4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî windabûnên zêde Akar derbasî Colemêrgê bû

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar, piştî ku gelek leşker li Zap, Avaşîn û Metînayê hatin kuştin derbasî Colemêrgê bû.

Êrîşen Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê didomin û di rojên dawîn de leşkerên tirk derbên giran ji gerîllayên HPG’ê dixwin. Li gorî daxuyaniyên fermî yên dewleta tirk di nav du rojan de nêzî 10 leşkerên tirk li herêmê hatine kuştin û şereke dijwar di navbera gerîllayên HPG’ê û leşkeran de diqewime.

Li ser vê rewşê Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û fermandarên payebilind ên artêşa tirk berê xwe dan Colemêrge. Li gorî agahiyên hatin wergirtin Akar û Serfermandarê Artêşa Tirk Yaşar Guler, Fermandarê Hêza Bejahiyê Mûsa Avsever, Fermandarê Hêza Hewayî Atîlla Gulan, Fermandarê Hêzên Deryayî Ercument Tatlioglû çûne navçeya Geverê ya Colemêrgê.

Hat hînbûn ku piştî li Geverê pêya bûne derbasî ser xeta sînor bûne.