4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîrokeke lehengiya fermandar Dilxwaz Gabar

Xayînan li hêla herêma Germiyanê, li pêşiya fermandar Dilxwaz xefik vedabûn. Ew roj ji daristanên çiyayê Asosê jî, ne his û tu kes nemabû. Balîndeyan şîna reş berdabû, li lûtkeyên çiyayên başûrê welêt

Ji rojan 21’ê gulana sala 2022’yan bû, di berbanga sibêhê de, ji asîmanê welatê rojê stêrkekê xatir dixwest… Xayînan li hêla herêma Germiyanê, li pêşiya fermandar Dilxwaz xefik vedabûn. Ew roj ji daristanên çiyayê Asosê jî, ne his û tu kes nemabû. Balîndeyan şîna reş berdabû, li lûtkeyên çiyayên başûrê welêt, hola hola sonda lehenga bû. Gul û nergizên çiyayê Zagrosê, ji xemgîniya rojê çirmisî bûn.

Dema ku min dest bi vê nivîsê kir, min digot, ‘di zimanê kurdî de çendî gotin û hevokên bedew hebin, ez ê di vê nivîsê de ji bo hevalê Dilxwaz rêz bikim;’ lê dema ku min bala xwe vegerand ser dîroka 32 salan a têkoşîna wî, min dît ku hemû zorî, zehmetî, rêhevaltî, lehengî, fedekarî û xweşikbûnên mezin ên têkoşîna hevalê Dilxwaz di vê dîroka qedîm de veşartî ne Ji ber wê lêgerîna herî rast a ji bo naskirina fermandar Dilxwaz Gabar, dê bi lêkolîn û vekolîna dîroka berxwedana 32 salan a têkoşîna wî bibe.

Heval Dilxwaz; ji bo ku li ser dîroka têkoşîna te bikaribim binivîsim, min xwe avêt bextê dergeha bîranînên te. Ji bo parvekirina dîroka têkoşîna te, destûr dixwazim, heval.

Di kefa destê xwe de ji ava Çemê Dicleyê çengek bi ser tîna xwe anî û ber bi çiyayê Gabarê ve ketibû riya dûr a karwanê heqîqetê fermandar Dilxwaz! Di meşê de, mîna navê xwe bi dilxwazî dimeşî, di her gaveke ku davêt de bi eşq dimeşiya. Ji ber çemê Dicleyê bi lez, ber bi çiyayê Gabarê ve, bê rawest di girik û newalan re meşî. Di nav hizrandina lêgerînên kûr, li rex xeyalên xwe bi lez dimeşî, ew li pey bersiva pirsên xwe digeriya. Fermandar Dilxwaz, di hembeza xwe de, ji evînek veşartî ya ji bo Kurdistanê dijî! Dilxwazê Bafê, ji temene ciwantiyê ve, li pey şopa ‘nemir-Egîdan’ digerî…

Di vê meşa azadiyê de ji temêne şehîd Dilxwaz bêhtir, serpêhatiyên wî bûn. Li her devera ku lêmayî (Botan, Zagros, Qendîl, Avaşîn, Asos û herêma Germiyanê) li gel her rêhevalekî/ê xwe ji bîranînên xwe parçeyek hişt. Li pey xwe çîrokeke jiyanê ya destana lehengiyê hêla. Ji bo gelê xwe ji ezmûnên salan, mîraseke mezin a têkoşînê afirand. Fermandar Dilxwaz, di jiyanê de temsîla xeta hilberîner a tevgera azadiyê bû.

Dilxwaz Gabar, ji civaka gundê Bafê ku li qiraxa Çemê Dicleyê ye. Di temenekî ciwan de xatirê xwe xwest. Beriya ku tev li nava refan bibe, li hemberî pergalê nakokiyên kûr dijî. Di temenekî ciwan de laqayî şoreşgerên doza azadiyê yên Kurdistanê hat. Bi naskirina têkoşerên Kurdistanê re, biryara tevlêbûna nava refên şoreşê da. Serpêhatiya ewil a jiyana gerîlatiyê, li Bagokê, deşta Mêrdînê girt. Li çiyayê Bizina, Cûdî, Gabar, Qendîl û Zagrosê fermandartî kir. Meyandina ewil a jiyana gerîlatiyê, yekem car ji welatparêziya beriya mezin a Mêrdînê, girt…

Merîv di hemû nakokiyên şehîd Dilxwaz de, hêrsa wî ya li hember pergala mêtinger de hîn baştir hîs dikir ku bi pergalê re di nava şerêkî bêhempa de ye. Kesayeta xwe ji şerê li dijî van nakokiyên li gel pergalê tekûz dikir. Di afirandina kesayeta xwe de, sekna kurdên azad a fedayî mezin dikir. Wî mezinbûna xwe, bi fedayîtiya xeta jiyana azad îfade kir… Her wiha ev pîvan kire bingeha jiyana nû ya nûnertiya mêrê azad… Gava ewil a destpêkirina têkoşîna azadiyê ya 32 salan a fermandar Dilxwaz ku li Mêrdînê, dabû destpêkirin, bingeha xwe saxlem  danîbû. Bi xeta fedayîtiya Botanê, li ser ruhê pêngava Dihê ya Egîdiyê bilind kiribû.

Fermandarê me yê nemir şehîd Dilxwaz Gabar, bû yek ji fermandarên efsaneyî yên Botanê, wî li ser axa ku ji dayik bûye û mezin bûye gerîlatî kir. Kêlî bi kêlî, ji gelê xwe re xizmet kir; jiyana xwe bexşî azadiya kurd û Kurdistanê kir.

Di avakirina têkiliyên rêhevaltiyê de, sebra wî gelek bû. Ji bo ku xisleta hevalên xwe nas bike, dikaribû bi rojan elaqeder-mijûl bibe, ji bo famkirina hevalan keda xwe hebû. Di têkiliyên xwe yên hevaltiyê de, ji bo wî parvekirin esas bû. Di piratîkê de ji hêla tevgere de ji xwe bawer bû, li gel kesayeta fermandar Dilxwaz, hêzeke manewî ya veşartî hebû. Ew heyranê çiyayên Botan û Zagrosê bû. Heyrantiya wî ya pakbûne hebû.

Kesayeta xwe li gorî hemû peywirên ku stendiye ji bo serkeftine bi rêk û pêk dikir. Kêm diştexilî lê piratîka xwe mezin bû. Kesayeta fermandar Dilxwaz, di her şert û mercan de, aram bû. Di têkilî û parvekirinên xwe de rihet, xwezayî bû. Mirovekî weke dilê xwe pak bû. Di cengên giran de, lehengê gelek erk û serkeftinên rojên zehmet bû. Fermandar Dilxwaz, di herikîna jiyana xwe de, şervanekî jîr-jêhatî bû. Di nava hizrandineke kûr a têkoşînê de, planên kar û xebatên pratîkê bi rêk û pêk tanî. Her pêvajoyek zehmet a demên borî, ji bo wî dibû hêza baweriya serkeftinê. Di serdeçûna kêmasiyên rêxistinî de, bi rexnedayînê dest bi gotina xwe dikir.

Erê feleka xayînê! Şehîd Dilxwaz Gabar, fermandarê min ê destpêka têkoşîna azadiyê bû. Di sala 1992’yan de min û ew cara ewil li ber peravê ava çemê Dicleyê hev dîtibû. Dema ku me hev dît, me bi kelecaneke mezin hev du hembez kir. Îca ma kelecaneke ez girtim! Heval Dilxwaz, ez bi kêyfxweşiya serfiraziya şoreşgerî pêşwazî kirim. Xêrhatina me tevan kir û hema di wê kêliyê de me rewşa halê hev pirsî. Dema ku em li kêleka hev ber bi Cûdî-gundê Şaxê ve ketin rê, ji me re qala bîranîn û serpêhatiyên gerîlayên herêma Botanê kir. Bala hemû kesî/ê li gotinên wî bû.

Di dîroka jiyana xwe ya şoreşgerî ya 32 salan de, yeqîniya xwe ya bi hêza bîrdoziya rizgariya jinan, tu carî kêm nekir. Di wê qenaete de bû ku dê guhartin û veguhertina mêr, bi pêşdeçûna şoreşa jinan be. Di meşandina şerê zayendî de, bi ser paşverûtiyên mêr ve bi wêrekî diçû. Hevaltiya xwe ya bi jinan re, li ser şêwazê mezinkirina têkoşînê pêş dixist. Azadiya mêr, di xeta tevgera azadiyê ya jinan de didît. Ji pêşengî û rêvebiriya jinan bawer dikir. Rêhevaltiya xwe ya li gel jinan, xwezayî bû, li ser esasê rêgezên guhertina jiyanê ya fikrî-zihnî hewl dida bi jinan re hevaltiyê bike.

Fermandar Dilxwaz Gabar, hemû jiyana xwe ji bo siberoja azad a gelê kurd feda kir. Heval Dilxwaz, mîrateyeke têkoşînê ya mezin li pişt xwe hişt, em weke hevrêyên wî, deyndarê vê keda wî ya pîroz in ku hemû temenê xwe di ber doza gelê xwe de da. Em serfiraz in ku em rêheval û şervanên fermandar Dilxwaz in. Gelê Botanê, bi te serbilind e; gundê Bafê ku malbeta te ye, bi te şanaz e rêheval Dilxwaz. Em weke hevalên te kêyfxweş in ku di heman riyê de ji bo heqîqet û azadiyê têdikoşin. Şehîd ruhê têkoşîna azadiyê ne. Rêheval Dilxwaz, fermandarê min, tu yê, her di dilê me de bîjî; bîranîna şehîdan riya me ronî dike… Oxir be ji te re, fermandarê nemir! Oxir be, heval!