27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî faşîzmê nirxên civakî bi pêş bixin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di vê pêvajoya hilbijartinê de derket holê ku gel çiqas zane bûye û vê zanebûna xwe jî ji bo têkbirina vê desthilata qirker bi kar tîne. Li her kolan, tax û gundî her kesê ku mafê axaftinê bi dest dixe, li dijî faşîzm, siyaseta şer û tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê dike

Ji hilbijartinên li bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê re demeke kurt ma. Her kes hewl dide ji van hilbijartinan encamekê bi dest bixe û pozîsyona xwe xurt bike. Hewldanên desthilata AKP-MHP’ê û nirxandinên hêzên Azadî û Demokrasiyê nîşan didin ku wê ev hilbijartin ne asayî bibin. Desthilata AKP-MHP’ê ji bo di vê hilbijartinê de pozîsyona xwe xurt bike hemû derfetên dewletê seferber kirine. Ji aliyê din hêzên sermayedar ên ku bi saya vê deshilata faşîst û kedxwar hebûna xwe mezin dikin bi her awayî di nava piştevaniyê de ne. Li hemberî vê desthilata ku zêdetirî 21 sal in xwe li ser îradeya gelan ferz dike êdî pozîsyoneke xurt a hêzên Azadî û Demokrasiyê derketiye holê. Dengê ji kolan, tax, gund, navçe û bajaran bilind dibe vê rastiya radixe ber çavan. Îradeya ku pêkhateyên civakê derketiye holê, ger bi vî awayî dewam bike wê bandoreke mezin li encamên hilbijartinê bike.

Lê divê bê zanîn ku li himberî civaka ku ji bo azadî û refaha xwe têdikoşe, desthilata ku hebûna xwe di ser nirxên civakê re dibîne heye. Li seranserî welat xwe bi awayekî rêxistin kiriye û ketiye her beşên civakê. Ji nirxên civakê zêdetir li ser têgeha ol û nijadperestiyê hebûna xwe li ser gelan ferz dike. Di pratîka 21 salan de çawa civak bê wate kiriye li ber çavan e. Civaka ku girêdayî kevneşopî û çanda xwe ye êdî ne mecbûr e ku tehemûlî vê desthilata ku xwe li ser siyaseta şer û talanê ava kiriye, bike. Ji ber vê yekê îro her kesê ku diaxive dibêje, “êdî bes e, divê ev desthilat êdî biçe.” Lê wê kî biguherîne? Bê gûman hêza guherînê dîsa civak bixwe ye.

Bi diziyê bû milyarder

Di van 21 salên derbasbûyî de vê desthilata faşîst û qirker a AKP-MHP’ê çi da gelên Tirkiyeyê? Çi pê da qezençkirin û çi da winda kirin? Civaka çiqas ji nirxên wê yên bingehîn durxist? Bê gûman îro her kesê ku li Tirkiyeyê dijî ango siyaseta Tirkiyê ji nêz ve dişopîne dikare bi hesanî bersivê bide van pirsan. Lê tişta balkêş ew e ku ji ber tirsa ji vê deshilata faşîst mirov nikarin van pirs û bersivan bi dengê bilind jî bibêjin. Ji bo şikandina vê tirsê em çend kiryarên vê desthilata qirker rêz bikin.

Di despêka salên 2000’an de bi xitimandina siyaseta Tirkiyê AKP hate ser hikum. Wê demê partiyeke nû bû ji ber Erdogan qaşo rastî hin rêze neheqiyan hatibû di civakê de sempatiyek ji bo wî hebû. Di hilbijartinên 3’ê mijdara 2002’yan de bi piraniya dengan mafên avakirina hikumetê bi dest xist. Ji wê rojê ve Erdogan li ser hikum e. Erdoganê ku xwe wek ewladê gel dida naskirin bi demê re rûyê wî yê rast derket holê û aşkera bû ku ew jî xulamê hêzên sermayedar û deshilatdariyê ye. Ji bo desthilatdariya xwe biparêze hevalên xwe firotin, bi dijminên xwe re rûnişt, zor û zahmetiyên civakê ji nedîtî ve hat. Erdoganê ku ji malbateke xizan dihat, di gendelî û diziya ku di nava çend salan de kir, bû mîlyarder, ji bo desthilatdariya xwe biparêzê jî bi dînamîkên bingehîn ên Komarê lîst û li gorî xwe zagon derxistin.

AKP proje ye

Ê baş e, dema Erdogan ango deshilata AKP’ê di nava van kiryarên sûç de bû çima kesî dengê xwe jê re dernexist? Çima kes li dijî wî nesekinî? Di serî de kurd gelek aliyên demokratîk li dijî van kiryarên deshilata AKP’ê xwedî helwest bûn. Weke me li jor jî got, ji ber ku AKP û Erdogan projeyên hin aliyên sermayedar û hêzên navneteweyî bûn, di salên destpêkê de nerazîbûnên li dijî vê desthilatê zêde cidî nedihatin girtin. Piştî Erdogan xwe di nava saziyên dewletê (Bi taybet piştî tasfiyekirina Cemaeta Fethullah Gulen) de bi rêxistin kir û şûn ve dozên li dijî van sûcan jî êdî bê wate bûn. Ji ber ku sê saziyên bingehîn ên mîna, Qanûnsazî, Rêveberî û Daraz xist destê xwe, riya hiqûqî jî êdî bê wate bû.

Jixwe desthilata AKP bi tifaqên çêkirî û şirîkên xwe yên biçûk ên mîna MHP’ê asta dijminantiya li dijî gelê kurd û aliyên demokratîk derxist asta herî jor. Di çarçoveya tifaqa ku li ser vê dijberiyê hatiye avakirin de, tenê li bakurê Kurdistanê, li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat kurd hatin hedefgirtin. Li ber çavê cîhanê gelek sûcên şer û dijmirovî pêk anîn. Ger deshilata AKP-MHP’ê li gorî pîvanên demokratîk û yasayên navneteweyî bê darizandin wê kiryarên li dijî gelan pêk anîne yek bi yek derkevin holê. Lê ji ber ev deshilat bi her awayî xwe firotiye hêzên navneteweyî û sermayedar pêşî li darizandina wê jî digirin.

Giringiya 14’ê Gulanê

Ev jî dide aşkerakirin ku daraz û dadgehên îro hatina avakirin li gorî berjewendiyên hêzên kapîtalîst û deshilatê sermayedar tevdigerin. Lewma li dijî vê deshilata faşîst û qirker heya niha çendî dozên hatine vekirin jî ji nedîtî ve tên ango li gorî girîngiya wan nêz nabin. Li dijî vê bêqanûnî û xwe ferzkirinê her dem hêza herî xurt civaka rêxistinkirî bûye. ji dorîkê ve ev wisaye û vê hêzê dawî li gelek bêmafî û deshilatên zordar aniye. Çima li Tirkiyê ev hêz nekeve hereketê!?

Bi mezinbûna Tifaqa Ked û Azadiyê êdî gel bi pêşengiya hêzên Azadî û Demokrasiyê xwe bi rêxistin dike. Di vê pêvajoya hilbijartinê de derket holê ku gel çiqas zane bûye û vê zanebûna xwe jî ji bo têkbirina vê desthilata qirker bi kar tîne. Li her kolan, tax û gundî her kesê ku mafê axaftinê bi dest dixe, li dijî faşîzm, siyaseta şer û tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê dike. Divê ev bang ji rêzê û bi pêvajoya hilbijartinê ve sînordar neyê destgirtin. Ev helwesta li dijî diktatoriya rejîma AKP-MHP’ê ya ku bi her awayî xwe li ser hebûn û îradeya gelen ferz dike ye. Ev helwest helwesta kesên di civakbûyinê de israr dikin e. Ji van aliyan ve hilbijartinên 14’ê Gulanê xwedî girîngiyek mezin e.