3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çepên Kesk: Li piştperdeya êrîşên nîjadperest AKP-MHP’ê heye

Rêxistina Bajarê Mêrsînê ya Partiya Çepên Kesk bertek nîşanî êrîşên nîjadperest ên li bajêr da û diyar kir ku ev êrîş ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve tên organîzekirin.

Rêxistina Bajarê Mêrsînê ya Partiya Çepên Kesk têkildarî êrîşên nîjadperest ên di dema xebatên hilbijartinê de li wan hatin kirin, daxuyaniyek da.

Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî beşdarî daxuyaniya li avahiya partiyê bûn.

Hevberdevka Bajêr a Partiya Çepên Kesk Zelîha Burcu Acar, diyar kir ku êrîşên nîjadperest û tund ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hatine organîzekirin.

Acar got, “Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê ji mêj ve têkçûna xwe dîtine. Baş dizanin ku hilbijartinên 14’ê Gulanê wê bibin dawiya wan. Desthilatdariya ku hilweşînê re rû bi rû ye vê rastiyê nikare qebûl bike. Ji ber vê yekê tiştê ku herî baş dizanin dikin, tundiyê dikin. Hewl didin bitirsînin, hewl didin serkeftina me bişkînin. Lê bê encam e, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û bi gelan re em ê bi ser kevin.”

Acarê got, “Ji bo kesên ku hewl didin aştî û aramiya tevahiya Tirkiyeyê bi taybetî li Mersînê xira dikin, ev gel wê di 14’ê gulanê de bersiva pêwîst li ser sindoqan bide”, êrîşên ji 1’ê Gulanê û vir ve pêk hatin wiha rêz kir:

“* Di 1’ê Gulanê de dema HUDA-PAR’iyan xebatên standê dimeşandin bûyerek bi serê wan hat. Hewl dan vê bûyerê bixin stûyê partiya me û provakasyonê pêk bînin.

* Di 3’yê gulanê de êrîşkarekî li qeraxa Vîranşehîra navçeya Mezîtliyê li dijî rêveberekê partiya me hewl da provakasyonê bike lê ev provokasyon bi saya feraseta gelê me vala hate derxistin.

* Şaredarê Akdenîzê Mûstafa Gultak bernameyeke televîzyonê ya di 6’ê Gulanê de endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’î bi hinceta ‘nirxên neteweyî’ hedef girt. Ji ber ku endamên me li dijî pêşkêşkirina erdên cemaweriyê û nelirêtiyan derketin, bi vê gotinê hewl dan wan hedef bigirin.

* Duh di saetên nîvro de dema hevrêyên me wesayîta anonsê li navçeya Tarsûsê xebatên hilbijartinê dikirin, rastî êrîşeke bikêran û bi çoyan a komeke faşîst û nîjadperest a MHP’î hatin. Tevî ku hevrêyên me bi aqlekî selîm tevgeriyan jî ev êrîş domiya û 5 hevrêyên me birîndar bûn.

* Di heman rojê de Ekrem Îmamoglû û girseya CHP’ê li Erziromê rastî êrîşa bi keviran hat. Ew ê bi van êrîşên xwe yên li dijî gel re nekarin encamekî bi dest bixin.”

Acar, herî dawî jî got ku dê xebatên xwe bê navber bidomînin û bersiva pêwîst jî di 14’ê gulanê de li ser sindoqan bidin.