên bi Tirkiyeyê re dixebitin baş dizanin ku wê rojekê Tirkiye wan bifiroşe. Lewre dibe ku van komên çekdar bi vî rengî peyamek dabin dewleta tirk. Dewleta tirk jî xwest ku sûdê ji vê bûyerê bigire û peyameke wiha da wan komên çete ku kî hewl bide zirarê bigihîne Tirkiyeyê dê wan wekî YPG û PKK’ê bi nav bike û tiştên nemayê bîne serê wan. Ji ber ku dewleta tirk wan dişopîne dizanibû ku wê tiştekî wiha bikin, lê hişt ku ew bûyer bi kontrol were kirin da ku sûdê jê bigire.

Di rewşên awarte de rayedarên payebilind bernameyên xwe betal dikin û li ser rewşê radiwestin. Lê di teqîna Stenbolê de ev pêk nehat. Suleyman Soylû li Îdlibê bû û Erdogan jî bêyî ku bernameya xwe ya G-20’an betal bike piştî teqînê bi çend deqeyan terka welat kir. Mirov dikare bibêje ku ev jî beşên senaryoya ku hatiye amadekirinin?

Ji ber ku wê Erdogan li civîna welatên G-20 bi Joe Biden re hevdîtin bikira diviyabû tiştekî wiha li ber destê wî hebe. Erdogan dizanibû ku di rewşeke asayî de zehmet e Biden ji bo destûra êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were qanihkirin. Di destwerdana li dijî Girê Spî û Serêkaniyê de me dît ku Biden nerazîbûnên çawa nîşan da. Lewre bi senaryoyeke wiha çû pêşberî Biden û jê re got, ‘Sivîl hatine kuştin û ferman ji Kobanê hatiye dayîn û ji ber ku hûn mutefiqê me ne divê hûn destûrê bidin me ku em êrîşî Rojava bikin’. Lê bawer nakim ku Amerîka û welatên Rojava ji vê senaryoyê bawer kiribin. Ji ber ku analîst, çavkanî û istixbaratên wan hene û ji nêz ve her tiştî dişopînin. Çawa ku em dizanin ev teqîn ji aliyê kurdan ve nehatiye kirin Amerîka û welatên Rojava jî dizanin ku ew ji aliyê kurdan ve nehatiye kirin. Erdogan xwest ku xwe di wê civîna G-20 de maxdûr nîşan bide û her kes jê re sersaxiyê bixwaze. Her wiha çûna Suleyman Soylû ya Idlibê jî ne tesaduf e û mirov dikare wê jî bi heman rengî binirxîne.

Weke ku hatibû plankirin hêzên Rojava bi teqînê hatin sûcdarkirin û piştî hefteyekê artêşa tirk bi balefirên şer êrîşeke mezin a hewayî li dijî Rojava û Başûr da destpêkirin. Bi vê êrîşê Tirkiye dixwaze çi bike û bi êrîşa Kobanê dixwaze çi peyamê bide?

Ji bo kurd û Kurdistanê projeyeke dewleta tirk heye û perspektîf ew e ku kurd di sedsala bê de jî bêstatu bimînin. Ji ber ku kêm zêde li başûrê Kurdistanê statuyek heye naxwazin ku li parçeyekî din ê Kurdistanê jî rewşeke wiha peyda bibe. Heke derfeta dewleta tirk hebûya wê li rojhilatê Kurdistanê jî tiştekî wiha bikira. Lê ji ber rewşa Rojhilat hinekî cuda ye niha Tirkiyeyê bi rengekî din bi wir re eleqedar dibe. Dixwazin Başûr û Rojava bikin bin kontrola xwe. Ji bo vê dixwazin ji sînorê Efrînê heta sînorê Îranê herêmên tampon ava bikin.

Gelek sedemên êrîşa li dijî Kobanê hene. Sedema yekemîn ew e ku Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bûye remzek. Ji dema êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê ku Erdogan got ‘Kobanê ha ket û ha ket’ ve Kobanê di dilê wan de bûye derd û kuleke giran. Dema ku bibêjin em ê Kobanê dagir bikin di hêla hilbijartinê de wê hemû dengan li derdora xwe kom bikin û 5 salên din jî li ser desthilatê bimînin. Ev hesabekî wan ê konjoktur e. Lê hesabê wan ê stratejîk jî ew e ku Kobanê dagir bikin û xwe bera aliyê Eyn Îsa bidin. Li gorî hesabên wan piştî van herêman bidest bixin wê berê xwe bidin deverên din û hemû herêmê bikin bin kontrola xwe.

Dibe ku êrîşa wan a bejahî ya li dijî Kobanê niha rastî nerazîbûnên mezin bê. Lewre dixwazin niha korîdoreke bi qasî 30 kîlometereyan li qeraxê çemê Firatê ava bikin û heta pira Qereqozaxê biçin ku 30 kîlometre dûrî Kobanê ye. Bi vê wê gora Silêman Şah ji gundê Eşmê vegerînin û pira Qereqozaxê jî bidest bixin. Rêya ku pira Qereqozaxê li ser e rêya M4 e ku ji Helebê heta sînorê Iraqê dirêj dibe. Bi vê dixwazin Kobanê dorpêç bikin û têkiliya wê ji derdorê qut bikin, gelên wê birçî bihêlin û neçar bimînin ku jê derkevin. Bi vî awayî dixwazin bêyî ku Kobanê dagir bikin wê bixînin û bi dest bixin.

Di êrîşê de ji bilî noqteyên leşkerî deverên ku sivîl lê dijîn û her wiha çavkaniyên jiyanî yên mîna embarên genim, daristan, bîrên petrolê, navendên ceyranê jî bûne hedef. Bêguman ev ne tesaduf in û di çarçoveya plana ku hatiye kirin de pêk tên. Vê der barê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Em dibînin ku Rûsya û hin welatên Ewropayê di daxuyaniyên xwe de dibêjin ku divê sivîl zirarê nebînin. Ev jî tê wê wateyê ku li ser hin tiştan li hev kirine. Lewre dewleta tirk jî dixwaze derfetê jiyanê nehêle. Weke mînak heke biçin heta Qereqozaxê li wir bendava Tişrînê ya sereke ya elektrîkê heye ku ceyranê dide piraniya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha li bîrên petrolê dixin, li binesaziyê dixin da ku xelk neçar bimîne derkeve. Îhtîmalek heye ku wan hin soz dabin Amerîkayê ku ew ê sivîlan nekujin lê wê nehêlin ku bikaribin li wir bijîn jî. Wiha jî herêmê ji sivîlan vala bikin.

Erdogan piştî hevdîtinên xwe yên li G-20’an di vegera Endonezyayê de biryara êrîşê da. Li hêla din di rojên dawîn de hin hevdîtinên îstixbarî di navbera Amerîka û Rûsyayê de li Tirkiyeyê çêbûn. Heke hûn van jî li ber çavan bigirin li gorî we çi têkiliya hêzên navneteweyî bi van êrîşên Tirkiyeyê re heye?

Armanca Tirkiyeyê avakirina herêmeke bêkurd e. Dema ku Erdogan got ew ê êrîşî Minbicê bikin Rûsya û Amerîkayê li dij derketin. Lê niha rewş guheriye û rewşa Rûsyayê li Ukraynayê ne baş e. Ji ber sedemên leşkerî, istixbarî û aborî niha pêwistiya wan bi Tirkiyeyê heye. Di heman demê de pêwistiya Tirkiyeyê jî bi Rûsyayê heye. Rûsya ji daxwazên Tirkiyeyê re dibêje erê û ew dixwazin ku Erdogan careke din li ser desthilatê bimîne. Ji bo serkeftina Erdogan a di hilbijartinê de Rûsya dixwaze ku Tirkiye êrîşî Kobanê bike. Amerîka naxwaze ku Tirkiye êrîşî navenda Kobanê bike, lewre Rûsyayê ji ber vê jî dixwaze ku Tirkiyeyê êrîşî Kobanê bike û navbera Tirkiye û Amerîkayê ne baş bibe. Amerîka, Ewropa û NATO’yê jî misyoneke wiha dane Tirkiyeyê ku ew wekî deriyekî ji bo têkliyan bi Rûsyayê re bimîne. Bi kurtasî mirov dikare bibêje ku Amerîka û Rûsyayê ji bo berjewendiyên xwe yên stratîjîk kurdan dikin qurban.

Piraniya hêz û partiyên kurdan teqîna Stenbolê û weke berdewama wê êrîşa li dijî Rojava û Başûr weke xebateke hilbijartinê dinirxînin. Êrîşên ku pêk hatine tenê dikare bi vê bê aşkerakirin?

Meseleya hilbijartinê di nav de heye lê ev projeyeke dewletê ye. Dewlet niha dixwaze vê projeya xwe bi destê AKP-MHP pêk bîne. Ji ber ku dixwaze li desthilatê bimîne Erdogan dibêje ez bêtir amade me ku vê projeyê pêk bînim. Dewlet jî vê yekê guncav dibîne. Ew nayê wê wateyê ku sibê hilbijartin çêbibin û Erdogan û ekîba xwe di hilbijartinan de winda bikin û dewlet dest ji vê projeyê berde. Jixwe li Tirkiyeyê kesayetek an jî partiyek heta ku peymana li dijî kurdan îmze neke û siyaseta dewletê ya înkar û îmhayê qebûl neke, nikare li Tirkiyeyê bê desthilatê. Lewre têkiliya vê projeyê bi hilbijartinê re heye lê projeyeke stratejîk a dewletê ye.

Muxalefeta Tirkiyeyê ku bi daxuyaniyên desthilatê yên der barê teqîna Stenbolê de bawer nebû, lê piştgiriya xwe ya ji bo berdewama vê senaryoyayê ragihand û ji ber êrîşa AKP-MHP’ê pîroz dikin. Hûn vê hewlesta muxalefetê çawa şîrove dikin?

Ji ber muxalefet jî parçeyeke sîstema dewleta tirk e, ji bo ku rê li pêşiya wan vebe û bibin desthilatdar dikarin vî karî ji Erdogan baştir bikin! Hişmendiya wan ji ya desthilatê ne dûr e. Cudahiya di navbera desthilat û muxalefeta Tirkiyeyê de ew e ku yek dibêje em bi cîhadîstan şerê kurdan bikin a din jî dibêje em bi rejîma Sûriyeyê re şerê kurdan bikin. Niha Erdogan jî dibêje em dixwazin bi rejîma Sûriyeyê re li hev bikin da ku bi hevre li dijî kurdan şer bikin. Ev muxalefeta ku em dibêjin muxalefet jî heke bi ser bikeve wê sibê bi rejîma Sûriyeyê li hev bikin û şerê li dijî kurdan bi hin rêbazên din bidin meşandin.

Amed Dîcle kî ye?

Amed Dîcle li navçeya Pasûr a Amedê ji dayik bûye û di ciwaniya xwe de koçî Ewropa kiriye. Li Ewropa, di televîzyonên mîna Roj TV û Sterk TV de pêşkêşvanî û rêveberiya giştî ya weşanê kiriye. Her wiha di ANF’ê de jî xebitiye û li başûr û rojavayê Kurdistanê û gelek welatên Ewropayê rojnamegerî kiriye. Niha jî li ser qenala xwe ya youtubeyê rojane weşanan dike û mijarên di rojevê de dinirxîne û analîz dike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê